Kîne Yên Çîrokê Vedibêjin?
Min nêzî sê saetan li fîlmê Odîseya derhêner Christopher Nolan temaşe kir. Ne dîmenên sersûrhêner ên IMAX-ê, ne muzîka efsûnî a bi Aulos û Lîreyê hatiye jenîn, û ne jî rûyên karîzmatîk ên Hollywoodê, ku ji aliyê derhênerê Brîtanî ve bi pisporî hatine bijartin da ku şopa xwe di bîra giştî de bihêlin, nikaribûn pêşî li têbînî û hêmayên me yên tacûbê bigirin.
Gelek ji me perçeyek ji çîrokê dizanin; çîroka girêyeke kûr a dîrokî (historical inferiority complex) ya bav û kalên rastîn ên Ewropiyên Rojavayî (qebîlên Cermanî, Keltî û Galî) ku ji aliyê Yewnan û Romayiyan ve wekî “barbarên bê şaristanî” dihatin dîtin. Lê belê, Ewropaya Rojava di sedsalên 18 û 19an de —dema ku şalawa mêtingehkariyê giran bû—rûbirûyî krîzeke exlaqî ya kok-girtinê bû: “Em çawa dikarin serokatiya cîhanê bikin, bêyî ku rehên şaristaniyê yên kevnar li pey xwe hebin?” Ji bo çareserkirina vê krîzê, wan xwe wekî mîratgirên rasterast ên Yewnanistan û Romayê pênase kir. Di vê tabloyê de, têkiliyên kûr ên Yewnanistana Kevn û Romayê yên bi Rojhilata Navîn, Misir û hewza Deryaya Spî re hatin paşguhkirin an jî bûn tenê “bandorek alîkar.” Bi vî awayî, xeteke dîrokî ya yekalî ber bi Ewropayê ve hate xêzkirin. Îngilîzan xwe wekî mîratgirên demokrasiya Yewnanî û pergala Romayî nîşan da; bûn xwediyê dîrokeke nivîskî, terzeke mermerî û felsefeyeke akademîk. Wan pergalên xwe yên perwerdehiyê li dora vê mîratê ava kirin, bajarên xwe bi stûnên Korîntî xemilandin, û wekî Lord Elgin li Atînayê kir, peykerên Parthenonê di sala 1801an de ji cihê wan rakirin û di 1816an de firotin Parlamentoya Brîtanî da ku muzeyên xwe pê ava bikin. [1]
Ev heman pêvajo li ser wêjeyê jî hate ceribandin. Giringiya awarte ya ku Ewropa û cîhana rojavayî dide Îlyad û Odîseyê ne tenê ji ber asta bilind a wêje û hunera wan e; sedem ew e ku ev destan bi vegotina wan ya tunekirin û kolonyalîzmê re li hev tên û di hişmendiya çandî ya Ewropî de rewabûnekê pêşkêşî mêtingehkariyê dinirxînin. Di Îlyadê de, Qral Agamemnon hawar dike: “Nabe tu kes ji xelkê Troyayê, tewra zarokên di zikê dayikên xwe de jî, ji mirinê rizgar bibin.” Hespê Troyayê bixwe jî hîleyek e ku deriyên bajêr ji hundir ve vedike û dibe sedema tunekirina tevahiya nifûsê. Odysseus bixwe—yê ku niha di fîlmê Nolan de wekî lehengekî westiyayî, nexweş û poşman tê nîşandan—di metna eslî de welatê Polyphemus wêran dike û wan wekî “barbarên ku axê naçînin” pênase dike. Ev tam ew vegotin e ku dagirkeran sedsalan şûnda li ser gelên xwecihî yên herêmên dagirkirî bi kar anî.
