Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 24»Jîla Huseynî: Berbanga Tarîtiyê
Hejmar 24

Jîla Huseynî: Berbanga Tarîtiyê

Muqades AgirîBy Muqades Agirî01/12/2023Updated:07/12/2023Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Jîla, jiyan û bûyerên der dorên xwe kiriye mijarên helbestên xwe. Ew pirsgirêkên civakê radixe ber çavan. Derûniya civak û jinê, bi hîsên kûr dide der. Bi taybet berxwedana jinê tîne ziman.

Li her derê cîhanê, jiyan û berxwedana jinan bêguman zehmet e. Hin nivîskarên jin, bi rêzikên xwe bûne dengê jinan. Yek ji van jinan, helbestvana Kurd Jîla Huseynî ye.

Jîla Huseynî, di sala 1964’an de, li bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê jidayik bûye. Keça dadger û zana Mehran Huseynî ye ku xwediyê pirtûkxaneyeke dewlemend bû. Her wiha bapîrê bavê wê Şêx Evdilqadir, helbestvan û dengbêj bû. Malbata wê, bi wêjeyê re eleqeder bûn. Jîla di bin siya bavê xwe de bingeha wêjeyê danî. Jêhatîbûna Jîlayê di dibistanê de jî, berbiçav bû. Ew di demeke kin de bala mamosteyê xwe yê wêjeyê kişand.

Jîla, di temenê xwe yê 15 salî de, dest bi helbestnivîsînê dike. Ew her wiha endam û damezînera ‘Encûmena Wêjeyî ya Mewlewî Kurdî’ li bajarê Sine bû.

Wê tevahî emrê xwe, bi xwendina pirtûkan, nivîs û lêkolînê ve derbas kir. Di temenê xwe yê kin de, ji bo wêjeya Kurdî xebatên xurt û bi bandor li pey xwe hişt.

Helbestvan Şêrko Bêkes, ji bo Jîlayê wiha dibêje: “Helbest evîn bû û ew jî evîndar bû.”

Helbestvana Kurd, ligel şert û mercên civakê yên zagonên hişk, di helbestên xwe de rih û rastiya jiyana jinê, bi awayekî vekirî destnîşan dike.

Jîla di helbestên xwe de cih dide mijarên wek jin, şîret, evîn, lava…

Ji wê dema ku te keçek nazdar
Kir bûka ber mala xwe
Dexîla te me
Agahdarî wê be
Tu bîna tiliyên min neke
Li ser guldan
Taq û pencerên xwe
Eger ji te re got:
“Bîhna gulek weriyayî
tê difna min”
Bêje:
“Giyanê min
bawer bike ji bilî te
tu gul tune li vê cîhanê.”
Tu neke û navê min hilde û bextewariyê
Li oda xwe tengezar bike!
Eger bû û te jinek dît
Bejna wê bi xewê xemilandî be
Çavên wê kiz û xembar bin
Lêvên wê ziwa û qelişî bin
Û te ez pê şibandibim
Neveciniqe
Nebêje wêneyê vê hejarê
Di albûma raburiya min de

Jîla di helbestên xwe de êşa evînê jî zehf xurt diherikîne ser risteyan.

Çav li çavêt naterikînim
Nîgam çolekey tersawî bî laneye
Her bi tenya
Le naydaristanî çerî nîgaye tu da
Aram egirî
Seyrem bike
Çav li çavim metrowkîne heta ku şev
Çûn ku çav im
Çend mandobî
Çend bîzar û dilşikaw û sedpare bî
Her şev dabî
Çîrokeyek tazey pîyew
Melikanî daristanî nîgat
Biaramî ekate xew

Jîla di destpêkê de helbestên xwe bi zimanê Farsî dinivîsîne lê paşê her bi zimanê Kurdî dinivîsîne.

Jîla, jiyan û bûyerên der dorên xwe kiriye mijarên helbestên xwe. Ew pirsgirêkên civakê radixe ber çavan. Derûniya civak û jinê, bi hîsên kûr dide der. Bi taybet berxwedana jinê tîne ziman. Meriv di şexsê wê de hêstên nazik, dilşikestî û hesas ên jinê di risteyên wê de hîs dike.

Di sala 1996’an de ji bo ku helbestvanê kurd Şêrko Bêkes bibînin, dema ber bi Tehranê ve diçin Jîla û keça xwe ya dehmehî Jîna, di rûdaneke qezaya trafîkê de canê xwe ji dest didin. Ew kurekî bi navê Ramîn û keçeke bi navê Bihar Zohre li pişt xwe dihêle.

Berhemên Jîla Huseynî

  • Geşey Evîn (helbest 1995)
  • Qelay Raz (helbest 1998)
  • Berhevokek helbestên zarokan nehatiye çapkirin.

Hejmar 24 Helbest Helbestvan Jîla Huseynî Jimar 24 Kanûn 2023 Kurd Kurdî Muqades Agirî The Hall Kurdî The Hall Kurdî 24
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Muqades Agirî

Nivîskar,Brîtanya. Agirî. Muqades Agirî, li navçeya Dutaxê ya Agiriyê hatiye dinê. Heta Lîseyê li Dutaxê xwendiye. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa Ziman û Wêjeya Erebî di nîvco de hiştiye. Li Zanîngeha Yuzuncu Yil Beşa Karsaziya Turîzmê qedandiye. Di sala 2014an de, li Zanîngeha Anadolûyê beşa Karsaziyê bi dawî kiriye. Sala 2017an, li Zanîngeha Artûklûyê Lîsansa bilind a Ziman û Çanda Kurdî qedandiye. Di rojnameya Azadiya Welat de edîtorî kiriye. Li ser malperan gotar û nivîsan dinivîse. Niha li Birîtanyayê jiyana xwe didomîne. Berhemên wê: -Dilê Kûvî –Helbest, 2016 Weşana JJ/ Amed -Hestên Xalî -Helbest, 2021 Weşana Payîz/ Amed

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.