Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 11»James Joyce û Kurd
Hejmar 11

James Joyce û Kurd

Abdullah IncekanBy Abdullah Incekan01/11/2022Updated:11/04/2023Şîrove tune ye1 Min Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Gava nivîskarê Îrlandî yê navdar James Joyce di sala 1941î da tê definkirin, konsolosê Îngîltereyê Lord Dewender li ser gora wî wiha dibêje:

“Georgo Moore çû, Yeats çû û niha jî Joyce çû. Di noqteyekê da ez gelekî emîn im: Di têkiliya navbera Îngîltere û Îrlandayê da çi şaş yan jî rast dibe, bila bibe, ez dizanim ku ew ê Îrlanda bi awayê herî îronîk û nazik heyfa xwe ji me bistîne: ew ê bi berdewamî nivîskaran bide me….”

Îsal 100 salîya berhema navdar Ulysses a James Joyce tê pîroz kirin û herwisa bi wergera Kawa Nemir ew ê bi Kurmancî jî derkeve. Di cîhana edebîyatê da Ulysses wek şaheserekê tê dîtin. Digel ku di navbera Îrlanda û Îngîltereyê da şerekî mezin dom dike û James Joyce ji bo welatê xwe, Îrlandayê, azadîyê dixwaze û Îngîltereyê wek kolonyalîst dibîne jî, dîsa ew vê şahesera hanê bi zimanê kolonyalîstên xwe dinivîse.

Herçiqas Lord Dewender vê xizmeta ji zimanê wî ra wek ‘heyf jê stendin’ îfade bike jî, di netîceyê da kirina James Joyce bi xwe îronîyeke mezin e. Û pirseke mezin ji bo me ev e: Gelo çend Kurd bi vê îronîyê dijîn?

Abdullah Încekan
Zimanzan, Elmanya

2022 Abdullah Incekan Hejmar 11 James Joyce Kurd Mijdar Mijdar 2022
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Abdullah Incekan
  • Website

Zimannas, Wergêr, Lêkolîner, Wêjevan, Almanya

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.