Bi rastî, ez bi daxwaza mamoste Îbrahîm Gurbuz kêfxweş bûm ku, gotinekê li dor rojbûna Dr. Îsmaîl Beşîkçî binivîsînim.. Îsmaîl Beşîkçî ev dost û hogirê gelê Kurd yê ku bê sekin û hedan bervedêriyê di ber civak û doza gelê Kurd de dike. Di roja 7ê Çileyê Paşî 2026an de (87) sal di ser rojbûna wî re derbas dibe.. Belê, ne xweş e ku em wî pîroz nekin û dilê wî di saxiyê de xweş û geş bikin.. Ne ku piştî mirinê em li ser bigirîn.. Bela em ne zindîkuj û mirîhez bin!
Piştî ku ez baş di daxwaza nivîskar Îbrahîm Gurbuz de ponijîm, pêre pêre wêneyê bîranînan û salên derbasbûyî wek filaşbakê di ber çavên min re derbas bûn. Bi xurtî li dergehê hiş û xeyala min dan. Ez jî, wek kurdekî ji Rojavayê Kurdistanê ku temenê min bûye 74 sal û ji 50 salî ve li kurdîtiya xwe digerim. Ji sala 1990î ve navê Dr. Îsmaîl Beşîkçî jî wek gelek navên din, di cihekî bilind de li ser refika fikir û xeyalê min hatine danîn. Ew bi kar û xebata xwe ya cuda di ber civak û hebûna gelê Kurd de di ber çavên min re derbas dibe.
Sebaretî pîrozkina min ji 87 saliya rojbûna Îsmaîl Beşîkçî re, ev gotina pêşiyan bi xurtî tê bîra min: Etar ji tûrikê xeber dide. Erê pêwîste ez jî, ji mala xwe Binxetê, anku ji nav Kurdên Rojava dest pê bikim, da ku karibim bi germî wî pîroz bikim. Binxet; ev beşê Kurdistanî ku ji sê herêman pêk tê: Efrîn, Kobanî û Cizîr û bi erdnîgariya xwe berdewamiya bakurê Kurdistanê ye. Di nav salan de gelek zul û zor û neheqî li xelkên wê hatiye kirin; piştî peymana Sykes–Picot di sala 1916an de û bi taybetî piştî danîna herdu şivên hesin ji bo tirêna Berlîn–Bexdayê, di sala 1917an de, xelkên wê yên çiya û deşta Mêrdînê ji hev dûr ketine, yên di ser xetê re bûne Serxetî û em bûne Binxetî.
Di 17ê Nisana 1946an de, piştî ku Sûriye ji Fransîyan rizgar bû, zext û zorên rêjîmên erebî, yên ku di pey hev re hatin, li ser me kurdên Sûriyê/ Binxetê zêde bûn. Herdu kovarên Mîr Celadet Bedirxan (Hawar û Ronahî), hatin rawestandin û zimanê kurdî hat qedexekirin. Di sala 1952an de Dr. Nûrî Dersimî ev pirtûka xwe “Kurdistan Tarihinde Dersim”, li Helebê çap kir, tevî ku bi zimanê tirkî bû jî, ji rex rêjîmê ve hat qedexekirin. Pirtûkên Osman Sebrî û dîwanên seydayê Cegerxwîn dihatin girtin. Karmendên kurd ji karên dewletê dihatin bidûr xistin. Mamosteyên kurd dihatin sirgunkirin herêmên din, û guhertina navên bajar û gundên kurdan dikirin erebî.
Di eynî wan salan de jî, şoreşa Barzaniyê nemir li Başûrê welat li dar bû. Li Bakurê welat 49 rewşenbîrên Kurd di zindanê de bûn. Di roja 5ê tîrmeha 1966an de Fayik Bucak Serokê PDK-T hat şehîdkirin. Di sala 1962an de nijadperestê Ereb Mihemed Teleb Hilal pirtûkek bi navê Xwedinek di parêzgeha Cizîrê de, di warê yasayî, civakî û siyasî de, weşand û tê de 12 bend ji bo bişaftin, erebkirin û nemana kurdên Rojava diyar kir. Di encam de 120 hezar kesên kurd li Binxetê ji nasnameya Sûriyê hatin bidûr xistin. Zinara Erebî ku Kurdan ji ber sînorê Tirkiyê ve bi 12-15 Km bidûr xînin û sala 1973 û 1974an de, 44 gund ji Ereban re, di nav xaka Kurdên Binxetê de avakirin.
Û me dengê Erebekî di Sûriyê de, an Tirkekî an Farisekî nikir û nebihîst ku, van kiryaran şofînist protesto bikin an dengê xwe di ber mafê gelê Kurd de bilind bikin, çi li Binxetê be û çi li Kurdistanê bi tevayî be. Ta ku ji salên 1990î û vir de, em hin bi hin çav bi nav û pirtûkên Prof Dr. Îsmaîl Beşîkçî û bervedêriya wî di ber kêşeya gelê kurd de, bi rêka wergerê ji zimanê Tirkî bo zimanê Erebî ketin. Me naskir ku ew bervedêriyeke bê hempa di ber civak û kêşeya gelê Kurdistanê de dike. Û wiha kêfa me jê re hat û di nav salan de nav û dengê wî di dil û wijdanê me de mezin bû û me iftîxar bi gotinên pirtûkên wî kir.
