Li her deverên cihanê mirovan ji bo ku xeyalên xwe bi mirovên dî bidin nîşandan xebatên ji hev cûda hatine lidarxistin. Di sedsala 17an da îcada fenera efsûnî wek peşiya sînemayê te dîtin. Li ser camekê weneyên ku hatiye xêz kirin bi rêya roniyê dadide ser perdeyê. Lêkolinêrê Elman Athanasius Kircler (1602-1680) heman tişt an ku fenera efsûnî bi reya mercekan dadide ser perdeyê. Ev xebat li devereke din ya cihanê bi pêşketinên dî didome. Lêkolinêrê Belçîkî Robertson (1763-1837) heman tiştî an ku fenera efsûnî pêşdetir dibe û li ser tekeran bi awayekî bêdeng dihelê ku cîh biguherîne. Temaşevan vê cîh guherînê nabîne. Bi vî awayî efsuneke li ser temaşevanan bandor dike.
Lêgerîna ku dîmenan li cihekî cûda bidin nîşandan didome. Di salên cûda de li welatên cûda de ji hêla lêkolînerên cûda ve ev xebat bi awayekî têne meşandin. Ji bo peşketinên beriya sînemayê doktorê Îngilîz John Ayrton di sala 1825an de bi navê Tomatrop pêlistokekê îcad dike. Di sala 1832an de lêkolînerê Belçîkî Josepf Antine bi navê Fenakistiskope pêlistokekê îcad dike. Ressamê Edinburghî Robert Barker, weneyên xwe wek Panaromayeke neqş dike. Li Parîsê di sala 1823an de Daguerre bi navê Diaroma tabloyan çêdike ku ev bi roniya ku ji pişt weneyan ve tê rewşa weneyan ya dîtbarî diguherîne. Ji vir tê xuyakirin ku mirovan her tim xwestine ku dîmenan ji deverekê bar devereke dî bikin û van dîmenan bitevger bikin. Ev xeyal tev ji bo sînemaye bûne bingeh.
Bêguman ji bo îcadkirina sînemayê dibe pêşî fotograf hatibane îcat kirin. Xebatên ku ji bo dîmenan qeydbikin heta ku fotograf hate îcadkirin bêrawestan hatin domandin. Du Fransiyên ku navên wan Jacques Mandê Daguerre (1787-1851) û Joseph Nicêphore Hiêpce (1765-1833) 19ê Tebaxa 1839an fotograf îcad kirin. Bi vî awayî tişt bi awayekî rast derbasî ser kaxezê dibûn. Piştî dîtina fotograf di dawiya sedsala 19an de George Eastman (1854-1932) filmê fotografan dît. Îcadkirina fotograf ji bo sînemaye gava herî mezin bû. Piştî ku dîmen hatin qeydkirin ji bo ku ew dîmen bibin film dibe ew dîmen bi awayekî tevgerkiriba ne.
Piştî van pêşketinan ji bo ku sînema werê îcad kirin tenê tevgerkirina fotografan mabû. Edî lêkolîner ketin pey xebatên ku weneyan bidin tevgerkirin. Bi vê armancê lêkoliner Emile Reynaud (1844-1918) di sala 1878an de di Pêşengeha Parîsê de pêlistoka ku bi navê Fenakisttiskop icad kir. Fotografên ku hatine kişandin li pey hev tevgerdikirin, bi vî awayî tevgerek didan fotografan.
Piştî ku yekemîn projeksîyana sînemayî 28ê Kanûna 1895ê li Parîsê, li Grand Cafêye, ji aliyê du birayên bi navê Auguste û Louis Lummiêre ve hate çêkirin. Bi vê nîşandanê bi wateya xweyî îro sînema tê îcadkirin û ev nîşandan wek destpêka sînemaye tê qebûlkirin.
Ev hunera nû di demeke kin de li her deverê cîhanê belavdibe. 1896an de sînematograf li London û Brukselê, dûvre li Berlîn û Madridê, dûvre li Sirbistan, Rusya, Romanya û li Stenbolê bi temaşevanan re hev naskirin. Di sala 1896an de di meha Gulanê de operatorên Braderên Lumiere digihijin Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA). 29e Hezîrana 1896an de gelê New Yorkê bi sînemayê re hevnas dibe. Lê ev filmên pêşî yên ku Biraderên Lumiere bi mirovan dan nîşandan kurtefilm û belgefilm bûn. Ev film reş û spî bûn. Heman dem ev film bêdeng jî bûn.
Filmên Braderên Lumiere yên ku di dîroka sînemayê de cara yekem hatine kişandin û nîşandan ev in;
- Sortie de I’usine Lumiere a Lyon (Karkerên Ku Ji Kargeha Lumiere Ya Li Lyonê Derdikevin)
- Querelle de Bebe (Tekoşîna Zarokê)
- Bassin de Tuileries ( Hawizê Tuileries)
- L’arrivee d’un Train ( Hatina Trenêkê)
- Le Regiment (Leşkerî)
- Marechal Ferrant (Nalbend)
- Partie D’ecarte (Lîstika Kaxezan)
- Mauvaises Herbes (Geya)
- Le mur (Dîwar)
- La mer (Derya)
Ev her deh film cara peşî li salonekê bi biletan ji temaşevanan re hatine nîşandan. Ji xwe ya ku ev nîşandan wek destpêka sînemayê nîşan dide jî ev peşkeşkirina profesyonel e. Braderên Lumiere bi deh filmên xwe ku temaşevanan pere bê dabûn, pêşedaneke filman cara yekem bi awayekî profesonel kiribûn. An na beriya van filman jî li deverên cûda film hatine kişandin. Li DYA Edison, li Elmanya Max Skladanowsky, li Britanya William Friese-Greene di demenên nezî hev de alava ku wêneyên bi hareket nîşan dide îcad kirine. Ev kesên ji welatên cûda alavên cûda îcad kirine. Lê cara yekem bi awayekî ku bi pere pêdayîbin ji hêla Braderên Lumiere ve hatiye li dar xistin.
