Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Kurdistan»Ji Evîna Rojên Kevin, Ez û Aramê Tigran
Kurdistan

Ji Evîna Rojên Kevin, Ez û Aramê Tigran

Konê ReşBy Konê Reş09/08/2026Updated:02/09/2026Şîrove tune ye6 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Di rojek wek îro de, 9ê meha Tebaxê 08/08/2026, berî 17 salan hunermendê navdar yê Ermenî Aramê Tîgran ji nav me bar kir.. Wek rêzgirtin û wefadarî ji bîranîna wî re, bi min xweş e ku ez wî, wek ku min ew dîtiye û naskiriye, bi we bidim naskirin.

Di sala 1965an de dema ku ez ji bo xwendinê, ji gund hatim Qamişlo. Hingê min navê Aram Tîgran sehkir ku ew hunermend e û digel grûpa xwe şahî û ahengên Kurd, Ermen û Siryanan û Erebî li Qamişlo, Dêrikê, Hesekê û Amûdê li dardixîne û stranan dibêje. Berî sehkirina navê wî, me navê çend neferên ermenî yên ku stranan bi Kurdî digotin bihîstibû. Wek: Garabêtê Xaço, Milkonê Nadir, Bîdrosê Ermenî û çend dengbêjên Ermen yên din jî hebûn ku stran bi Kurdî digotin. Lê Aramê Tîgran û grûpa xwe ya muzîkê gaveke nû bû di vejandina stran û muzîka Kurdî de. Grûpa wî ji van çend kesan pêk dihat: Sako, Sîrop..û gelek amûrên muzîkê bikar tanîn wek Dahola biçûk, Cimbiş.. Her wiha gelek cûreyên govend û dîlanên Kurdî li ber dengê wî û grûpa mûzîka wî dihatin gerandin wek: Halayê, Şêxanî, Çeçanê.. Ji wan ev strana reqsê:

“Wille govend ranabe, bille govend ranabe, xwelî li mêrê xerab e radizê şiyar nabe lo lo, lo lo lo lo..”.

Di wê salê de 1965, ez di sinifê Heftan de bûm, hunermend Mihemed Şêxo jî di eynî dibistana Elerûba de dixwend. Ji ber ku dibistan nêzîkî mala Aramê Tîgran bû, ew carcaran dihat nav xwendevanên dibistanê. Hingê jî destpêka Mihemed Şêxo û lêdana tembûrê bû. Lê Aramê Tîgran hem bi temenê xwe û hem bi hunermendiya xwe wek ku min gotiye di nav xelkên Qamişlo de naskirî bû. Di wan hatinên wî de, hin caran Aram û Mihemed Şêxo di hewşa dibistanê de li hev kom dibûn û qerf li hev dikirin. Me jî li wan temaşe dikir.. Tê bîra min, carekê Aram ji Mihemed Şêxo re got: Heyv di nav lingên te re xuya dike!

Di sala 1966an de gelek ji hevalên me yên Ermen ku bi me re dixwendin, digel malbatên xwe çûn Hayistanê. Aram jî di nav wan de ji Qamişlo barkir û digel malbata xwe çû Ermenistanê.

Xweş li bîra min e, cihê ku lê kombûn û li otobusan siwar bûn li başûrê dibistanê bû, bi dor sed gavekî. Hingî em qutabiyên dibistanê çûn temaşekirina wan, me li xatirxwestina wan Ermeniyan temaşe dikir. Dor 10 otobus li pey hev rêz bûn, ermenî bi malbatî li wan siwar dibûn; kal, pîr, jin û zarok û xatir ji hev dixwestin û digiriyan. Me dipirsî, wê herin kû? Digotin wê herin Laziqiyê û ji wir wê bi gemiyan herin Hayistanê. Me nizanîbû Hayistan çi ye, li kû ye! Digotin; Hayistan Ermenistan e. Û wiha Aram di wê salê de çû Hayistanê (Ermenistanê). Berî ku here ev strana wî di nav xelkên Qamişlo de belav bibû: Diçim diçim nema têm, ez heyrîm çilo bêm. Lê piştî ku giha Yerîvanê ev stran ji xelkên Qamişlo re şand: Hatim hatim Haystan, gelek xweşe Yerîvan.

Di baweriya min de ev strana wî bêtir ji bo gerimkirin û sorkirina xelkên ermenî bû ku herin Ermenistanê.. Mêzekin ev herdu stranên Aram bi Kurdî ne/ ne bi Ermenî ne. Di baweriya min de propagenda bûn ji bo şêranya çûna Ermenistanê û ev yek xweş nîşane ku wê hingê piraniya Ermenên Cizîrê, bi Kurdî xeber didan, bêtir ji Zimanê Ermenî.

