Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Huner»Gotina Dawîn Ya Dayîka Min
Huner

Gotina Dawîn Ya Dayîka Min

Hogir ArBy Hogir Ar15/03/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye4 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Pêşangeha Hunermend Hogir Ar, Koln

Mouches Volantes bi şanazî pêşkêş dike:

„Gotina Dawîn Ya Dayîka Min”

 

Vexwendin: Şeyda Kurt û Ihsan Alisan

Vekirin: 21 Adar 2025, 19:00–21:00 

Dîroka Pêşangehê: 22 Adar – 26 Nîsan 2025 

Saetên Serdana: Her roj, 16:00–20:00 

Gotina Dawîn Ya Dayîka Min, hunermend Hogir Ar ji tecrûbeyên şexsî û kûrahiyên bîranîna kolektîf ilham digire. Pêşangeh, trawmayên kesanî û civakî, zordarî û berxwedanê vedikole. Hunermend, çîrokeke ku di tecrûbeyên dijwar ên zarokatiya wî de reh dike, vedibêje. Xala destpêka vê pêvajoyê gotinên dayika wî ne û ev gotin temaşa sereke ya pêşangehê ava dikin:

“Ev rê an derdikeve gorê an jî girtîgehê „

Ev gotin, çerxên dubare yên jiyana hunermend û rastiyên tarî yên wê serdemê nîşan didin. Li herêma Bakurê Kurdistanê, ku hunermend lê mezin bûye, gelê Kurd ji aliyê çandî, civakî û siyasî ve hatine binpêkirin. Di salên 1980 û 1990î de şer, koçberî, qetlîamên bêdeng û kontrola leşkerî ya dijwar, trawmayên kesanî û civakî çêkirin. Hogir Ar, bi eserên xwe re sîstema dewletê, normên civakî û sîstemên patriyarkal rexne dike û di heman demê de xwepêşandan û hevkarî nîşan dide.

Xebatên pêşangehê ji trawma û bûyerên ku jiyana wî şekil daye, peyam girtine: Rêxistina aşîtî yên Dayikên Şemiyê (Mothers of Saturday) yên ku ji bo windayên xwe digerin, tecrûbeya koçberiyê, jiyana penaberiyê û newekheviyên civakî. Ev temayên pêşangehê bingeha xebatên  wî ava dikin.

Pêşangeh ne tenê çîroka kesanî ye, lê her wiha fersendeyeke  ji bo ramanên li ser berxwedan, pirsgirêk û prosesên başbûnê peyda dike. Rol û çîrok tevlihev dibin: Ev çîroka xwe ya hunermend e, ya dayika wî, ya Dayikên Şemiyê, an jî ya hemûyan e? An jî ev çîroka bênav û kolektîf a bîranînê ye? Hogir Ar, li ser xala hevberdanê ya bîranîna kesanî û civakî çîrokek nû çêdike û temaşevan vexwendina rêwîtiyekê dike ku hem serî hildide hem jî fikarê dike.

Hogir Ar, hunermendekî navneteweyî ye ku li Heidelbergê dijî û di warên hunera konseptuel, enstalasyon, performans û heykelê de dixebite. Rêwîtiya wî ya hunerî li bajarê Batmanê li Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye. Di 14 saliya xwe de pirtûkek helbestan bi navê „Koçberiya Şîn „(Mavi Sürgün) weşand, ku temayên koçberiyê, nostaljî û lêgerîna nasnameyê vedikole. Wî di Navenda Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî ya Batmanê de perwerde dît û bi kevneşopiya Dengbêjiyê re eleqedar bû. Ev pêvajoyek wî bi dîroka devkî û veguhastina zimanek binpêkirî re mijûl kir.

Hunerê Hogir Ar li ser domandina kolonyalîzmê, bîranîna kolektîf û prosesên başbûnê ye. Xebatên  wî yên konseptuel, estetîka klasîk bi şîroveyên modern re dihevin û bi awayekî vîzuel coğrafya û manzarayên psîkolojîk pêşkêş dikin.

Pêşangeh ne tenê çîroka kesanî ye, lê her wiha firsendekê ji bo ramanên li ser berxwedan, pirsgirêk û başbûnê peyda dike. Rol û çîrok tevlihev dibin û sînor diqelişin: Ma em şahidê mücadeleya Dayikên Şemiyê ne, yan jî gotinên êşdar ên dayika wî ne? Ma ev refleksek ji tecrûbeyên wî ye, yan jî dengê bîranîna kolektîf e?

Carinan ew dayikekê ye ku ji bo windayekê xemgîn dibe, carinan jî kesekî ye ku li dijî newekheviyên civakî radibe, yan jî civakekê ye ku li dijî zordariyên sîstematîk radibe. Ev nepenîtî, di pêvajoya afirandina wî de jî tê xuyakirin: Bîranîn ji bo kî diaxive? Çîrok kesanî ye yan jî kolektîf?

Pêşangeh bersivên rasterast nade, lê temaşevan vexwendina lêkolîna tevliheviya çîrokên kesanî û civakî dike. Bi vî awayî, pêşangeh hem çîroka kesanî û hem jî dengên bîranîna kolektîf pêşkêş dike.

Şeyda Kurt, nivîskar, rojnamevana çandê û kûratorek e. Heta niha pirtûkên wê yên bêserûber ên pir-firoş „Radikale Zärtlichkeit – Warum Liebe politisch ist” (Şefqeta Radyal – Çima Evîn Siyasî ye?) û „Hass. Die Kraft eines widerständigen Gefühls” (Nefret. Hêza Hisekê Berxwedêr) weşandiye. Her wiha wê antolojiya „SpielKritik. Kritische Perspektiven auf Videospiele im Kapitalismus” (LîstikNîqaş. Perspektîvên Krîtîk li ser Lîstikên Vîdeoyî di Kapîtalîzmê de) edît kiriye.

Ew li ser felsefe, çand, siyaset û feminîzma çepê dinivîse û diaxive.

**MOUCHES VOLANTES**

Ebertplatz Passage 1 | 50668 Köln

www.mouchesvolantes.org | Instagram: @mouches_volantes_

Têkilî: Ihsan Alisan +49 151 505 686 19

Mouches Volantes, cîhê hunerî yê serbixwe ye ku ji aliyê Ihsan Alisan ve hatiye damezrandin û birêvebirin. Mouches Volantes, endamê Brunnen e.V. û AIC-Cologne ye û ji aliyê Ofîsa Çandê ya Kölnê (Kulturamt Köln) ve tê piştgirî kirin.

3 Gotina Dawîn Ya Dayîka Min Hogir Ar The Raising of Kurds 3
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Hogir Ar

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.