Filmên pêşî bi awayekî sirûştî dîmen ji jiyana civakî dihatin qeydkirin. Lê filmên ku çîrokên wan heye cara yekem Georges Mêliês (1868-1938) çekiriye. Filmên ku bi çîrok an ku bi senaryo cara yekem ji hêla Georges Melies ve hatine kişandin. Beriya wî tev bi awayekî dokumenterî bûn. Bi taybetî kamera bêtevger bû. Dîmen ji jiyana rasteqîn bûn. Listikvan û planek tê de nebû. Lê piştî ku Melies bi senaryo film kişand edî ji bo filmekî mijarek û senaryoyek lazim bû. Ji bo ku ev mijar werê şîrove kirin listikvan û sirûşt lazim bû. An ku her pêşketina sînemayê bi xwe re pêdiviyên derxistin meydanê.
Mêlies; mijara filmên xwe dinivîsand, sahne xêzdikirin û dûvre dixistin film. Bi vî awayî sînema ber bi kemalbûnê ve dimeşiya. Di sala 1903an de sînema gihişt asta filmên bi mijar. Di vê bazarê de Braderên Lumierre netêgihiştin vê aste. Heta vê salê film bi tevahî li ser dîmenên jiyana rasteqîn bûn. An kû wek dokumenterekî mijara xwe raste rast ji jiyanê digirtin. Lê piştî sala 1903an êdî sînema berê xwe da çîrokan an ku senaryoyan.
Piştî ku filmên bi çîrok derketin sînemayê berê xwe da edebiyatê. Ji ber ku çîrok û destan û roman û berhemên tiyatroyî ji bo senaryoyên filman genciniyeke bêhempa bû. Di demên peşî yên sînemayê de jî tekîliya sînema û edebiyatê derdikevê berçav. Gelek çîrokên Jules Verne û yên nivîskarên dî ji bo senaryoyan metnên berdest bûn. Pirtûkên wek Gera Heyvê, Jeanne d’arc, Sîndirella, Dibin Deryayan De 20000 Fersah ji bo filmçêkeran genciniyeke heja bûn. Ev pirtûk ji bo sînemageran wek senaryoyan dihatin veguhestin û ev film gelekî bala mirovan dikşêndin.
Sînema rêwingiya xwe ya pêşketinê bi xebatên cuda meşand. Piştî demekê êdî sînemageran li mijar û tiştên cûda geriyan. Sînemayê de filmên henekan di sala 1907an de ji aliye lîstikvan Max Linder (1883-1925) hatin naskirin. Di sala 1908an de filmên hunerî derketin. Heta vê salê film ji bo mirovan dilşa bike û sînemager ji wan debara xwe bikin dihatin kişandin. Lê piştî sala 1908an pê ve filmên hunerî an ku bi armanca estetîkê hatine kişandin derketin meydanê. Yek ji van xebatan jî filmên kartonî bûn. Yekemîn filmên kartonî ji hêla Emile Cohl (1857-1938) 17ê Tebaxa 1908an ve hatiye çêkirin.
Bêguman filmên sînemaye çiqasî li cihanê belavdibû aboriyek jî bi xwe re avadikir. Kesê ku sînema wek bazirganiye bikar aniye Leon Gaumont (1863-1946) e. An ku sînema bi xwe re endustriyek ava dikir. Piştî sala 1905an pê ve ji bo filman salonên sînemaye vebûne. Li DYA salona sînemayê ya yekemîn 1902yan de li bajarê Los Angeles vebûye.
Piştî Şerê Cihanê Yê Yekem du sînema pêşketin. Yek sînemaya Rus ya dî sînemaya Elmanan bû. Piştî şer sînemaya Îngilîz, Îtalî û Franseviyan hilweşiyan. Her çiqas sînema bi giştî ji Fransa li dinyayê belavbû be jî, bi peşketinên nû û bi saya tekçûnên şer Elmanya wek tolhildanekê berê xwe da sînemaye û sînemaya xwe pêşde bir.
Bi zêdebûna temaşevanên sînemaye û bi daxwazên temaşevanan êdî filmên direjtir hatin kişandin. Yekemîn filme metraj direj Qua Vadis (Enrico Giazzoni, Cines) di sala 1913an da li DYA hate nişandan.
Sînema berhemeke di nava mercên dema xwe de ye. Sînema li DYA ji hêla rewşenbîran ve wek şahiyeke gel ya piçûk dihat dîtin. Sînema bêdeng bû û DYA wargeha penaberan bû. Ev penaberên ku ji welatên cûda cûda dihatin DYA bi saya sînemaya bêdeng dema xwe bi şahî û xweşî derbasdikirin. Bi vî awayî penaberan travmaya biyanîbûnê ji ser xwe tavetin. Sînema ji bo penaberan bû tişta xwe jibîrkirinê.
Cara yekem filmê bireng ji hêla Edward Raymond Turner ve di sala 1902 hatiye kişandin. Ev rastî van salên dawî hate kifş kirin. Sînemayê bi filmên bêdeng dest bi rêwingiya xwe kir. Dûvre sînemaya bideng derket. Ev filmên pêşî ye birenk piştî ku teknolojiya îro gihaşt asta xwe yê bilind bi alavên teknolojik renkbûna wê hate xuyakirin.
Em dikarin dîroka sînemayê bixin du beş. Beşa yekemîn Serdema Sînemaya Bêdeng. Beşa duyemîn Serdema Sînemaya Bideng.


