Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 14»Hafiza û Navend: Stefan Zweîg
Hejmar 14

Hafiza û Navend: Stefan Zweîg

Abdullah IncekanBy Abdullah Incekan01/02/2023Updated:23/05/2023Şîrove tune ye2 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Ji salên xortanîya xwe vir va di nav xwendina xwe ya kitêban da gelekî zêde cî didim bîyografî, otobîyografî, name û notên rojane yên mirovên bala min dikşînin. Lewra ji van cûreyan xwendevan nêzîkî derûnîya wî kesî dibe; ew dibe şahidê kemilîna kesayetîyekê. Xwendevan dikare bi vî awayî ji kêmasî, tecrûbe û profesyonelîya wî şexsî feydeyê bistîne.

Yek ji van kesên ku  di gelek cûreyên edebîyatê da berhem dane,  nivîskarê bi nav û deng Stefan Zweîg (Ştefan Swaîg) e.

Stefan Zweig kullîyateke mezin li dû xwe hiştîye û loma meriv ji gelek tecrûbe û fikrên wî dikare sûd werbigre.  Îcar yek ji xalên herî zêde bala min ji notên rojane yên Zweig dikşîne, ev e:

Zweig li bajarê Vîyanayê dimîne û wê demê ev bajar yek ji navendên çand û hunerê ye.  Ji ber rewşa xwe ya arîstokrat û bohemîyê, têkilîyên wî gelek in.  Meriv dibîne ku di taştê da bi hunermendekî re, di navrojê da bi yekî din re daye û stendîye. Bi vî awayî têkilîyên wî sînerjîyekê didin wî û ew jî bi jêhatîbûna xwe xebatên xwe li ser vê mîrasê ava dike.

Helbet meriv  gava tiştekî dixwîne, her çi be, bi ezmûnên xwe va girê dide.  Îcar tişta ku ez bi van notên wî ra gelek caran difikirim, ev e: Navendek me, merkezek me tune. Piranîya me nivîskar. Şair, mûzîsyen, resam, şanovan û hwd. her yek li perekî dijîn.  Gelo bê navend, danûstandin û sînerjîyeke bi vî awayî em ê çawa hafizayeke hevpar ava bikin?

Abdullah Încekan
Zimanzan, Elmanya

Abdullah Incekan Hejamr 15 Jimar 14 Sibat 2023 The Hall Kurdî 14
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Abdullah Incekan
  • Website

Zimannas, Wergêr, Lêkolîner, Wêjevan, Almanya

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.