Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Kategorî»Lêkolîn»Gelo Pere Dikare Mirov Biguherîne?
Lêkolîn

Gelo Pere Dikare Mirov Biguherîne?

DigiKurdBy DigiKurd19/09/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Li ser dewlemendan gelek lêkolîn hene ku dibêjin ew çikûs in û bawerî bi wan nayê. Gelo ev rast e?

Bêguman ev tişt hatiye serê her kesî. Dema hûn bi hevalên xwe re diçin xwaringehekê yan jî cihê vexwarinê, wexta dayîna hesabê tê, kesê herî dewlemend ê wê komê ji hemûyan derengtir destê xwe diavêje berîka xwe. Gelo çikûsî wan dike dewlemend, an jî ji ber ku dewlemend in çikûsiyê dikin? Bersiva vê pirsê tam nayê zanîn lêbelê derbarê wan de lêkolîn pirin.

Ev mijareke tevlihev e. Di lêkolîneke sala 1993an de, lêkolîneran dît ku xwendekarên beşa aboriyê kêmtir alîkariyê didin weqf û komeleyan. Her wiha, ew xwe zêde nêzî alîkarî û piştgiriyê nakin.

Li gorî beşên din ên perwerdehiyê, xwendekarên din her ku nêzî mezûniyetê dibûn, zêdetir xêrxwaz dibûn, lê xwendekarên aboriyê bêtir çikûs û timakar dibûn. Helbet ev rêje kêm-zêde ye, ji ber ku hin xwendekarên aboriyê yên xêrxwaz jî hebûn.

Şaşiyên xwe qebûl nakin

Li aliyê din, di lêkolîneke Zanîngeha Californiayê de pirseke cuda hat kirin: “Di keştiya Tîtanîkê de kî bêtir heq dike ku li botên xilaskirinê siwar bibe?”

Piraniya dewlemendan gotin, “Em heq dikin.”

Lê li gorî lêkolînan, piraniya dewlemendan xeletiyên xwe qebûl nakin û dibêjin, “Em her tim çêtir dizanin.”

Lê belê, ev kes beriya ku beşdarî vê anketê bibin jixwe dewlemend bûn. Dibe ku ew ne ji ber dewlemendiya xwe wisa dikin, belkî ji ber çikûsiya xwe dewlemend bûne.

Li ser vê mijarê lêkolîneke din jî hat kirin. Di vê lêkolînê de, 10 dolar dan her kesê di komê de. Piştre ji wan hat pirsîn ka ew ê çiqas ji wî pereyî bidin hewcedaran. Kesên ku dahata wan kêm bû, bêtir pere dan hewcedaran.

Li San Franciscoyê jî ceribandineke din hat kirin. Li derbasgeha peyayan çavdêriya trafîkê hat kirin ka kesên bi wesayîtên luks rê didin peyayan an yên bi wesayîtên kevn. Encamên vê ceribandinê nîşan dan ku kesên ku erebeyên kevn diajon zêdetir rawestiyan, lê kesên dewlemend nîvî-nîvî rê nedan peyayan.

Her çendî encam li gorî herêman cuda bin jî li gorî xizanan, kesên zêde dewlemend bêtir alîkariyê dikin. Helbet dibe ku hêza pereyê wan berê wan bide vê yekê.

Lê bi giştî, xêrxwaziya xizanan zêdetir xuya dike.

Heke di pêşerojê de hûn li xwaringehekê yan cihê vexwarinê rastî tiştekî wisa bên û dewlemendek bi derengî destê xwe biavêje berîka xwe, jê ecêb nemînin. Dibe ku exlaqê wan wisa be.

Di encamê de, li gorî hemû lêkolînan, di nav dewlemendan de gelek kesên xêrxwaz jî hene.

çikus dewlemend The Raising Of Kurds 9 zengîn
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
DigiKurd
  • Website

Lêkolîner, Washington DC

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.