Bi min xweşe ku ez di vî gotarî de hin ji bîr û baweriyên xwe li dor 100 saliya serhildana Araratê, komkujiya Geliyê Zîlan û rola kurdên Rojava di vê serhildanê de ji xwendevanên kovara The Raising of Kurds re bînim ziman.
Wek ku diyare piştî serhildana Şêx Seîdê Pîran di sala 1925an de û bidarvekirina wî û 46 hevalên wî re li Amedê, ku va 100 sal derbas bû, di pey re serhildana Araratê di salên (1927-1931) de dest pê kir. Motka vê serhildanê li Binxetê/ gundê Dugirê hat danîn. Û bingehê wê bi damezirandina komeleya Xoybûnê re di roja 5ê Çêriya Pêşî 1927an de li Libnanê, bajarê Bhemdûnê, bi alîkariya Ermeniyan hat eşkerekirin. Ji hîmdarên Xoybûnê li Libnabê: 1- Mîr Celadet Bedirxan 2-Memduh Selîm Begê Wanî 3-Elî Riza Efendî (kurê Şêx Seîd) 4-Dr.Şukrî Mihemed 5-Fehmî Beg (katibê Şêx Seîd) 6-Kamîl Efendî 7-Kerîm Efendî 8-Tewfîq Efendî 9-Haco Axa (Serokê eşîra Hevêrkan) 10-Emînê Ehmedê Perîxanê (Serokê eşîra Reman)
11-Bedreddîn (Serokê eşîra Hebisbinî) 12-Bozan Şahîn Beg 13-Mistefa Şahîn Beg (Serokê eşîra Berzan) 14-Ehmedê Abdurrehman Axa 15-Abdulla Cezrawî. Û Nîşana generalîyê dan Îhsan Nûrî Paşa, ku serokatiya Şoreşa Agirî bike.
Di encam de şervanên azadiya Kurdistanê xwe li dor komeleya Xoybûnê dane hev. Wan herêmek baş mezin bi navê Kurdava rizgar kir, rojnameyek bi navê Agirî weşand, Ala Kurdistanê li ser çiyayê Araratê bilind kir. Ev Ala ku Mîr Emîn Alî Bedirxan û hevalên xwe di sala 1919an de rengên wê bijartibûn û yekemîn car di sala 1921an de, ji rex şehîdê leheng Elî Şêr û hevalên wî ve li ser çiyayê Qoçgêrê hatiye bilind kirin û duyemîn cara, wek ku min got di sala 1927an de ji rex şehîd general Îhsan Nûrî Paşa û lehengên Xoybûnê ve li ser çiyayê Araratê hatiye bilind kirin. Sed mixabin ku Komkujiya Geliyê Zîlan, ya ku qet nayê jibîrkirin di nav salên serhildana Agirî de rûdaye. Dengbêjên Binxetê jî gelek stran avêtine ser vê komkujiyê.
Sebaretî welatparêziya eşîrên Beriya Mêrdînê li Binxetê û girêdanên wan bi Kurdperwerên Kurdan re, li nav kaxetên xwe yên kevin vegeriyam. Di nav wan de çav bi çend çavpêketinên xwe yên ku min ji berî 35 salî ve, li ser dawxaza Prof Dr. Celîlê Celîl bi çend kalemêran re kiribû, ketim. Yek ji wan kalemêran Hecî Hesen (Bozo) mixtarê gundê Tûkê bû, yek Hecî Kevir bû, yek kirîvê min Hesenkê Bavfilleh bû û yek apê min Silêmanê Xelîl (Silo) bû. Van rehmetiyan çîroka civîna Axayên Beriya Mêrdînê li gundê (Bilêqiyê) bi rêveberiya Ûsivê Qaso axayê eşîra Bûbilana ji min re got. Civîna wan, ji bo alîkariya şoreşa Agirî û destdanîna ser qereqola gundê Serçixanê û Darê, kêm zêde wiha ji min re gotin:
– 1 – Di bihara 1928an de, li ser daxwaza mezinên Kurdan ji bo Kurdîtiyê û alîkariya Kurdên çiyayê Araratê bi Tirkan re- di baweriya min de, ev mezinên Kurdan Komeleya Xoybûnê bû û serhildan ya General Îhsan Nûrî Paşa bû- Axayên Binxetê û Serxetê li gundê Bilêqiyê/ Binxetê, bi rêveberiya Ûsivê Qaso axayê eşîra Bûbilana civiyan. (Hingî gundê Bilêqiyê di bin destê axayê Bûbilana Ûsivê Qaso de bû). Civîn li mala Simê Hesenkê yê ku yek ji axayên eşîra Milan bû, pêk hatibû.
