Havîneke germ bû, tava nîvro li ser serê paleyên zeviya mala Hecî Evdila dida. Paleyan genim tirpan dikirin. Ji ber germa nîvro, di bin tava tûj de hemû paleyan xwê dabûn û westiyabûn.
Helîme û qîzapa wê Sînem nanê paleyan amade kiribûn û rêketibûn diçûn li serê zeviyê. Di rê de herdûyan ji xwe re sohbet dikirin, ketibûn nav xewn û xeyalan. Jixwe herdu jî hê keçên ciwan bûn, şanzdeh-hevdeh salî bûn.
Sînem û Helîmeya keçciwan bi van xeyalan re rê xilaskirin û xwe gihandin ba paleyan. Bavê Helîmê, Hecî Mistefa gazî paleyan kir ji bo ku werin xwarina nîvro bixwin. Pale karê di destê xwe de hiştin û hatin li bin sîha konê. Di nav paleyan de xortekî bîst salî jî hebû, navê wî Memed bû. Memed kurê Hecî Evdilayê dostê hecî Mistefa bû. Ew roj ji gundê xwe hatibûn alîkariya Hecî Mistefa.
Memed xortekî bejinbilind, jêhatî û lihevhatî bû. Dema ji nav zeviyê derket hat ber konê, çav bi Helîmê ket û bi dîtina wê jî kelecanek bi wî girt. Gurpa gurpa dile wî bû. Wisa xuya bû ku aşiqê Helîmê bibû.
Ew roj karê xwe xilaskirin û vegeriyan gundê xwe, di ser re du meh qediya bû ku Helîmê dîtibû. Lê qet ji bîr nekiribû, tim di hişê wî de bû. Vê rewşa wî bala dê û bavê wî jî kişandibû helbet.
Rojekê diya Memed tê li ba wî û sedema rewşa wî ya ku ev çend rojan e wisa xemgîn û biramane jê dipirse: “Kurê min ma tu çima wiha xemgîn î?” Memed ewilî tiştek nabêje lê dûre êdî debar nake û derdê xwe ji diya xwe re dibêje. Hezkirina xwe eşkere dike û ji diya xwe re behsa meseleya dilê xwe û evîna Helîmê dike. Ji diya xwe re dibêje:
– Ez dixwazim bi Helîma qîza destebirakê bavê xwe re bizewicim.
Bi bihîstina van gotinan re diya wî Gozel xanim gelek şa dibe û dibêje:
– Wey ez rebenê, berxê min. Berxê diya xwe mezin bûye, aşiq bûye û dewa zewacê dike. Ev tişteke gelek baş e berxê min. Em jî hêviya tişteke wiha bûn jixwe. Ez ê vê xebara xêrê ji bavê te re jî bêjim û ez bawer im ew ê jî zehf şa bibe.
Gozel hat ba mêrê xwe, hal û meseleya kurê xwe ji mêrê xwe re dibêje. Hecî Evdila jî bi bîhistina van gotinan gelek kêfxweş dibe. Dibêje:
– Helbet em ê herin xwezginiya Helîmê, jixwe qîza dostê min e û qîzeke gelek baş e jî. Ji malbateke baş û naskirî ye. Jixwe dostê min Hecî Evdila jî camêrên di ser wî re tine ne. Ez bawer im ew ê jî gelek kêfxweş bibe û wê Helîmê jî bide kurê me.
Piştî hefteyekî xeberê dişînin ji mala Hecî Mistefa re, Remezanê kurê Hecî Îbrahîm wekî qasid diçe mala wan. Remezan ji wan re dibêje dê ji bo karekî xêrê dê werin mala wî. Hecî Evdila jî dibêje: Xebera wan li ser herdu çavan, li ser seran. Deriyê mala min her tim ji wan re vekiriye.