Dr. Îsmaîl Beşîkçî; ev zanyar, civaknas û nivîskarê ku nêzîkî 40 pirtûkî û hezarê gotaran nivîsandine û gelek ji pirtûkên wî li Tirkiyê hatine qedexekirin.. Hem jî di ser 100 salî re cezayê zindanê jê re hatiye birîn û gelek sal ji temenê xwe di zindanên Tirkiyê de derbas kiriye.. û her û her ew ji baweriya xwe nehatiye xwarê, xwe ji paş doza Kurdistanê û gelê Kurd nedaye alî.. Ji kurdekî bêtir li civak û netewperweriya Kurdî, zimanê kurdî û çanda kurdî geryaye. Ev yekane, di van pirtûkên wî de eşkere û diyar in: Eşîra Alikan a Koçer, Rêxistina Rojhilata Anadolu û Kurdistanek Bindest a Navdewletî. Erê. Me tenê Îsmaîl Beşîkçî li ber çavên xwe dît. Me yekî Ereb an Faris ku wek wî ku bervedêrî di ber gelê Kurd de kiribe nedît! Di encam de navê wî di nav me nivîskar û rewşenbîrên kurdên Sûriyê de mezin bû û mezin maye. Ji ber wê hezkirinê, dema ku xelata bi navê Xelata Osman Sebrî ji bo dostaniya gelan, di roja 9/1/1998an de li Şamê, li mala Apo Osman Sebrî, ji rex van hevalên me ji nivîskarên kurd ve hat damezirandin: Şêx Birimce û hevjîna wî Kewê, Osman Sebrî, Heyder Omer, Diya Ciwan, Dilawer Zengî, Dr. Ebdulmecîd Şêxo, hingê yekemîn xelat di sala 2000î de, ji Prof. Dr Îsmaîl Beşîkçî re hat pêşkêşkirin. Ev xelata her du salan ji dostekî gelê Kurd, yê ku kar û xebat di ber Kurdan de kiribe tê dan. Hingê helbestvana Kurd (Diya Ciwan), ya ku, yek ji endama komîta xelatê bû, çû Enqerayê û bi destê xwe xelat jê re pêşkêş kir.
Ez Du caran çav bi Prof Dr. Îsmaîl Beşîkçî ketime. Cara yekemîn, dema ez wek nûnerê PENa Kurd li Rojavayê Kurdistanê, li ser daxwaza Dr. Zeredeşt Haco serokê Navenda PENa Kurd, di roja 16/5/2013an de, çûm Amedê (Diyarbekirê) û min beşdarî di Kongireya PENa Kurd de kir. Çalakiyên kongireyê bi gotinên van birêzan dest pê kir: Birêz Lucina Kathmann yek ji cihgirên serokê PENa Navneteweyî, birêz Jiri Dedecek serokê Navenda PENa Chekê, birêz Dr. Kawa Mehmûd wezîrê rewşenbîriya herêma Kurdistanê, birêz Ismail Beşikci zanyar, civaknas û nivîskar, birêz Tarik Günersel, serokê Navenda PENa Tirkiyayê, birêz Mem Botanî serokê Yekîtiya Nivîskarên Başûr, Eslîxan Yildirim nivîskar û xwediya weşanxaneya Azad li Stenbolê û ez jî di nav wan de. Di dawiyê de, çendî kêfa min hat dema ku Dr. Îsmaîl Beşîkçî wek Endamê Rûmetê yê PENê di nav çepkan de hat pejirandin. Dema ku min ew dît, di bejna wî a kurt, awirên çavên wî yên kûr û bêdengiya wî de ponijîm, ev gotina wî hat bîra min: Sosretmayî dimînim; Çilo Kurdistana Sûriyê, Tirkiyê û Îranê heye û Kurdistana Kurdan tine ye? Bi vegera Qamişlo re, min dîtina xwe bi Îsmaîl Beşîkçî re ji dost û hevalên xwe re pesin da, û beşdariya di Kongireya PENa Kurdî de li Diyarbekirê paye kir. Hingê min çend wêne bi Îsmaîl Beşîkçî û Osman Baydemir serokê şaredariya Amedê re girtin.
Û cara Duyemîn dema ku di roja 13 Nîsana 2019an de, li ser daxwaza zankoya Zaxo û weşanxaneya Sîtavê, çûm başûrê Kurdistanê, bajarê Zaxo. Di rojên konferansê (Siyaseta Birîtaniya Himber Kêşeya Kurdî) de amade bûm û min du pirtûkên xwe di rojan de îmzakirin. Di wan rojan de jî careke din çavên min bi dîtina Prof Dr. Ismaîl Beşikçî û hogir û destbirakê wî Ibrahîm Gurbuz û gelek mamoste û pisporên Kurdistanê kil bûn. Bi dîtina wan re kêfxweş bûm û me çend wêneyên bedew bi hev re kişandin. Piştî ku ez zîvirîm Qamişlo, wek cara berê, min ji dost û hevalên xwe re pesnê kesayetiya Ismaîl Beşikçî û pêdariya wî ya bê rawestan di ber civak û doza gelê Kurd de anî ziman û min ji wan re got: Xwedê wî bistirîne û yên wek wî pir bike.
Di 13ê Nisana 2021ê de dema ku kebaniya/ hevjîna Prof. Îsmaîl Beşîkçî (Leman xanim), li Enqereyê, çû ber dilovaniya Xwedê, min şînnameye diltezîn jê re şand û di şînnameya xwe de, min temenekî dirêj di xweşiyê de ji wî û malbata wî re xwest.
Ez temenekî dirêj di xweşiyê de ji Dr. Îsmaîl Beşîkçî re hêvî dikim û ez wî wek egîdekî ne kurd ku bervedêriyê di ber gelê Kurd de dike dibînim. Di kultura kurdî de egîd talanan li xwediyên wan vedigerînin. Îro, ew jî talanê me yê xelkê biriye bi hewildane ku li me vedigerîne û hebûna me diparêze. Bejna xwe li ber wî û kesên wek wî ditewînim..
Konê Reş