Sebaretî min, wek nivîskar û helbestvanekî Kurd, ez Aramê Tîgran wek hunermendekî Ermen-Kurd dibînim, ji ber ku wî stran û mûzîka Kurdî bi pêş ve biriye û xwe di berde de westandiye. Û ew e yê ku yekemîn car stran li dor hezkirina zimanê Kurdî, ji gotinên helbestvan Şekoyê Hesen gotiye:

Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e.. Zimanê Kurdî

Bi xweş awaz e, letîf û naz e.. Zimanê Kurdî

Beyta Feqî ye, kubra Xanî ye.. Zimanê Kurdî

Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e.. Zimanê Kurdî

Kewkeb çiya ne, kubra teyra ne.. Zimanê Kurdî..

Roja îro, piştî 17 salan ji koçkirina wî, ez destekî bilinid, bi gurzek nêrgizên ku nû li derdola Cizîra Botan dipişkivin ji hunermend Aram Tîgran re pêşkêş dikim. Ev ermeniyê ku wek hunermendekî Kurd di nav gelê Kurd de hatiye nas kirin.. Ma seyr e ku Kurdek stranan bi zimanê ermenî bibêje û di nav xelkên Ermen de nav û deng bide? Wek ku hûn tev dizanin, Aram di nav Kurdan de dengvedaye. Ne tenê wilo û bes.. Wî strana Kurdî bi gotin û awazên nû pêş ve biriye, anku em karin bibêjin ew ji pêşengên strana Kurdî a nûjen e. Wî strana Kurdî ji klasîkiya wê rizgar kiriye û pêş ve biriye. (Tevî dilmaniya ermenan ji Kurdan piştî komkujiya ermenan di roja 24ê Nîsana 1915an de ku hin ji wan Kurdan jî gunehkar dikin..). Hem jî dikarim bibêjim ku, Aramê Tîgran, Cegerxwîn bi me daye naskirin, bêtir ku em Cegerxwîn di rêka xwendina dîwanên wî re nas bikin. Ji ber ku zimanê Kurdî qedexe bû û her kesî nikarîbû dîwanên Seydayê Cegerxwîn peyda bike û bixwîne. Û wiha bi rêka Aram Tîgran ev gotinên Cegerxwîn: “Şev çû êdî ma tu hew tê lo, ez ranazêm kengî bê te xew tê lo..” li ser zardevê her mirovekî Kurd e.  Ji encamê hezkirina kurdan ji Aram û stranên wî re, roja îro navê wî li sedan zarokên kurdan hatiye kirin..

Belê bi saya Aram hunermendên mîna Seîd Yûsif, Mihemed Şêxo û Mehmûd Ezîz hatin holê. Bêguman wan jî strana Kurdî bi pêş ve biriye.

Aramê Tîgran di sala 1934an de li Qamişlo çêbûye. Destpêka hunermendiya wî, ji Qamişlo bi helbestên seydayê Cegerxwîn destpê kiriye û nav û deng daye. Wek ku min gotiye stran bi zimanê Ermenî, Siryanî, Erebî, Aşûrî û Tirkî jî gotine. Wek ku min gotiye di sala 1966an de çûye Haystanê (Ermenistanê) û jiyana xwe li wir derbas kiriye.. Lê ji sala 1995an û vir de wek penaberekî jiyana xwe li Ewropa di navera Belcîka û Yûnanistanê de derbas dikir.

Aramê Tîgran di roja 08.08.2009an de li Etînayê paytexta Yûnanistanê koça dawî kir û di roja 17.08.2009 an de li Brukselê paytexta Belcîkayê hat veşartin. Sed mixabin ku ew xwesteka wî ya ku divîbû li Amedê bê veşartin, cih negirt û pê re çû gorê.

Bi min xweş e bêjm ku di roja 08.08.2010an de, bi helkeftina ku salek di ser koçkirina wî re derbas bû, min û mamoste Derwêşê Xalib û Kesrayê Cegerxwîn (Kurê Cegerxwîn) em çûn mala Serkîsê Tîgran (Bavê Dîko), birayê Aramê Tîgran li Qamişlo, me gurzek gulên spî wek wefadarî ji giyanê Aramê Tîgran re, radestî wî kir û wek dilxweşiyê ji birayê wî Serkîs re, her yekî ji me bîranîn û baweriyên xwe derbarî Aramê Tîgran û rola wî di parastina zimanê Kurdî û pêşxistina stran û muzîka Kurdî de anî ziman. Bêguman ew bîranîna yeksaliya koçkirina Aramê Tîgran li mala birayê şermok bû. Lê gazin bê fêde ne.. Sed mixabin.. Em çi bikin! Wek ku Kurdan gotiye: Itar ji tûrikê xwe xeber dide.

Em dûr dibînin, lê destê me kin e! Silav ji giyanê wî bin..

 

Aram Tîgran Mûzîka Kurd
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Konê Reş

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.