Erich Fromm, Derûnas û feylasofekî naskiriyê sedsala 20an e. Bi xebatên xwe yên derbarê mirovî, civakî û têkiliyên wan navdar e. Hunera hezkirinê pirtûka wî ya herî navdar û bi bandorkar e. Di wê nivîsê de em nêzîkatiya Fromm ya hezkirinê wekî hunerekê dinirxînin.
Hezkirin Wekî Hunerekê ye
Fromm bawer dike ku hezkirin ne tiştekî ji dayikbûnê ye. Lê belê hunera ku divê bê fêrkirin û pratîkkirin. Wekî muzîk an wênekêşiyê ye. Hezkirin jî pêşkeftina kesayetî û hewldanê kedê dixwaze. Fromm dibêje ku di civaka modern de hezkirin bi gelemperî rast nayê fehmkirin û dibe beşek ji çanda têgihiştinê. Hezkirin ne tenê hîs e. Lê belê çalakiyeke aktîve û ev çalakî hewldana kesekê di nav pêvajoya naskirina xwe û ya dinan de ye.
Cureyên Hezkirinê
Hezkirin bi serê xwe xwedî gelek cureyane, civak ji bo her yek ji van beşa wate û nirxandinê derdixe hole.
Fromm di pirtûka xwe de cureyên cuda yên hezkirinê wiha dinirxîne.
Hezkirina Biratiyê: Yekîtîya navbera mirovan dide nîşan.
Hezkirina Dayik: Hezkirineke bêşert û parastinê ye.
Hezkirina Erotîc: Li ser xweşikbûn û kişandina cinsî ye.
Hezkirina Xwe: Ji bo ku mirovên din jî bixwe hez bike, divê mirov xwe jî bixwe hez bike. Hezkirina Xwedê: Di wateyê de, têkiliya mirov bi gerdûn an jî hêzeke bilindtir re ye.
Di ramangeriya hunerî û hezkirinê de dîsiplin
Fromm ji hunera hezkirinê zêdetir li ser dîsiplina taybet disekine û dixwaze têkilî û taybetiyên me li gor wan bi navbin û ji xwe re cih bigrin.
Disiplîn: Hezkirin hewldan û rêxistinê dixwaze. Hez kirin bi çi cureyî û awayî be dibe ji bo ev tişt bê pêkanîn kes baweriya xwe ya bi teqeziya hez kirinê bawerkin. Ev dîsiplin ne tenê ji têkiliya navbera du mirovan de ye, ji bo ol, ramangerî, hwd.
Konsantrasyon: Hezkirin bal û fokusê dixwaze. Di forma hezkirina Fromm de a herî girîn ev e, ji ber ku dibe navend bibe ew tişt ku kes û kesayet bikaribe li bin konê hezkirinê ji bo xwe cihekê bibîn e.
Wek baba tahirê URYAN di çarikek xwe de dibêje;
Ku dil dilber be, lexwe dilber kî ye
Eger dilber dil be, navê dil çi ye
Ez dil û dilber tevlihev dibînim
Nizanim ku dil kî ye dilber kî ye
Sabir: Ji bo hezkirinê dem pêwîst e. Her çiqas roja me a modern de ji bo gihîştin û hevdîtina du kesan teknolojiyê ev rê gelek kurd kiribe jî tê zanîn hezkirin ne ji bo kesan tenê ye. Sofiyek an jî endamê Rêxistineke Şoreşî ev dem û dewranekê dixwaze. Jiber ku Sofî ji bo bighêje hezkirina xwe a Xwedayî dibe heya dawiya temenê xwe bi sebir û daxwaz bendê be, ji bo şoreşkerekî jî wisa diqewime.


