Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Antîk Yunan»JI YEK LIBÎ BER BI HEZARÛYEK LIBÎ VE; HINAR
Antîk Yunan

JI YEK LIBÎ BER BI HEZARÛYEK LIBÎ VE; HINAR

Salomé CizrawîBy Salomé Cizrawî07/01/2025Updated:08/01/2025Şîrove tune ye7 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Mîtolojî, çavkaniyên xwerû yên welê ne ku enerjiya me ya jiyanê li ser piyan dihêlin. Ew riyeke sembolîk nîş dikin da ku însan vegerin bingeha xwe. Di seranserê tarîxê de însan, wextê ku tabîatê şîrove dike, serî li şênberkirin û bi dewsa însankirinê dixe. Wextê ku nedikare hinek tiştan di hişê xwe de bişekilîne, hingê van hêz û tiştan dişibîne giya û ajalan. Digel van şibînan şîrovekirin pêk hatiye. Her weha ev şîrove jî koka mîtolojiyê anîne pê. Mîtolojî û xweza di nav hev de ye. Ew hin giya û meywe di çîrokên mîtolojîk de cih digirin. Ew meywe ji bo Xweda û Xwedawendeyan tên veşandin û her weha ew welê tên pîrozkirin.

Ew çend rojên berê kitêba Hakim Zeyrekê hêja, ya bi navê “Mîtolojiya Botanê û Baweriyên Gel” ji Weşanên Avestayê derçû. Min meraq kir û dest bi xwendinê kir ka ji kengî ve ye ew rîtueline û baweriyên ku li Herêma Botanê hê jî heyî ne, bicihanîna wan çawa ye, di bingeha wan a psîkolojîk, mîtîk û antropolojîk de çi heye… ji wan tiştên ku min xwendin, gelek tişt bi min nas dihat û ew bi nivîsên mîtolojîk têkildar bûn. Bûkên ku beriya bikevin hundir malê di şêmûga derî de hinarê li erdê dixin û dişikînin, wextê ez zewicîm min jî ev yek pêk anî û di her sersalê de me ev yek bi dewamdarî tanî pê. Baş e naxwe, çîroka arketîpîk û mîtolojîk a hinarê dikarîbû çi bûbûya.

Hinar, dikarîbû wateya vejîn, pevşabûn, heyin û zewacê di paxila xwe de bihewanda. Di serdema pêşîn de hinar; ji bo xwedawendeya ax û bereketê Demeter digel vê hindê, ji bo xwedawenda zewacê Hera û xwedawenda evînê Afroditê hatiye veşandin. Hinar sembola zewacê ye û ew bêpayaniya jin û mêr pêk tîne. Ji bo şerefa Demeterê di ayinên biharê yên Eleusis ên ku dihatin lidarxistin, keşîşan ji çilopeyên darên hinarê tac çêdikirin û didan serê wan. Her weha ji bo hebên xwe yên bêhejmar, gelek caran ji bo temsîliyeta bereketa xwezayê dihat bikaranîn. Ev meywe, wekî nîşaneya ku li keştiya Nuh Nebi ya ku mîna rîça însaniyetê temsîl dikir jî dihat pejirandin. Gelekî xwedawend û xwedawende di destan de hinar, bi vî awayî hatine sêwirandin. Wer xuya ye ku bi vê yekê xwestine jiyana xwedawendan têr û tijî bidin nîşandan. Li ser stûnên bi navên Jachin û Boaz yên mabeda Key Silêman jî meyweya hinarê daliqiyaye. Bi emrdayina Yehova, li ser kincên ayinê yên rahîban jî gulên hinarê hatine neqişandin. Hinar li gor kevneşopiyên Cihûyan, wekî nişana refah û jînê, di êvara serê salê (Roş Haşana) tê xwarin. Hinar li gor Yewnaniyan, ji xwîna xwedawendê tirî û şerabê Dionysosê ji hêla ejdiyayan ve hatibû kuştin ê ku û paşê jî beriya ji hêla dayika Jupiterê, Rheiayê ve were nûvejîn, pijiqiye.

Di Zerduştiyê de hinar, zayin, nemirî û dewlemendiyê nîşan dide. Di rîtuelên zewacê û torenên pêbawerîanînê yên zerduştan de hinar hatiye bikaranîn. Hinara ku heya dawiya salê de hêşin dimîne, temsîliyeta nemiriya ruh, di nav yek hinarê de hebên bi hezarî jî nîşana dewlemendî û refahê dida. Dîsa, lê tê hizirîn ku di tarîxa Sumeriyan de dara Huluppuyê bi dara hinarê re bûye wekî hev û ew her tim dara hinarê aniye bi bîr. Di nivîsên bizmarî yên kevnare de ew peyva ku “GIŞ. NU.UR.MA.” wekî dara hinarê tête hesabandin. Xwedawende İnanna nîşana, evîn, zayin û jinîtiyê ye. Di çavkaniyên Asuriyan de jî, hinar, xwedantaybetmendiyên ji hev in. Hinar, di çanda kevnare de jin nîş kiriye. Di mîtolojiya Yewnanî de hinar ji gelekî jinan re bûye nav û hatiye lêkirin. Navê bajarê “Side” ê ku tête wateya hinarê, yek ji van mînakan e. Meyweya pîroz a serekexwedawendeya Sideyê jî hinar e. Bawerîpêanîna ji Herayê welê bû, wê çavdêriya jinan, birêkûpêktirkirina jiyanê, parastina zayin û dayikiyê dikir. Ew Xwedawendeyeke welê bû. Sembola Herayê jî hinar e. Ew weha tête sêwirandin, ew li ser textekî bilind pal daye û di dest de hinar û şiva wê ya ku ji qûbebazê pêk tê. Hinar, hêz û heyina hêza Xwedawendeya Herayê temsîl dike. Ew bi hêlekê ve jî tenduristî û zêdebûyinê sembolîze dike. Balkêş e ku di mîtolojiyê de pêkhatina demsalan jî xwe dispêre hinarê. Ev hîkayet çawa ye, ka kerem bikim em pev re bixwînin:

