(Beşa Sêyem)
Serdema Sînemaya Bêdeng
Ji destpêkê an ku 1895an heta salan 1930î di dîroka sînemaye de wek Serdema Sînemaya Bêdeng tê binavkirin. Ev beşkirin tiştekî sirûştî ye. Ji ber ku bidengkirina filman di sînemayê de şoreşeke mezin pêkanî ye.
Biraderên Lumierre bi saya operatorên xwe filmên xwe li her devera dinyaye belavdikirin. Sînema di demeke kin de ji Fransaye gihişte Îngilistanê. Di demeke kin de gelê Îngilîz li sînemaye xwedî derket. Pêşengê sînemaya Îngilistanê Robert William Paul (1869-1943) e. Destpêka sînemaya Îtalî di sala 1904an de bi Arturo Ambrosioye. Sînemaya Elmanan di sala 1895an de bi Max Skladanowsky dest pêdike. Ji xwe piştî ku Braderên Lumierre cîhaza sînematografe îcad kir li tev bajarên mezin yên Ewropa gerand . Bi saya operatorên Braderên Lumiere di demeke kin de li tev Ewropa sînema hate naskirin.
Ji sala 1895an heta sala 1930î wek serdema sînemaya bêdeng tê hesibandin. Di vê serdemê de hejmara filmên bêdeng gihaşte 150.000i. Ji van filman nezî 25.000 film gihaştine roja me. Her dewleta ku nû ava bû filmên beriya xwe yên dijî raman û îdeolojiya xwe şewitandin. Bi taybetî piştî şoreşa Bolşevîkan, piştî desthilatdariya Naziyan, Faşîstên Îtalya û guherînên welatên dî gelek filmên dijî rejimên nû hatin şewitandin. Bi vî awayî ji 150.000 filmî îro di destê me de tenê nezîkî 25.000 filmên bêdeng mane.
Filmên pêşî yên ku direjbûna wî ji seatekê direjtir li Awistiralyayê hate kişandin. Di sala 1906an de bi navê Çeteya Kelly bû.
Di dema sînemaya bêdeng de listikvanî li ser tevgerên bedena mirov bûn. Ji ber ku deng nebû bi awayekî mecburî bi tevgerên bedenê listikvanî dihate kirin.
Gelê Japon 21ê Çiriya Paşîna 1896an de li bajarê Kobe bi sînemayê re hevnasîn bû. Avagerê sînemaya Japonan Shoten Yoshizawa ye. Yekem filmê Japonan jî ji hêla Tsukemichi Shibata ve bi nave Momijigari (Gerek Di Bin Siya Daran De, 1902) hatiye kişandin.
Avakirina Hollywoodê
Li Ewropa sînema bi rêya Braderên Lumiere belavbû. Li hember peşketinên sînemayê yên li Ewropa, li DYA sînema bi Thomas Alva Edison dest pêdike. Edison bi îcada xwe ya ku navê wê kinetoskop e filman dikşêne û dide temaşe kirin. Ji ber ku sînemaya peşî bêdeng bû kesên ku koçî DYA kiribûn xwe li sînemayê digirtin. Bêdengî bûbû zimanê koçberên ku xwe li DYA girtibûn. Koçberan travmaya jiyana li welatê xerîbiyê bi saya filmên sînemayê jibîr dikirin. Ji bo ku sînema bêdeng bû her kesekî jê sûd werdigirt. Ji xwe kesên ku Hollywood xistin Hollywood penaber bi xwe ne.
Di sala 1914an de êdî Hollywood bûbû warê endustriyeke mezin. Hem di bazara dinyayê de bûbû xwedî nav.
Sinemagerên herî navdar yên serdema sînemaya bêdeng bêgûman Charles Spencer Chaplin e (1889-1977). Chaplin li Îngilistanê hatiye dinyê. Li DYA di sînemaya Hollywoode de navdar bû. Bi navê Şarlo di cihana sînemayê de binavûdeng e. Di demeke kin de Hollywood mirovekî wek Chaplin keşfkir û bi saya karakterekî Şarlo sînemaya xwe li cihanê belav kirin. Filmên Charles Chaplin yên navdar;
The Migrant (Penaber), 1917
The Kid (Zarok),1920
The Pilgrim (Hecî), 1922
The Gold Rush (Erîşa Zêran), 1925
The Circus (Sîrk), 1928
Modern Times (Demên Modern), 1936
The Great Dictator (Dîktatorê Mezin) 1940
Ji van filman herî zêdê filmê Erîşa Zêran û filmê Dîktatorê Mezin tê naskirin.
