Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Axa Kurdan»Gera Bazîdê Û Tirba Ehmedê Xanî
Axa Kurdan

Gera Bazîdê Û Tirba Ehmedê Xanî

Ozan SerhedîBy Ozan Serhedî14/05/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye7 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Çendek ewil, di rojeke payizê de min berê xwe da Bazîda Agirî ku stargeha nemir ya Ehmedê Xanî jî li wir e. Wekî ku hûn jî dizanin Ehmedê Xanî nivîskar, helbestvan, alim, şêx û feylesofekî navdar ê Kurdan e lê herî zêde bi helbestvaniya xwe tê nasîn. Dema ku em bi kurtasî behsa jiyana wî bikin; Ehmedê Xanî bi eslê xwe ji êla Xaniyan e û ji herêma Colemergê ye. Di sala 1651ê de ji dayîk bûye, dûre malbata wî koçî Bazîdê kirine. Xanî li wir mezin bûye, xwendiye û li wir di sala 1707an de diçe li ber rehma Xwedê.

Xanî alimekî mezin yê dewra xwe bûye. Gelek berhemên hêja nivîsiye û berhemên xwe bi Kurdî nivisiye. Xaniyê nemir gelek qîmet daye zimanê xwe, çanda xwe û miletê xwe. Ji bo xizmeta ziman û gelê xwe berhemên xwe yên hêja bi Kurdî nivîsiye. Ji bo zarokên Kurdan “Nûbihara Piçûkan”, ji bo dîn û baweriyê “Eqîdeya Îmanê” û ji bo keç û xortên ciwan ên Kurdan jî “Mem û Zîn” nivisiye da ku millet bi eşq û evînan bihese, bizanibin ku çi eşq û evîn hebûne. Rehma Xwedê ne hezar caran, sed hezar caran li wî be ku van berhemên hêja ji me re hîştiye. Ev tişt hemû xweş û baş in, biqîmet in lê gelo em hay ji Xanî û berhemên wî hene gelo? Hebin jî çiqas hay jê hene gelo? Ev meseleyeke mezin e rastî jî. Lewra sed mixabin em qîmeta Xaniyê xwe nizanin. Gelo çend kes dizane ku Ehmedê Xanî kî ye û ji ku ye? Çi kiriye û çi nivîsiye? Çi gotiye û çi negotiye?

Çend kes ji me Nubiharan Biçukan dizane gelo? Çend kesan ji me vî berhemê xwendiye? Di mala me çend kesan de Mem û Zîna Ehmedê Xanî heye? Çend kesan ji me eşq û evîna Mem û Zînê dizane? Divê li ser me ferz bûya ku me van tiştan bikira. Divê li mala me her Kurdekî de Mem û Zîna wî hebûya. Di destê me her Kurdekî de berhemeke wî hebûya lê mixabin em xwediyê wê heşmendiyê nîn in hê jî. Em hê jî di wî astê de nîn in, gelek ji me dibe ku qet navê wan jî nebihîstibe.

Min got çendek ewil ez çûm Bazîdê. Bazîd navçeyeke Agirî ye û navçeya wê ya herî mezin e jî. Di sînorê Îranê de ye. Bajarokekî qedîm û dîrokî ye. Li nêzî çiyayê Araratê ango çiyayê Agirî ye jî. Çiyayê Agirî bi rastî jî li wir xweş xûya dike. Bazîd bi du tiştan ve zehf tê naskirin yek çiyayê Agirî ye yek jî Qesra Îshaq Paşa ye ku wekî ji navê wî jî tê fehmkirin di dema Îshaq Paşa de hatiye çêkirin. Ya rastî ev qesir di 99 salan de hatiye çêkirin. Di sala 1685an de ji aliye begê Kurd Mahmûd Paşa ve dest bi çêkirina wî kirine û di sala 1784an de ji aliyê Îshaq Paşa ve hatiye qedandin. Di qesrê de mizgeft, pirtûkxane, tirbe, mexzen, herem, hemam û gelek tiştên din hene.

Di mîmariya qesrê de şopên Selçûqiyan hene û her wiha li ser qesrê motîfên gotîk, Barok û Rokoko jî xûya dikin. Taybetmendiyeke vê qesrê jî heye ku ewilin sîstema qalorîferê di vê qesrê de hatiye çêkirin. Ango bi ava germ qesir hatiye germkirin. Ev jî tiştek balkêş e ya rastî. Meseleyeke din jî heye ku derheqê deriyê qesrê yê zêrîn de ye. Dibêjin dema şerê Ûris û Osmaniyan de gelek leşkerên Ûris hatine vê heremê. Dema şer xilas dibe û Ûris ji vir diçin bi xwe re deriye qesrê yê zêrîn jî dibine Mosqovê. Deriyê zêrîn niha li muzexaneya Mosqovê ye. Werhesil wekî gelek tiştên me yên din ku dizîne, deriyê me yê zêrîn jî dizîne û birine. Meriv li malê xwe xwedî dernekeve xelk tê malê meriv didize helbet. Divê meriv lê xwedî derkeve.