Çar roj şûnde diçin mala Hecî Mistefa ji bo xwazginiyê Helîmê. Li dîwana wan rûdinên, dest bi sohbet û muhabetê dikin. Çend roj ewil jî li gundê wan Hecî Mûsa çûbû li ber rehma Xwedê. Hecî Mûsa û kurê wî Azad roja ku wefat kir, sibeya wê rojê de çûbûn li ber zeviya xwe, ew roj şiliyeke wisa zehf dibare ku Hecî Mûsa û kurê xwe li wir dimînin, nikarin vegerin malê. Rê li wan tê girtin, ava şiliyê zehf zêde dibe. Ji çiyayan av diherike, lehî radibe. Bi lehiyê re Hecî Mûsa ro de diçe. Azad dike nake nikare bavê xwe xilas bike, sibetirê dinya sahî dibe, gundî diçin mewtê Hecî Mûsa dibînin û tînin. Hecî Mistefa behsa qencbûna Hecî Mûsa dike ji mêvanan re, rehmet dixwazin ji wî re mêvanên wî. Hîn gotin di devan de bû, Helîma qîza wî di fîncanên ferfûrî de qehweya kezwanê anî ji mêvanan re. Qehwe hat vexwarin, sohbet û muhabeta wan geştir bû. Mesele çû û hat li ser hatina wan. Jixwe herkes hay ji meselê hebû lê divê edet e. Qesta hatina xwe dibêjin. Niyet dewa xilamîtiyê ye, mebest xwestina Helîmê ye. Wê ji bavê wê, bi îzna Xwedê dixwazin. Herdu malbat li hev dikin, qewl û qerarên xwe dikin yek. Fatîhayek dixwînin, şîrînayiya xwe dixwin, qelendê xwe dibirin, qelendê wan jî sed panot, pêncî mîh, qapûtek ji bo bavê bukê û tevî debançeyeke çardexur. Piştî qelend birînê gustîla nîşaniyê dixin destê herdu ciwanan. Êdî herdu dergistî bûn.
Xwezginî heya êvarê li mala Hecî Mistefa man. Bi kêfxweşî û şahî nîşaniya xwe kirin. Herdu ciwanên dergistî jî her çiqas ji şerma nikaribûn zêde li ba hev bimînin û nikarîbûn bi hev re biaxivin jî, dîsa jî gelek kêxweş û bextewar bûn. Helîma delal fistaneke sor lixwe kiribû, bibû wekî guleke sor. Gelek bedew bibû, porên wê wekî cot kezî hûnandîbû ew roj. Sînema dotmama wê porê wê hûnadîbû, bibû berbûyê wê ew roj. Sînem jî ji Helîmê ne kêmtir bû, ew jî bi bedewbûn û nazikbûna xwe gavek li pêş Helîmê bû hê. Ew ê jî fistaneke kesk li bejna xwe kiribû, ew jî dişibiya rihanekê. Bi kêfxweşî û bişahî derbas bû nîşaniya wan, ken ji rûyê wan kêm nebû ew roj.
Êdî wextê xatirxwestinê hatibû, mêvanên ku hatibûn êdî dê biçûna. Memed jî dê biçûya helbet. Memed beriya çûyînê, destûr ji mezinan xwest û çû ba dergistiya xwe ku xwatir jê bixwaze. Destûr xwest û çû li ba Helîmê. Ji bo diyarî awêneyek û şehekî ji dara gûzê anîbû. Helîme jî wekî diyarî û bîranînek destmaleke xwe ya sor da Memed. Bi vî awayî xwatir ji hevdu xwestin û Memed tevî malbata xwe rêya gundê xwe girtin.
Zivistaneke zor û dirêj derbas bibû. Demsal bihar bû êdî, meha Gulanê bû. Hemû der bi kulîlkên reng bi reng xemilî bûn, xweza xwe wekî bûkekê xemilandibû. Hesenê erebecî ku xwediyê erebeya gamêşan bû, erebeya xwe bi destmal û xêliyan ve xemilandibû. Qoçên herdu gamêşên xwe jî bi xêliyên sor ve girêdabû. Remoyê zirnevan û Emînê dawilvan jî li ser erebeyê rûniştibûn li def û zirnê dixisitin. Dawetvan hemû amede bûn ku rêbikevin û herin bûka xwe bînin.
Bi def û zirneyan ve dawetvan rêketin. Piştî çend saetan dawetvan xwe gihandin derê mala bûkê. Def û zirne lê dida. Keç û xort di hewşa mala Hecî Mistefa de govend digerandin bi xêlî û destmalên xwe ve. Kewê ya pîrka Helîmê fistanê xwe yê sor li bejna xwe kiribû, di destan de xêliya zer, di sergovenda dîlanê de serê govendê dikşand. Mîna guleke sor direqisî ew pîrejina ruhciwan bi tilîliyên keçikan re.