Di salên 1920an de sîstema stêrkbûnê kete Hollywoodê. Di bingeha vê sîstemê de mantiqeke bazirganî diraza. Sîstema stêrkbûnê ew tişte ku karakterekî navdar dike û filman bi vî karakterê ku navdar kiriye dikşênê. Charlin yek ji stêrkên sînemaya bêdeng e.
DYA di sala 1915an de nîşandana filman wek karekî sivik yên bazirganî hesiband. Nîşandana filman ji çapemeniyê û ji şaxên rayagiştî cuda hesiband.
Bi pêşketinên filman re pedivî bi îlan kirina filmên herî baş çêbû. Bi vê armancê sîstema xelat dayînê derket meydanê. Ji van xelatan bêgûman Oscar xelata herî girîng e. Xelatên Oscarê cara yekem 16ê Gulana 1929an de hatin dayin. Bi vî awayî êdî Hollywood xebatên xwe bi xelatdayînê kêfxweşkirin.
Salên 1930î de Warner Bros mijarên xwe ji nûçeyên rojnameyan digirt. Wê demê civaka DYA zêde li ser gangseteran dirawestiyan. Ji bo vêna Warner Bros ji gelek filmên gangsteran kişandin ku ev jî tişteki sirûştîbû. Sala 1933yan bû saleke hilweşînê. Ji 16 hezar salonên sînemayê 5 hezar salon hatin girtin. Ji sêdemên aborî Warner Bros. Kişandina filmekî daxist 18 rojan. Di rewşeke ewqas xerab de polîtîkaya Serok Roosevelt ya bi navê New Deal geşedanek da sînemayê. Li DYA hejmara temaşevanan ya hefteyî gihaşt 80 milyonî. Sînemaya bideng ji bo mirovên ku di nav astengên aborî de bûn wek rizgargeriyekî hat. Ji bo ku astengên aborî û xemginiyên rojane bi mirovan bide ji bîr kirin sînemaya bideng rolekî sereke leyist. Di rewşeke ewqas xerab de mirovan xwe di sînemayê de aramtir dîtin. Ji ber ku hejmara temaşevanan zêde bû di dewra Serokê DYA Roosevelt de sînemaya DYA salên xweyî herî beriqandî jiyand.
Li Hollywoodê filmên ji bo malbatân kêmbûne. Ji bedela wêna filmên ku tundî, zimanekî hişk û nebaş têne kişandin. Evna jî dibe sêdema ku pirtirên temaşevanan ji ciwanan pêk werê.
Li Hollywoodê Kanûnên Hays 31ê Adara 1930î
Şerê Cihanê yê Yekem ji bo DYA bû serdema peşveçûnê. Di sala 1920an de li DYA dewra dewlemendiye destpê dike. Mayo di nav civakê de cîh digirt, vexwartinên alkolî dibû tiştekî ji rojane. Di rojnameyan de li ser zayendiya jin û mêran nûçe belav dibûn. Pêşveçûnen mezinbûnê bi xwe re sîsikên tehlûkeyê jî tênin. Hatina aborî bê dadî dihate belav kirin.
Hollywood ji bo ku dinav koma sînemageran de tiştên nebaş derketin ser rûye erdê, di sala 1927an de Kanunên Hays derxistin. Ev kanûn 31ê Adara 1930î de hate pêjirandin. Bi van kanûnan rê li ber nebaşîyen encamên filman hate girtin. Bi van kanûnan mijarên ku yê di filman de bêne kişandin hatin diyarkirin. Bi awayekî di ev sansurek e jî. Lê ev sansur behtir parastina ehlaqê giştî ye.
Desturnameya Hollywoode Kanunên Hays ji van xalan pêktê.
A- Tiştên ku di filman de neyên bikaranîn.