Lê belê, fîlmê Nolan riyeke din digire ber xwe. Berevajî karakterê eslî, Odysseusê Nolan şervanekî têkçûyî ye ku ji Sendroma Stresa Piştî Trawmayê (PTSD) dikişîne û di bin bandora poşmaniyeke kûr de ye. Gera wî ya vegerê ji bo wî bûye rêyek ji bo jibîrkirinê, loma ew bixwe bi îradeya xwe gîhayê lotusê dixwe da ku her tiştî ji bîr bike. Lê gelo ew dixwaze çi ji bîr bike? Kiryarên tunekirinê, kolonyalîzmê, yan lîstikên xapînok ên şer? An jî ev tenê hîleyeke nû ye; stratejiyeke nû ye ji bo bidestxistina dilovaniya me li hemberî kesekî ku sûcdarê komkujiyan e? Li vir em rûbirûyî wê diyardeyê dibin ku Slavoj Žižek wekî fanteziya îdeolojîk (ideological fantasy) bi nav dike; li vir mêtingehkar ne ew çend poşmane ku dev ji desthilatdariyê berde, belkî ew maskeya poşmaniyê wekî amûreke nû bi kar tîne da ku pergala xwe ya serdest biparêze. Nolan bi pêşkêşkirina lehengekî nexweş û poşman, qurbanî û miletên bindest dixe xefika sersaxîdanê; ew bala me ji “edaletê” dikişîne ser “dilovaniyê.” Em li şûna ku hesab ji kujer bipirsin, hêsiran ji bo trawmayên wî dibarînin. [1, 2, 3]
Rast e, dengên jinan jî di vê guhertoya Christopher Nolan de bilindtir in; Penelope, Calypso, Circe û heta Athena bixwe bihêztir dixuyên. Lê divê em bipirsin: ev deng ji bo çi bilind dibin? Ev hêz ji bo çi û kê tê xeric kirin? Di rastiyê de, wekî ku Gayatri Chakravorty Spivak di pirsyariya xwe ya navdar “Gelo Bindest Dikare Bipeyve?” de destnîşan dike, dengê jinê an yê bindest pir caran di nav strukturên serdest de tê fetisandin an jî tenê ji bo rewakirina pergala hêza serdest tê bikaranîn. Di fîlm de jî, hêza van jinan hemûyan di xizmeta vegera û bexşandina wî lehengê têkçûyî de ye. Dema kurê Penelope dipirse ka ew aştiyê dixwaze yan tolhildanê, dayika wî bi dengekî bilind dibêje: “Ez Odysseus dixwazim.”
Xala din ya balkêş, guhertina rengê çermê Helenê ye (Helen of Troy wekî jineke reş!). Bêguman Nolan vê yekê di bin navê şikandina hegemonyaya etnîkî û normên spîtiyê de dike. Lê gelo ew bi vê gavê re naxwaze gunehê herifandin û rûxandina şaristaniyê (Şerê Troyayê) bi dizî ve bixe stûyê kesê “din/yê reş”, da ku Împeratoriya Spî bixwe ji berpirsiyariya xwe ya dîrokî rizgar bike? Li vir rexneyên bell hooks ên li ser ko-optasyon (co-optation) û kapîtalîzma çandî bi bîra me de tên; sîstem “Yê Din” û nasnameya reş tenê wekî amûreke estetîk dadiqurtîne da ku tawanên împeratoriya spî yên dîrokî pê paqij bike û wênajeya xwe ya exlaqî biparêze. [1, 2]
Ya ji vê jî balkêştir, xistina “guharên seqizî”—ku mîrateyeke Kurdî/Rojhilatî ya ji herêma Zîwiyê ye—di guhê aktera ku rola Athena (Zendaya) dilîze de ye. Ev berhema dîrokî ya 3000 salî ku ji axa xwe ( ew binav dikin İran ) hatiye dizîn, îro li ser dikê wekî xemilekê tê nîşandan. Di vê xalê de, analîza tûj a Frantz Fanon a li ser fetîşîzma çandî (cultural fetishism) rûdine; talanker mîrat û nasnameya gelên bindest ji rûmet û dîroka wan a rastîn tazî dike û dike tenê aksesûarekî hunerî, da ku şîdet û talana xwe di bin maskeya estetîkê de bixemilîne û rûyê xwe yê nûjen pê bedew bike.
Li dûmahîyê, wekî temaşevanek Kurd û wekî jinekê, ez nikarim xwe ji berawurdyên balkêş û biêş rizgar bikim. Ev tabloyê han, çiqas li neynika îro ya me dixe: em ne li pey tolhildanê ne, ne jî li pey aştiyeke bi rûmet. Piştî têkçûnên li pey hev, em wekî gel û wekî jin, hêza xwe ya mayî bi çi û ji bo çi xerc dikin? Bi tatûf û piştgiriya li rêberekî teslîmbûyî? Nexwe canfedayiya bi hezaran lehengan û hîmê wan ê ji bo welatek azad û jiyanek bi rûmet li ku ma?!
Ji bo min tu mirinek ji vê rûreştir û bi êştir nîn e…
Li dora min, hevalên min yek bi yek hatin serjêkirin,
Mîna berazên dirûv-spî ku di qesra mîrekî dewlemend de ji bo şahiyekê tên serjêkirin.
Tu berê di nava kuştina gelek mêran de li qada şer geriyayî,
Lê ger te ev dîmen bidîta, dilê te ê pir bîşiya; ( Homeros)
Çavkanî:
‘Violence: Six Sideways Reflections’ ya Slavoj Žižek,
‘Black Looks: Race and Representation’ ya bell hooks,
‘The Wretched of the Earth’ ya Frantz Fanon,
Bindest Dikarin Biaxivin?’ ya Gayatri Spivak, ‘


