Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Analîz»Li Dinyayê Rezervên Herî Zêde Yên Neftê Li Venezûelayê Ne, Lê Firotin Berovajiyê Wê Ye
Analîz

Li Dinyayê Rezervên Herî Zêde Yên Neftê Li Venezûelayê Ne, Lê Firotin Berovajiyê Wê Ye

DigiKurdBy DigiKurd03/01/2026Updated:02/05/2026Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Li dinyayê bi rezervên 303 milyar bermîlan Venezûela welatê yekem ê dewlemendê neftê ye. Bi vê rêjeyê, Venezûela ji Erebistana Siudî, Îran û Kanadayê zêdetir xwedî neft e.

Lê mesele ji neft zêdetir firotin e ku ew jî berovajî ye.

Welatên dewlemendên neftê bi milyar dolar pere qezanc dikin lê Venezûela ji wan yê herî feqîr e.

Kêm Firotin

Neft çiqas zêde be jî Venezûela salê 4 milyar dolar tenê ji neftê pere qezanc dike. Ev hejmar li ber welatên din pereyê her kêm e. Her çiqas ambargoyên Emerîkayê li ser zêde bin jî firotina kêm girêdayî xebatê teknîkî ye.

Li herêma Orinocoya welêt xwedî piraniya rezervan e. Li wê herêmê hilberîneke mezin dihat kirin. Lêbelê qeyrana siyasî, daketina bihayê neftê û hin meseleyên din tesîreke mezin li hilberînê kir. Hilberîna ku divê “domdor” bûbûya bi carekê rewestiya û êdî gelek zor e ku ji nû ve dest pê bike.

Ji ber ku nefta li Venezûelayê nefta herî giran a dinyayê ye û neft û sûlfûr tevîhev bûye. Ev ek derxistina neftê gelek zehmet dike. Ji bo ku neft were sondajkirin divê neft were nermkirin. Teknolojiya ku wê neftê nerm dikir xira bûye an jî ji ber ku terikandiye gelek zor e ku ji nû ve were destpêkirin. Di nav neftê de sûlfûr zêde ye ku ev wê girantir dike.

Venezûela bi wê dewlemendiya xwe ya neftê feqîriyê djî ji ber ku tu bingeheke teknîkî nîne ku ji bo derxistina nefta giran were bikaranîn. Ji bo vê teknîkê bi milyaran dolar pere lazim e. Li welatê ku mûçeya kêmtirîn nevbera 50 dolarî de ye ev pere tune.

Di navbera salên 1990 û 2000î de Venezûelayê ji neftê pereyeke mezin dikir. Piştî sala 2000 bi ketina bihayê neftê ya bi carekê kêşeya aborî dest pê kir. Sal bi sal hilberîn kêm ku, her ku hilberîn kêm bû êdî vegera bo hilberîna berî jî zehmettir bû. Bi vê yekê welat ket nav qeyranê. Piştî ambargoyên Emerîkayê Venezûela ket nav qeyraneke mezin.

Lê Emerîkayê dîsa di destpêka sala 2025an de destûr da şîrketa neftê Chevronê ku li Venezûelayê neftê derxe. Niha armanc ew e ku şîrketên din ên Emerîkî têkevin Venezûelayê.

Derdestkirina Nicolas Maduro

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bi fermana serok Donald Trump bi tîmeke taybet dest bi wargeha Serokê Venezûelayê Maduro girt. Piştî pêvçûneke çend saetan Nicolas Maduro hat derdestkirin û birrin Emerîkayê. Plana Emerîkayê piştî vê yekê ew e ku bi temamî nefta Venezûelayê bixe bin kontrola xwe. Trump bi şîrketên neftê hevdîtin kir û berê wan hemûyan da Venezûelayê.

Li Venezûelayê heke veberhênaneke mezin were kirin wê karibe binesaziyeke rêkûpêk bê avakirin ku neftê herî giran were derxistin. Helbet ew ê xebat û pereyeke mezin bixwaze.

Şîrketa dewleta Venezûealyê PDVSA bi serê xwe nikare hemû neftê derxe û kontrol bike. Li gorî gotina Trump ew ê êdî Emerîka biryara neftê bide.

Ku Venezûela karibe hilberînê zêde bike wê karibe vegere rojên xwe yên berê. Di serî de binesazîiya kêlgehên neftê divê werin pêşxistin.

Analîz Lêkolîn Neft Petrol The Raising Of Kurds 13 Venezuela
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
DigiKurd
  • Website

Lêkolîner, Washington DC

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.