1- Bêhurmetiya tiştên pîroz
2- Tazîbûn
3- Maddeyên hişbir
4- Jirêderketiyen zayendî
5- Koletiya spiyan
6- Tekiliyen zayendî yên di navbera reşik û spiyan de
7- Nexweşên zayendiyê
8- Sahneyên çêbûna zarokan
9- Şaxên zayendîtiyê yên zarokan
10- Henek pêkirina kesayetîyên dînî
11-Heqareta li netewan, li gelan û li baweriyan
Piştî van xalên girîng pêwistiya baldariya van xalên jêr jî dîtine. Di van mijaran de baldarî dibe hebe.
B- Baldarî
1- Bikaranîna alê
2- Tekiliyên navdewletî
3- Dîn û ayînên dînî
4- Bikaranîna çekan
5- Dizî
6- Zordestî
7- Kuştin
8- Rêbazên qaçaxvanîyê
9- Rêbazên tund yên agahî bidestxistinê.
10- Şîrîn nişandana sucdaran
11- Firotina jinan
12- Tecawûz an ku destdirêjayîya namûsê
13- Şeva gerdekê
14-Saziya zewacê
15- Şkencekirina heywanan hwd.
Serdema Sînemaya Bideng
6e Tebaxa 1926an li çêkergeha Warner Bros. Filmê Don Juan ji bo dîroka sînemayê gaveke giring e. Sînemaya ku Braderên Lumiere îcad kiribûn vê carê Braderên Warner dabûne axaftin. Bi saya sînemaya bideng di navbera salên 1927-1930an de hatine sektora sînemayê ji sedî pencî zêde bû. Ev rewş nîşaneya ku mirovan sînemaya bideng behtir acibandin.
Dema ku sînemaya bideng kemilî û êdî film bi giştî bi awayekî bideng dihatin kişandin êdî dinya ber bi şerekî cihanî ve diçû. Ku dûvre ev şer wek Şerê Cihanî yên Duyem werê binavkirin.
Her çiqas mirovên wek Charles Chaplin ‘Bingeha sînemayê bêdengî ye.’ gotibûn û li ser sînemaya bêdeng rawestiyabin jî li hember vê pêşveçûnê zêde xwe ne girtin. Piştî demekê bi Charles Chaplin re derhênerên Sovyet yên wek Pudovkin, Eisenstein û Aleksandrov ku li hember sînemaya bideng bûn, dest bî filmên bideng kirin.
Tenê Rudolf Arnheimê Elman bi sedema ku deng vegotina sînemayê birîndar dike li hember deng parastina xwe domandiye. Filmên xwe wek bêdeng kişandin.
Dibe neyê jibîr kirin ku armanca çêkerên filman ya sereke bidestxistina dirava ye. Qezenckirina peraya jî bingeha sîstema kapitalist e. Ji bo ku hê behtir temaşevanan bikşênin bal xwe ve ji filmên sîyasî, aborî û dînî dûr sekinîn. Behtîr filmên ku her çîna mirov bikaribe temaşe bike kişandin. Mijarên jiyana mirovan yên rojanê xistin film.
Di serdema filmên bideng de Hollywoodê filmên Alfred Hitchcock keşf kirin. Filmên Alfred Hitchcock (1899-1980) yên navdar;
The Thirty Nine Steps (Sî û Neh Gav), 1935
Shadow of a Doubt (Sîya Gumanê), 1943
The Rope (Xelat), 1948
Vertigo (Sergêjek), 1958
Psycho (Jirêderketî), 1960
The Birds (Çûk) 1963
Ji van filman herî zêde filmê Psycho tê naskirin.
Ji sînemaya Ewropa jî derhênerê herî tê naskirî Federico Fellini ye. Filmên derhêner Federico Fellini (1920-1993) yên navdar;
Lo Sceicco Bianco (Şêxê Spî, 1952)
La Strada (Kolanên Bêdawî, 1954) xelata Oscarê standiye.
Le Notti di Cabiria (Şevên Cabiria, 1957) xelata Oscarê standiye.
La Doce Vita (Jiyana Şêrîn, 1960)
Otto e Mezzo (Heştû Nîv, 1963) xelata Oscare standiye.
Di salên 1938 û 1939an de filmên bideng bi taybetî li Fransa û li DYAyê gihaşte asta herî bilind ya klasîk. Filmê sînemaya Japonan ye bideng bi Heinosuke Gosho destpê dike. Navê filmê wî Madamu To Nyobo (Xatun û Jina Cîran, 1931).