Persephone wekî keça xweşiktirîn a Xwedawendeya bereketê, wekî keça Demeterê tête zanîn. Hîç navê ku em qala bavê wê bikin. Bavê wê Zeus e. Dê û keç gelekî hezkiriyên hev in. Xwedawendê miriyan Hades, wextê ku çav bi Persephoneyê dikeve, hingê yekcar dikeve bin tesîra ciwaniya wê û enerjiya wê ya jiyanê. Wextê ku bi xwe nikare û serî li ber diketîbûna xwe ditewîne, ji bo ku wê bîne nik xwe planekê saz dike. Rojek ji rojan, wextê ku Persephone digel hevalên xwe li çardor digere, hingê radihîşe û nêrgisekê diqurifîne. Erd vediqelişe, ew Xwedawendê binerd, Hades ji binî dertê serrûyê erdê. Xwe li wê dipiçikîne û wê bi xwe re dibe binê erdê. Hejkera keça xwe Demeter, wextê ku bi wendabûyina wê dihese, diçe ba Zeus û cihê wê bi cih dike. Xwedawendeya bereketê hewçend bi Hades de diqehere ku, bîryar dide dike da ku Xwedawendan ceza bike. Demetera ku ji bo wendabûyina keça xwe silbûyî ye, heya ku keça wê bête dîtin û ew wê careke din bibîne, yekcar astengî li ber gihîn û dayina meyweyan çêdike û xela radibe. Zeus ji bo ku berê vê xelayê bigire dixwaze yên li dijî hevûdu ne, li hev bîne, lewma jî vê yekê teklîf dike. Tevî Demeterê diçin keyetiya Hades. (Her weha ew kesên ku berê nivîsên min xwendibin ê bizanibin ku min berê behsa keyetiya Hades û zarokên wî û Persephoneyê kiribû.) Zeusê ku aştîxwaz e welê dibêje “divê Persephone salê bi qasî 1/3 li cem Hades û yê ku li pey mayî yanî 2/3 jî li cem Demeterê bimîne.” Hadesê ku dile wî dikeve ber pêla gumaniyê hest pê dike dê Demeter vê şertê bi cih neyine.

Hingê wekî bîranîn, hebên hinarê bi wê dide xwarin. Ew kesên ku xwendibûn dizanin, ji welatê miriyan kî tiştekî bixwe, ne mumkun e ji wê bi der bikeve. Lê Zeusê ku dibîne Demeter çiqas hêrsa wê xurt e û di dawiyê de dê gelek tiştî bi xwe re xirab bike, bi Hades re li hev dike û mecbur dimîne da peymanekê deyne. Li gor vê peymanê Persephone dê nîvê salê bi Hades re bimîne û dê digel wî desthilatdariya binê erdê bike. Paşê dê ew dema libermayî ye jî bi diya xwe re bibûrîne. Di Yewnana Kevnare de mît bidemsalguherînê ve hatiye têkildarkirin. Her weha, ev yek welê tê qalkirin, wextê ku Persephone, digel Hades be zivistan; wextê ku digel diya xwe be havîn e. Tevî vê yekê di vê mîtê de Persephone bi xwarina hebên hinaran xwe feda dike ji bo Hades, ev balkêş e. Ev nîşana bihevûdugirtina xurtbûna zewacê ye. Dibe ku wextê kes dizewicin, berî ku bikevin hundir, di şêmûga derî de bi şikandina hinarê vê têkiliyê tînin pê.

Her weha, Jinên Yewnanî li ser vê mîtê cejneke ku wan pîroz dikirin jî hebû. Jinan di wê cejna bi navê Thesmophoria ku heyşt roj didomiya de, ji mêrên xwe bi dûr diketin û ji nû ve bihevrebûna dê û keçê pîroz dikirin. Li Cizîrê di nav heftiyê de rojek dihat diyarkirin û di wê rojê de jin diçûn mala diya xwe, heya eşayê bi dayikên xwe re wext dibûrandin. Di van demên dawîn de mêr jî tevî wan dibin êdî. Bêyî ku yekcar bi vê mijarê têkildar be min xwest wekî jêrenotekê ew jî li vir be.

Bi hêviya nivîseke dîtir û hevdîtinê.

Silav û hurmet.

hinar
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Salomé Cizrawî

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.