Em niha werin li ser gera xwe ya Bazîdê. Dema berê meriv li Bazîdê dikeve meriv dibêje hema ez ê ewilî herim Qesra Ishaq Paşa jixwe yê ku Kurd be ango Kurdek xwenas be jî dibêje ez ê herim li ser tirba Ehmedê Xanî. Em jî wek Kurdekî xwenas ewilî me berê xwe da gora Xaniyê nemir. Me got em herin ji wî re dua bikin, Fatîheyek ji bo ruhê wî bixwînin û ya herî girîng jî me got em spasiya wî bikin ji bo ked û xebatên wî. Me wisa jî kir û em çûn tirba wî.

Ya rastî ez bi bîr û baweriyekî, bi ruhekî kurdewarî çûm li wir. Min wisa jî hêvî dikir ku heke mesele gora Ehmedê Xanî be teqez yê bi ruheke kurdewarî be lê mixabin wisa nebû. Dema em çûn li wir me dît ku li wir mizgeftek û kêleka wî jî tirbek heye. Ew tirbe jî tirba Ehmedê Xanî ye. Li ser dîwarê tirbê, derbarê Ehmedê Xanî û ew kesên ku gora wan li wir nivîseke dirêj heye. Nivîs bi du zimanan hatiye nivîsandin. Meriv wisa difikire ku yek bi Tirkî û yek jî bi Kurdî ye lê mixabin wisa nîne. Yek Tirkî û yek jî bi Îngîlîzî ye. Werhasil me wan nivîsan xwend û em derbasî hundirê tirbê bûn, me ewilî fatiheyek li ser gora wan xwend, hinek jî di dilê xwe de sohbet bi Xanî re kir lê bila ew sohbet li ba min bimîne niha. Dûre min got ka ez li van pirtûkan binhêrim ka çika çi heye û çi tune ye.

Dema ku behsa pirtûkên Ehmedê Xanî bibe jixwe ewilî Mem û Zîna wî tê. Dûre Nûbihara Biçûkan û Eqideya Îmanê. Min jî got ez pirtûka Mem û Zînê hildim û bixwînim hinek. Ez rabûm û li pirtûkê geriyam. Li wir çend refên pirtûkan hebûn jixwe, min li hemûyan nêhêrî lê min yek berhemeke Ehmedê Xanî nedît. Ez gelek ber xwe jî ketim ya rastî, min got ev der çawa tirba Ehmedê Xanî ye lê çawa pirtûkên wî tune ne. Gelek pirtûkên dînî hebûn li wir lê yek berhemeke wî tune bûn mixabin. Min jî di telefona xwe de Mem û Zîna Ehmedê Xanî xwend ji xwe re. Dûre min fatihayek xwend, bi dilekî û hêviyekî şikestî xatir ji wî xwest û derketim.

Ez derketim derve, rûniştim û min hinek bêhna xwe veda. Dûre min dît çend jin hatin ku biçin li ser tirba Xanî. Di navbera xwe de xeber didan ji xwe re. Ji wan jinan yekê digot: “Ev tirba kî ye?” Yên din jî digotin: “Em jî nizanin, dibêjin şêxekî pîroz e, ka em herin duayan bikin ji xwe re.” Jixwe ew kesên ku diçin li ser tirba Xanî ne ji bo Kurdbûna wî, alimbûna wî, şexsiyeta wî diçin. Tenê dibêjin şêxekî pîroz e em herin ji xwe re dua bikin. Ez dibêjim ev ji bo fikir û şexsiyeta Xanî bêxatiriyek e. Xanî alim, zana, nivîskar û helbestkarekî mezin bûye. Divê ewil bi van tiştan bihata naskirin. Lê sed mixabin wisa nîne. Lê tişta ku zehf jî me diqehirîne, ew şaredarî, sazî, komele, partî û hwd. yên Kurdan ku xwedî li Xaniyê xwe derneketine. Ma qey hema Şaredariya Bazîdê nikaribû çend pirtûkên Xanî bibira û danya li ser tirba wî. Qet nebe ruheke Kurdewarî li wir hebûya. Ev kêmasî, nezantî û bêxatiriya me ye ku em dikin. Heyfa alim û zanayên me.

 

                                                                                                                                        

 

Bazîd Ehmedê Xanî RK HEJMAR 5 the Raising of Kurds 5
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Ozan Serhedî

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.