Ji Axayên eşîran yên ku di wê civînê de beşdar bibûn: Evdiyê Xelo Axayê Mêrsîna, Îbrahîmê Mehmûd Axayê Temika, Şakirê Mihê Axayê eşîra Koçeka, Ehmedê Silêman Axayê Omeriya (Hingî ji ber Tirkan reviya bû, li gundê Niqare bû), Emînê Ehmedê Perîxanê Axayê Rema (Hingî ew jî ji ber Tirkan reviya bû, xwe li gundê Dugirê malbata Ebês girtibû û yek ji damezrênerê komeleya Xoybûnê bû), Hesenê Haco Axa (Bavê wî Haco jî, yek ji damezrênerê komeleya Xoybûn bû), Silêmanê Ebês Axayê Dorika, Seîd Axayê Diqorî, Silêmanê Zerokê mixtarê gundê Hermê Şêxo.. û çend navdarên eşîra Bûbilana wek; Xelefê Gedo, Silê Neyo, Begendiyê mala Evdile, Ehmedê Evdo û gelekên din..
Civîna wan li gor biryara Komeleya Xoybûnê bû ku herêma xwe ya ku di navbera Nisêbîn, Amûdê, Darê û Mêrdînê ji destê Tirkan rizgar bikin û xeta tirêna Almanî ya ku çek û artêşa Tirkan di ser re derbasî şerqê (Kurdistanê) dibû, xera bikin û herdu pirên tirênê li gundên Çûva û Zorava biherifînin, da ku Kemalîst êdî nema karibin derbasî şerqê bibin. Û di encam de, şer ji ser şervanên Araratê sivik bibe.
Lê sed mixabin civîna wan bê encam derket; eşîrtiyê, dubendiyê û berberiyê rola xwe lîst û di encam de li hev nekirin.. Dawî ji hev belav bûn, bi hêviya ku careke din li hev bicivin. Û careke din li hev neciviyan.
– 2 -Di havîna 1930î de jî, piştî ku êrîşên Tirkan bi girsbûn û hovane dora çiyayê Agirî girtin û zor li şervanên azadiya Kurdan bi serokatiya general Ihsan Nûrî Paşa û hevalên wî hat kirin, hingê careke din serokatiya (Komeleya Xoybûnê) ji Kurdên Serxet û Binxetê xwest ku, her eşîrek ji rex xwe ve, eniyek şer dijî Kemalîstan veke û êrîşî wan bike, da ku akam û bandora artêşa Kemalîstan ji ser şervanên Agirî sivik bibe.
