Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Fîlm»Ji Bo Jiyanê Pencereyeke Nû: Sînema
Fîlm

Ji Bo Jiyanê Pencereyeke Nû: Sînema

Dilazad ARTBy Dilazad ART29/10/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye9 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

 

Beşa Pencemin

Piştî Şerê Cihanê Yên Duyem Sînema 

Wek me diyar kiribû ku rewşa sînemaya li gor rewşa rêveberî û sîstemên dewletan diguhere. Piştî Şerê Cihanê yê Duyem ku li Îtalyayê rejîma faşîst hilweşîya û di şûna wê de pergaleke demokratîk ava bû, di sînemayê de hêmanên îdeolojiya faşîst ji holê hatin rakirin. Ji bedela wan de filmên ku ji bo pirsgirekên civakî çareseriyan tênin hatin kişandin.

Wek sînemaya her welatî sînemaya DYA jî piştî şer bi naverok guherînên mezin pêk anîn. Piştî Şerê Cihanê yê Duyem rûye filmên Hollwoode jî hate guhertin. Êdî filmên Hollwoodê bi awayekî mîlîtarîst dihatin kişandin. Bi taybetî filmên li ser şer hatin kişandin. Di van filman de mufrezeyeke ji heşt an ji deh kesan pêk hatî, bi hestên şoreşgeri dida nîşandan. Armanca van leşkeran bidest xistina pirekê, girekî an gundekî di destê dijmin deye.

Filmên herî bi bandor ew filmin ku mijara xwe ji jiyana rast werdigrin. Rewşa sîyasî, aborî û leşkerî dibe rûyê xwe di sînemaye de jî nîşan dabane. Piştî ku Japonya 7ê Çileya Pêşîna 1941ê li Pearl Harbourê hêzên DYA bombabaran kirin, DYA li Japonya yê şer vekir. Bi vê biryarê re gelek derhêner û lîstikvanên navdar tevlî refên arteşê bûn. Kesên wek Frank Capra, John Ford, George Stevens û William Wyler tevlî artêşa DYA bûn û di enîya şer de cîh girtin. Wan kesan hem wek leşkerekî hem jî wek sînemagerekî kar dikirin.

Sînema êdî di destê reveberiyan de an ku di destê desthilatdaran de bûbû alavek û çekeke propagandayê. Wek ku Sovyet û Elmanya û Îtalya ji bo berjewendiyên xwe yên îdeolojik sînema bikar dianî, heman rewş ji bo DYA jî hebû. Projeya senatorê DYA McCarthy ya dijî komunîzmê di demeke kin de di Hollwoodê de jî alîgir girtin. Bi vê armancê William Wellman jiyana senatorekî ku bi belgeyên giring ji Sovyetê ber bi DYA ve reviyaye bi navê filmê The Iron Curtain (Perda Hesinî, 1948) kişand. Senaryoya vî filmî Milton Krims nivîsîye. Tiştekî xerîbe ku yekem filmê dij faşîzme Confessions of a Nazi Spy (Lixwe Mikur Hatinên Sîxûrekî Nazî, 1940) yê ku derhêner Anatole Litvak kişandiye ji hêla heman kesî ve senaryoya vî hatiye nivîsandin. Di Şerê Cihanî yê duyemîn de hem Elmanya û hem Britanya sînemaya xwe xistin wek sînemayeke şer.

Di Sînemaye De Lîstikvan

 Lîstikvan hemaneke sînemayê ya serekeye. Bi taybetî di filman de bûyer li derdora listikvanan ve diqewimin. Bi vê armancê taybetmendiya listikvanan di sînemayê de bûye mijara nîrxandinê. Derhêner Alfred Hitchcock; ‘Lîstikvanên herî jêhatî, lîstikvanên amator in. Lîstikvanîya bêqusur jî sudê nadê film.’ Ji ber vê rêbazê; Hitchcock, lîstikvanên xwe di filmê xwe de li gor dilê xwe dide leyîzandin. Mesele di filmê Psycho (1960) de di nîvê film de serlîstikvana jin dide kuştin. Di nîvê film de kuştina serlîstikvan tenê derhênerekî weke Hitchcock dikare cesaret bike.

Charles Chaplin, tîpê Şarlo herî dawî di filmê Modern Times (Demên Nûjen, 1936)an de bikaranî. Heman film filmê Charles Chaplin yê yekem e ku bi bideng kişandiye. Temaşevan cara yekem di vî filmî de dengê Charles Chaplin dibihîzin.

