Destpêk
Ev xebat encama tomarkirina gotinên bav û kalan e. Ev gotin di civatan de yek bi yek ji devê mirovan hatine girtin û heman demê hatine nivîsîn. Ev gotinên bav û kalan di nav demên cûda de hatine tomarkirin.
Armanca sereke ya vê xebatê ev e ku tecrûbe û jiyana mirovên kurd ji windabûne rizgar bike. Bi hêviya ku ev armanc bicîh were.
Gotinên Bav û Kalan
Bê rêberekî neçe dîwana mîrekî.
Ê ku di nawalê kur de razê, yê xewnê dûr bibînê.
Şitaxalîya wî wek çêriya saye.
De were vî kerî, derbaske ji vî borî.
Pîrê hêvî nedikir ku mêr bike, ku mêr kir, got çima ne ciwan e.
Xwediyê miriyan kor in.
Axa hemû pismamê hev in.
Piranî mêranî datanî.
Heçî kêf e, qeweta însan e.
Bi qurbana wî mêrî ku mêrê mêra be, ne ku mêrkê jina be.
Çavê me li xwarina tireh e ne li kuştina nahtor e.
Bi şev okê, bi roj gokê.
Mevan êsîr e, ku derket mitirb e.
Ku yek diz be, şev zahf in.
Her kes li ser miriyê xwe digirî.
Adar e dew li dar e.
Bextê fileha ji ê êzîdiya behtir e.
Kurên min hene, lê kurên jinê xwe ne.
Bê Xwedê dibe, bê axa nabe.
War ew war e lê bihar ne ew bihar e.
Mêvanê destê vala ne bi xêr û ne bi ehla.
Ji cezera nema bêndera.
Heçî bê ker e, bê mefer e.
Kêliyek xweş ji heft kêliyên nexweş xweştir e.
Heta mirinê çav li kirinê.
Jin û mêr heta tevr û bêr.
Xêra Xato ye daweta Gulo ye.
Devlet dikare bi erbane kiroşka bigre.
Temayî birakuj e.
Her dar li ser koka xwe şîn dibe.
Jin dotmam, xencer a’m.
Xwezî ez ne piçûkê bira bama, ez cewrûkê seya bama.
Mala mitirba bi sekinandinê xera dibe.
Meha Adarê berfê avêt gulya darê nema danê êvarê.
Şevê herin mêvan bin, salê herin siltan bin.
Lêhatin jêhatinê çêtir e.
Dema rovî dest bi şîreta kir, mirîşkê xwe biparêzin.
Xîret, xîreta berê.
Xwediyê fisê bi xwe dihesê.
Sed xwezî bi kefendizê berê.
Hikûmet nexweş dikevê lê namire.
Tiştê çû ne de dûv.
Ê berê digotin nan heval e, îro pere heval e.
Însan bi zimanê xwe, heywan bi hewsarê xwe dimeşê.
Kerê hişar zirîya dengê wî jî torîya.
Li ser kerê li kerê digerê.
Tir li ku das li ku.
Elematê mirinê ta ye, elametê baranê ba ye.
Heft kirasê orispiya hene, yekî li xwe dikê şeşa li me (xelkê) dike.
Viz viz ji we hingiv ji min.
Zikbirçî têr dibin, çavbirçî têr nabin.
Mêrkê feqîr li ser erda rast li k… xwe diterpilê.
Dema gur kete nav pez (kerî) gûyê şivan hat.
Encam
Ev xebat diyar kir kû gelê kurd li gor mercên jiyanê ji xwe re destûr danîne. Ev destûr di encama gelek tecrûbeyên zor û zehmet de derketine meydanê û bav û kalên me em destûr wek kanûneke nenivîskê ji nifşê pey xwe re hiştine.