Wê demê çend eniyên şer ji rex Kurdan ve, li seranserî sînorê Sûriyê û Tirkiyê hatin vekirin; yek ji wan eniyan, li herêma navbera Amûdê û Qamişlo, Nisêbîn û Mêrdînê bû bi serokatiya axayê eşîra Bûbilana Hecî Ûsivê Qaso û birayê wî Hecî Îbrahîmê Qaso (1886-1976), û bi piştivanî û alîkariya axayê Darê Eliyê Ehmedê Çelebî û axayê Ewêna Hecî Ehmed axayê Ewênî. Û eniyan Tirbespiyê bi serokatiya Haco Axa bû, a Derbasiyê bi serokatiya Qerdî Beg û Ekrem Begê Cemîl paşa bû, a Serê Kaniyê ku bi serokatiya zarokên Îbrahîm Paşayê Millî bû, a Kobanî ku bi serokatiya Mustafa Şahîn, Bozan Şahîn û Osman Sebrî bû. Tev bi paş de vegeriyan.. Belê eniya eşîra Bûbilana çend rojan dirêj kir. Di wan rojan de, çar-pênc neferên Tirkan kuştin, çendek hatin dîl kirin, qereqola gundê Serçixanê û Darê bindestî xwe kirin û tev herêma navbera Mêrdîn û Nisêbînê kirin bin destê xwe de. Hingî di nav xelkê herêmê de belav bû û hat gotin: Dinya bûye Kurmancî. Ta niha jî dema ku behsa wî heyamî dibe, kalemêrên me ji hev re dibêjin: Sala Kurmancî.
Lê piştî ku ev çend eniyên din zû bi paş de vegeryane; hikumeta Fransî ya ku wê hingê di Sûriyê de desthilat bû fermana bidûrxistina wan serokan ji bo rûniştna zorê li Şamê derxist û tev birine Şamê, kirine bin rûniştina zorê de. Li Tirkiyê jî fermana Hecî Ûsiv û birayê wî Hecî Îbrahîmê Qaso, ji rex dewleta Kemalî ve derket û artêşa Kemalî bi girsbûn li wan geriyaye..
Veca ji neçarî, Mala Qaso tevî gelek ji zilamên xwe daketine binya xeta fransawî, gundê Doda û Bilêqiyê û jinên xwe şandin Beriya Sinceqê, gundê Sîha bal malbata Ehmedê Ûsiv axayên eşîra Kasika.
Digotin, vê paşiyê Hecî Îbrahîmê Qaso hawara xwe gîhandiye Seîd Axayê Deqorî: 1897-1976, wî jî, ji Qudûr Beg yê ku, wê hingê Qayimqamê Nisêbînê bû, hêvî kiriye ku efûya Hecî Ûsiv û Îbrahîmê Qaso Axayê Bûbilana bistîne. Di encam de efûya wan ji Diyarbekirê hatiye standin û careke din zîvirîne gundê xwe Zorava, jinên wan jî digel şarên bi qeseb, wek diyarî, Kasika bi wan vekiribûn, vegeriyane gundên xwe.
Di vê bîranîna 100 salî de, ez silavê li giyanê general Îhsan Nûrî Paşa, Biro Hesko Têlî, Ferzende Ado Axa û Yado Axa yê ku Dr. Kamîran Bedirxan ew bi navê Bazê Kurdustanê bi nav kiriye û yên mayî dikim. Silavê li wan neferên eşîra Celaliyan dikim, ewên xwe kirin ardiwê serhildanê. Silav li canê Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Kamîran Bedirxan, Memdûh Selîm Beg Wanî, Vahan Papazyan û hevalên wan dikim.
Belê ezbenî! Her û her ezê li dor bûyer, bîranîn û navdarên Kurdan yên ku xizmet di ber gelê xwe de kirine, binivîsînim. Da ku saxên me; zarok û neviyên me sûdeyê ji serboriyên wan bibînin û li ser şopa wan a durist bilivin pêş û di encam de hezkirina Kurdistanê, ax û zimanê bav û kalan di dilê wan bimîne û dernekeve.
Di sala 2000î de min ev pirtûk: Komeleya Xoybûn û Bûyerên Rojane yên Şoreşa Araratê, bi zimanê Erebî nivîsandiyê û di eynî salê de li Hewlêrê, bi pêşgotina Prof Dr. Abdulfetah Botanî hatiye çapkirin.
Not: General Îhsan Nûrî Paşa di sala 1892an de li Bedlîsê çêbûye, di 25 Adara 1976an de li Tehranê çûye ber dilovaniya Xwedê û li Tehranê, di goristana Buhiştî Zehraa de hatiye veşartin. Bitenê ev gotin: Bazê Araratê bi Farisî li ser gora wî hatiye nivîsandin.