Çend mêrxas û kalemêr rahiştibûn tifing û demançeyan, gule diteqandin ji bo şahî û dilana dawetê. Wext hatibû êdî, bûkê ji mala bavo derketa edî. Helîma bûk fistaneke spî lixwe kiribû, cotek solên spî û cotek gorên spî pêkiribû. Di ser de jî xêliya sor li ser serê wê bû. Kembereke sor jî li nava xwe alandibû, beriya yê ji mal derê birayê wê Salih kembera sor li pişta wê girêdabû. Êdî dema xatirxwestina ji mala dê û bavê bû. Bûk di milê birayê xwe de bi çepik û tilîliyan ve derket. Çav tije hêsîr, dil xemgîn lê dîsa jî kêfxweş bû. Lewra Helîme bi bûkanî ji mala bavê xwe diçû êdî. Wekî ku kevokek mezin bibe û êdî ji hêlîna xwe pirbide û biçe. Helîme jî wisa bû. Hîn nozdeh salî bû, ciwan bû, nazika diya xwe, delala bavê xwe û kulîlka mala xwe bû lê qeder ev bû. Her kevokek wextê wê tê ji hêlînê difire û diçe hêlînek din ava dike ji xwe re. Îja Helîma bûk jî êdî dê biçûya mala mêrê xwe û hêlîna xwe ava bikira.
Hecî Mistefayê bavê bûkê ji bo dawetvanên xwe deh mîh serjê kirbû. Qelî, birinc û deweke sar çêkiribûn ji bo mêvanan. Dawetvanan xwarinên xwe xwarin, govenda xwe gerandin û êdî wextê çûyînê bû. Bûkê xatir ji malbatê xwest, li erebeya gamêşan a Hesenê erebecî siwarbû. Li kêleka Helîmê, Sînema dotmam û Eyşêya xwîşka Memed jî hebûn. Ew jî berbûyên wê bûn. Eyşê fistaneke zer lixwe kiribû, Sînemê jî fistaneke sor li bejn û bala xwe kiribû îja. Def û zirneyan lêdan, gayên qoçxemilandî bi rê ketin.
Siwariyên dawetê xwe gihandin derê mala zavê. Wa Memedê zava jî li ber deriyê mala xwe sekinîbû, bi şal û şepikên xwe yên zavayî li benda bûka mala xwe bû. Def û zirne dîsa lêdan, govend digerandin keç û xortan. Mihyedînê dengbêj stran li stranan digot. Dengbêj Mihyedîn hîn xortekî bîst û şeş salî bû lê bi deng û dengbêjiya xwe gelek dihat naskirin. Bibû gula civat û şahiyan. Ew jî ji gundê Memed bû. Xortekî qeşeng û jêhatî bû, ew roj di dawetê de çav bi Sînema delal ketibû û kêfa wî zehf ji wê re hatibû. Kêfa Sînemê jî ji wî re zehf hatibû. Xuya bû ku bêhna eşqekê dihat, dê eşqek şah veda di vî qada dawetê de.
Şahî û dîlan bû hewşa mala Hecî Evdila. Emînê daholvan bi toqmaqê xwe yê dara mazî wisa li dahola xwe dida ku te digot qey dê niha dahol qul bibe bi derbeyên toqmaqan. Jixwe çav bi keçikên di govendê de jî ketibû, cothinarên ku li ber dahola wî dihejiyan, ew bêhtir anîbû coşê. Bêhtir bi kêf û coş li daholê xwe dida, lêda lêda lêda heta dahol qetiya û dawet jî qediya.