Di Sînemaye De Şaxên Hunerî

Sînema hûnereke pir alî ye. Her çiqasî amureke aborî û propaganda bê jî aliyekî sînemaye ye hûnerî jî heye. Bi pêşketina sînemaye re şaxên hûnerî û nerînên hûnerî jî derketin pêş.

 Rastiya Nû

Taybetmendiya filmên Rastiya Nû li ber roniya rojê, li derve û bi lîstikvanên amator hatine kişandin.

Pêla Nû

Di dîroka sînemayê de pevajoyeke girîng jî têgeha Nouvelle Vague an ku Pêla Nû ye. Ev têgeh cara pêşî li Parîsê di sala 1957an de di kovara L’Expressê de hate bikaranîn. Teybetmendiya Pêla Nû ev e ku xwe ji mijarê sîyasî û civakî dûr digre. Li dijî Rastiya Nû rolekî apolitik dimeşîne. Mesele şerê Cezayîrê, desthilatdariya General de Gaulle, penaber, pirsgirekên kedkaran ne bû mijara van sînemageran.

Sînema û Rastî

Ji hêla Jean Rouchê Fransevî ve pevajoya Cinema-Verite an ku Sînema û Rastî destpêkir. Ji bo ku rastî werê dîtin divê haya mirovan ji wan nebe dema ku werin kişandin. Dibe sînema ji dekor, kostum û ji lîstikvanan were paqij kirin. Sînema dibe bibe navgînek ji bo jiyanê û rastiyê da ku bide ser perdê.

 Sînemaya Azad

3 Sibata 1956an li Londonê ji hêla British Film Institute di bin navê Free Cinema an ku Sînemaya Azad sê kurte film têne nîşandan. Ev dibe sêdema pevajoyeke dî ya sînemayê ku ew jî Sînemaya Azad e. Pêşengen vê pevajoyê sînemagerên ciwan yên wek Karel Reisz, Tony Richardson, Lindsay Anderson, Walter Lassaly ne. Li gorî van dibe sînema di nav rastîya xweyî sirûştî de bê kişandin. Ji bo vêna li kolanan, li kargehan, li dibistanan film werin kişandin. Li gorî Lindsay Anderson Sînemaya Azad ji endustriya sînemaye azad filman bikişînê û dibe derhêner dema ku film kişand, dibin bandora nêrîna civakê de nemînê. Bi vî awayî Sînemaya Azad derdikeve holê. Li gorî van, film ji bin bandora montajê / pêvxistêne derkeve. Eger filmekî pêvxistinî werê kişandin jî dibe li ser pirsgirekê civakê birawestê û bê tirs bikaribe rastiyê nîşan bide.

 Sînemaya Helbestî û Sînemaya Pexşanî

Li hember pêşketinên sînemaya dinyayê Sovyetan jî di sînemaye de nîqaşên nû derxistin. Filmên sînemaye bû mijara şîroveyan. Ji bo filmekî baş, pêdivî bi senaryoke baş heye. Li gor Gorkî divê senaryo ji hêla nivîskaran ve bên nivîsandin. Ji ber ku nivîskar dikarin tiştên xweş binivîsînin. Gorkî ramanekî bi vî rengî derxistiye pêş.

Li gor senarist û rexneger Viktor Şklovskiy sînemaya helbestî û sînemaya pexşan heye. Derhênerên ku bidestxistiyên Şoreşa Sovyet bi filmên xwe bilind dikin yên wek Eisenstein, Dovçenko, Pudovkin, Kozintsev û Trauberg sînemaya helbestî ne. Derhênerên ku rastiya jiyanê û veguherînen civakê ji bo perwerdekirina gel film kişandine an ku Yutkeviç, Ermler, Romm û Braderên Vasiliev sînemaya pexşanî li darxistine.

Sînema û Netewitî

Film, ji bo çanda netewan wazifeya giredanekê dike. Film bi avakirina cihanên xeyalî; tirs û hêst û daxwazên mirovan dramatize dike û mirovên ku netewekî ava dikin ji bo ku wek cemaatekê bihev re bijîn bangî wan dike. Di avakirina netewan de hêza sînemayê M. Jane Gaines ‘Di sînemaye de ji nûjen ve avakirina netewîtiye.’ dibejê. Sînema bêdeng sînemayeke gerdunî bû. Lê sînemaya bideng ji sedema ziman bû sînemayeke netewî. Bi mezinbûna faşîzmê û di salên 1930î de bi mezinbûna netewperestiyê sînema ji hêla aboriyê ve kete tengasîyan. Di dema sînemaya bideng de heman senaryo di heman setan de ji hêla heman derhêneran ve, lê bi zimanên cûda û bi lîstikvanên cûda re hate kişandin. Bi vî awayî aboriya xwe rast kirin.

