Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 22»Ji Edîtor 22
Hejmar 22

Ji Edîtor 22

EditorBy Editor19/10/2023Updated:02/05/2026Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Silav xwînerên hêja.

The Hall Kurdî gihîşt hejmara 22an.

Di meha Cotmehê de bergê kovara me Dayîkên Şemiyê ye. Li Londonê 17 sazî ku ji xwe re dibêjin Yekitiya Hêzên Demokratîk ji bo piştevaniya Dayîkên Şemiyê bikin di 7ê Cotmehê roja Şemiyê de bi boneya hefteya 967an li qada Trafalgarê çalakiya rûniştinê lidar xist. Wekî tê zanîn ji sala 2018an vir ve hêzên aşayîşê li Stenbol û Amedê û nahêlin ku çalakiya Dayîkên Şemiyê bi rê ve biçe. Tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn mafê rewa ya civîn û xwepêşandinê tê astengkirin. Çalakî hem bo rexnekirina vê rewşê û hem jî nîşandana piştevaniyê bo dayîkên şemiyê hatekirin. Agahîyên bêtir di derbarê vê çalakiya rûniştinê de ku li gelek bajarên ewropayê bi hevdemî hate kirin, di nûçeya me de heye.

Lêkolîner û nivîskar Necat Zivingî di gotara xwe ya vê mehê de balê dikşîne ser travmayeke kurdan: Dawet daweta mîran, agir ketîye feqîran.

Nivîskar Konê Reş vê mehê li ser helbestvanê Kurd ê gewre Cegerxwîn de nivîsî.Di 22 Cotmehê de 39 sal di ser koça wî ya dawî temam dibe. Mamoste Konê Reş bo wî wisa dibêje: Piştî 39 Salan, Hê jî Cegerxwîn dibistana ziman û kurdewariyê ye.

Rojnamevan Ercan Dag derheqê Kurdên Anatolyaya Navîn bi nivîskar, lêkolîner û bijîşkê Kurd Fîkret Yildiz re hevpeyvînek kir: 300 Sal di ser Sirgûnkirina Kurdên Anatolyaya Navîn Derbas Bûn Lê Kurdeyatî Jê Neçû. Yildiz mebesta van sirgûnkirina wiha bilêvdike : Xwestin di ser vê sirgunê re hêz û yekîtiya eşîr/mîrektiyên Kurdan bê şikestin. Armanca herî mezin a koçkirinê têkbirina yekîtiya siyasî û civakî ya Kurdan e.

Çîroknûs Rengîn Amêdî ji bo vê hejmarê çîrokeke nû nivîsî: Di gerdûneke din de du hespên şeşrengê. “Di gerdûnên paralel de, herdem jin û mêrek beramber  hilbijartinekê ne ku jin têde destpêşxer û rêzan e.”

Nivîskar Muqades Agirî gotarek li ser Sûsika Simo amade kir. Stêrka Elegezê: Sûsika Simo.

“Sûsika Simo, ligel têkoşîna bi civakê re dibe yekemîn dengbêja Kurd ya li Sovyeta Berê. Di sala 1946›î de bi cilên xwe yên kevneşopiya Kurdan, derdikeve ser dikê û kilamên bi Kurdî û Êrmenkî dibêje.”

Di beşa danasîna pîrtûkan nivîskar Faîk Ocal romana Bendewarên Adarê ya Mehmet Ronahî ji me re hazir kiriye. “Bendewarên Adarê mîna navê xwe li ser demsalan ava bûye. Roman bi sibeha yekê adarê destpê dike û dîsa tam saleke din di sibeha yekê adarê bi dawî dibe. Bûyerên romanê di gundê Îbika, li bajarê Amedê û Stembolê de derbas dibin.”

Li ser daxwaza wan em di vê hejmarê de 3 pirtûkên nû weşîyayî yên Pall Weşanê didin nasîn. Navê pirtûkan wiha ne:

  1. Pirtûka Baranê, Armîn Temerzade
  2. Surra Hisretê û Çend Helbestên Din, Elîxanê Memê, Amadekar: Ferec Koyistanî
  3. Heft û Heştên Mirinekê, Înan Eroglu

Hejmara bîst û diduyan bi Fotoşiroveyê temam dibe. Wênegir Dilazad Art dîsa 2 wêneyên xwe bi me re parve kirin.

  1. Li Ser Dîwarekî Şopa Şerê Xendekan
  2. Mayîn Di Navbera Nisêbîn û Qamişlo De

Heya hejmara din bimînin bi kurdî re.

Cotmeh 2023 Editorya Erol Başak Hejmar 22 Ji Edîtor Jimar 22 Kurd Kurdî Nameya Edîtor The Hall Kurdî 22
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Editor

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.