Sê meh di ser dawetê re derbas bû. Bihar û havîn xilasbibûn, demsal bibû payîz. Xweza bi pelên zêr ên weşiyayî ji daran, bibû wekî xalîçeyek. Li ser banê hiek malan dûyeke zelal ê sobeyan ber bi asîman ve hevraz dibû. Xebera zivastanê dida ew dûyên sobeyan, bêhna zivastê dihat ji çiyayan hêdî hêdî. Memed û Helîmeya bûkateze li ser şêmîka mala xwe rûniştibûn, li pêşiya wan hinarên sor û tehmxweş. Helîmeyê hinarekî hûrkiribû û dabû pêşiya malxê xwe. Meta Xaylê ya ku hevala diya Memed bû, ji koşeyê mala wan derket û bi lez û bez ber bi wan dihat. Xuyabû ku dîsa xeberek tîne, jixwe karê xanimê her tim ew bû. Hemû xeber û xeberoşkên gund li ba wê bûn. Bi saya wê kes bêxeber nedima. Tiştek dibîhîst û deh tiştan jî dida ser û wisa belav dikir. Yek dikir deh, şeş dikir şêst.
Bi hatina meta Xaylê re diya Memed, Gozel jî ji mal derket hat ser şêmîkê. Meta Xaylê bêsilav, bêxêrhatin dest bi gotina xwe kir. Jixwe tişta ku bibihîsta wekî ku mîha ber bi zê ye tebatî nayê, ew jî wisa tebatî nedihate wê, divê gotin bi lez û bez ji devan derkeve. Meta Xaylê got: “We bihîst ka çi bûye?” Gozela pîrejin got: “Ka hela bêje dîsa çi bûye Xaylazê?” Meta Xaylê êdî bêrawest dest pê kir: “Ma we nebihîst ku duh êvarê Mihyedînê Dengbêj Sînema keça Hecî Elî revandiye.” Bi van gotinan Helîme ji dewsa xwe rabû û bi şaşmayî gotinê li meta Xaylê vegerand: “Metê tu behsa Sînema qîzapa min dikî?” Meta Xaylê dîsa got: “Erê keça min, Sînema qîzapa te reviyaye û apê te Hecî Elî jî ehed kiriye ku yê wan bikuje.”
***
Rojeke zivistanê ye, nîvro ye. Berfeke hûr dibare li ser gund. Mihyedînê dengbêj destê Sînema xwe girtiye ber bi mala Hecî Evdilayê bavê Memed de tê. Giregir û rûsipiyên gund li mala Hecî Evdila rûniştine, di nav wan de Hecî Elîyê bavê Sînemê jî rûniştiye. Mebest efûkirina Mihyedîn û Sînemê ye. Mezin ketina pêsira hev, zor bela Hecî Elî qayîl kirine ku wan efû bike. Bi xêra mezinan hinek nerm bûye lê dostê wî Hecî Evdila hê jî qayîl nebûye ji wî. Tirsek di dilê wî de heye hê jî. Hecî Elî jî baş nas dike, lewma Hecî Elî ehed kiribû. Ev tişt hişê Hecî Evdila tevlihev dikir.
Mihyedîn û Sînem hatin ber derî, millet jî derketin ber derî. Hecî Elî ji hundir derket, ji şêmîkê peya bû. Çavên tevan li ser Hecî Elî bû. Hecî çend gav ber bi wan ve çû, Sînema qîz xwe avêt pêyê bavê xwe. Bavê wê tiştek negot û nekir, serê Mihyedîn di ber wî de bû, serê xwe bilind nedikir, li benda destûrekê bû ku serê xwe bilind bike. Herkes bi kelecan li benda Hecî Elî bû, bayê serma berfê li rûyê Hecî Eliyê kalemêr dixist. Xûn ji rûyê wî kişyabû, çermespî bibû rûyê wî. Hecî Evdila gavek avêt ku were ba Hecî Elî, bi avêtina gaveke mezin, dengê teqîna guleyekê ket guhê wî. Dema serê xwe bilindkir dît ku Mihyedîn li ser berfê dirijkirî û debençaya çardexur a ku ji bo qelendê Helîmê dabû dostê xwe Hecî Mistefa, di destê Hecî Elî de bû. Sînemê berê xwe zivirande Mihyedîn, çav bi xûna sor ket. Qêrîna wê çû asîman, ji bilî qêrîna Sînemê deng ji ti kesî derneket. Xûna sor a Mihyedîn li ser berfa spî bû wekî xêliya sor ku ji destê Sînemê ketibe xwarê.


