Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 19»Keştiya Binavê OceanGate Tîtan çima têk çû?
Hejmar 19

Keştiya Binavê OceanGate Tîtan çima têk çû?

DigiKurdBy DigiKurd12/07/2023Updated:12/07/2023Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Beriya çend hefteyan mijara tevahiya cîhanê keştiya binêavê Tîtan bû. Şîrketa OceanGate ji bo seferên gerûgeştê yên binavê demeke dirêj e xebatan dike. Tîtan yek ji wan keştiyan e ku ji bo çûnhatina keştiya Tîtanîkê hatibû çêkirin.

Tîtanîk ji roja ku noqî avê bûye heta niha bala mirovan dikişîne. Kesên meraqdar dixwestin bi riya Titanê keştiya Tîtanîkê hêj nêz ve bibînin. Lê ev ger bi ser neket. Keştiya biçûk a binê avê bi 5 rêwiyên xwe di bin avê de hilweşiya.

Ceoyê OceanGate ê Stockton Rush di gelek bernameyan de behsa Tîtanê dikir. Tîtan bi navîna xwe tîtanîum, bi rûbergê xwe jî ji karbon-fîberê hatibû çêkirin. Wekî din Tîtan bi awayekî hêsan bi riya kumandayên lîstikan dihat birêvebirin. Ev yek bala gelek kesan dikişand. Wekî din Tîtan tenê têra 5 kesan dikir. Di nav keştiyê de cihê rûniştinê û heta paldankek jî tunebû. Tenê paceyeke biçûk û oksîjenê têra 5 rojan hebû.

Keştî tevî hemû rîskên di binê avê de noqî avê bû û berê xwe da bermayiyên Tîtanîkê. Tîtanîk di 3 hezar û 800 mîtro binê avê de ye. Ev yek bi tena serê xwe xeterekeye mezin bû. Lewra her ku biçin kûrahiya avê fişar zêde dibe. Fişara li derdora Tîtanîkê 6 Hezar psi ye. Ev fişar tenê dikare hesinan hûr bike.

Keştiya Tîtanê ji bo wan hemû rîskan hatibû amadekirin û wisa dihat gotin. Lêbelê keştiya binavê gava nêzî Tîtanîkê dibe ji nişka ve hildiweşe. Ango fişara behrê wê dipelçiqîne. Tenê di çend mîlîsaniyeyan de keştiya binavê pûç dibe. Mirovên têde jî hûr hûr dibin. Ev fişara zêde nahêle mirov bi mirinê jî hîs bike.

Tîtan her çiqas ji tîtanîumê hatibe çêkirin jî ji bo seferên wisa xeternak nehatibû pêşxistin. Wekî din tê zanîn ev keştî tu destûreke saziyên lêkolîner û venêr negirtiye. Ev yek jî yek ji sedema vê hilweşînê ye.

Ji 5 kesên di nav keştiyê de 3 kes rêwî bûn û ji bo wê seferê bi qasî 750 hezar dolar pere dabûn.

Keştiya tîtanîkê piştî 100 salan jî bû sedema mirinan. Yekîneyên behrê yên Emerîkayê bermayiyên keştiya Tîtanê dîtin. Hat zanîn di nav de hin partîkûlên mirovan jî hene. Niha keştî tê lêkolîn û wê bê zanîn ku şaşiya mezin a keştiya Tîtanê çi ye.

Bi hilweşîna Tîtanê careke din piştrast bû ku behr him xweşik him jî xwedî rîskên mezin e. Fişareke bi qasî 6 hezar psi (450 bar) dikare hilweşîneke çawa pêk bîne.

Ku we hilweşîna di bin avêde meraq kiribe hûn dikarin wek (implosion) bigerin û li vê vîdeoyê temaşe bikin. Di vê vîdeoyê de behsa hilweşîna di bin fişara astmosferê de tê kirin.

DigiKurd Hejmar 19 Jimar 19 Kurd Kurdî The Hall Kurdî 19 OceanGate Tîrmeh 2023 Tîtan
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
DigiKurd
  • Website

Lêkolîner, Washington DC

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.