Piştî ku dublaj derket ti giringiya filmên pirzimanî nema. Piştî vêna sînemayên netewî dîsa vekişiyan nav sînorên xwe.

Zimanê sînemayê yê ku di heman demê de li parzeminên cuda pêşdeçûye, di rêya daxwaz û pêdiviyên civakê de xwe nû kiriye.

Sînemaya welatekî mîna neynika civaka wî welatî ye. Piştî şoreşa Îlonê tiştên ku li Rusya qewimîn ji hêla mijarê ve bingeha sînemaya Rusyayê ava kiriye. Piştî têkçûna Elmanya ya Şerê Cihanê a Yekemin di sînemaya Elmanyayê de tirs wek sîyekê li kolanan veşariye. Taybetmendiya sînemayê ya ku krîzan keşfdike heye. Bûyerên ku hemû civakê dixin bin bandora xwe ji bo sînemayê rezervên biqiymet in. Şer, xela, belayên sirûştî di mejîyê mirovan de şopên kûr dihelin. Her film parçeyekekî sîstema aborîye ye heman dem parçeyekî pergala îdeolojiyê ye jî. Sînema û huner branşên pergala îdeolojiyê ne. Tu kes nikare ji vê bireve.

Her film politik e.

Sînema, zimanêkî ku dinya xwe bi xwe re ragihandine hev.

Wazifeya yekem ya çêkerekî filman ew e ku di sînemayê de di analîzkirina ‘resimkirina rastiyê’ em dibînin. Eger bikaribe vêna bike em têdigihijin ku tekîlîya navbera sînema û îdeolojîyê biriye. Di nav filmên îro de ev rêbaz cihekî giring digre.

Rodî Zinar dibejê ku; Ez bawerim xala herî balkêş ku ji hêla faşistan (Mûsolinî û yên li dibistana wî perwerde bûne) ve hatiye bikaranin ku wê jî sînema kiriye amûrekî şerê psikolojik.

Gele cîhanê tev de sînema kiriye parçeyek ji danasîn û amûrên domdariya çanda xwe.

 Hemanên Film

Filmek bi tena serê xwe wateyê nade mirov. Filmek ji beriya kişandinê heta ku temaşevan lê binere û piştî vêna jî wek karekî bikeve destê filmkeş de berdewam e. Ji bo vê rêwingiyê hin hemanên filman hene ku ev in; produksiyona film, filmê ham, format, renk, deng, montaj, projeksiyon, salonên filman, belavkirin, temaşevan.

Film ji bo ku karekî navnetewî ye carna bi versiyonên cûda dihatin kişandin. Hin film li gorî têgihiştina gelan bi encamên cûda dihatin bidawîkirin. Mesele DYA hez ji filmên ku bi şahî bi dawi dibin dikin lê Ewropa ji filmên ku dawiya wan bi trajedî diqedê hez dikin. Sedema vêna jî travmayên Şerê Cihanî yên yekemîn û dûyemîn in. Carna ji bo salonên dewlemendan film bireng û ji bo salonên xizanan filmên reş û spî dihatin kişandin.

Sînema di serî de ne alaveke bazirganîye bû, alavake zanistî û ya şahiye bû.

 Sînema û Sansur

Bi pêşketinên sînemayê re pêdiviya bi sansurê derket meydanê. Ji bo ku gel ji dînemên nebaş biparezin sîstema sansurê di demeke zû de rûye xwe di sînemaye de nîşan da. Armanca sansuran parastina mirovan ji dîmenên nebaş û rakirina dîmenên ne li gor îdeolojiya dewletan e.

Di sînemayê de sansur tenê ne bi awayekî neyine car caran jî bi awayekî erînî hatiye bikar anîn. Sedemekê sansurê jî ji bo parastinê ye. Bi taybeti parastina zarokan. Armanceke sansur û kontrola li ser filman ew e ku dîmenên tekiliyên zayendî bi rêbazekê ve girebidin.

Bi awayekî birêk û pêk sansur cara yekem bi Kanûnê Hays di sala 1930î de di sînemaya Hollywoodê de an ku sînemaya DYAyê de hatibû pêjirandin. Lê di dema rejîmên Naziya Elmanyayê de, di dema faşizma Îtalyan de, di dema Sosyalizma Sovyetan de jî gelek sansur li ser sînemaye çêbûne.

 

Sînema The Raising Of Kurds 10
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Dilazad ART

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.