Sebaretî me kurdan û Zimanê Kurdî, dîwana helbestên Melayê Cizîrî ji me re mîna dîwana helbestên Hafizê Şîrazî û dîwana Fazilê Camî ye di zimanê farisî de û dîwana Kurê Farid di zimanê erebî de û herwiha dîwana Fidûlî ye di zimanê tirkî de. Ji ber huner, pîş û saziya herî bilind ku Melayê Cizîrî di helbestên xwe de bi kar aniye û bêjeyên ji çend zimanan di nav helbestên xwe de, bi rengekî profîsyonal hunandine û bi qubebilindî hestê xwe yê giyanî ji evîna Selmayê, ku evîna Xwedayî û sofîtiyê ye deraniye.
Belê mixabin, ji ber rewşa Kurdistanê ya ciyoplîtîkî dîwana wî zû nehatiye çapkirin. Bi tenê destxet di hicrik û tekiyên şêx û melayan de dihat dîtîn. Û weha di navbera 350 salî de, gelek destan pê lîstiye û her yekî li gor kêfa xwe gotin û hevokên wê guhertine û dîwana helbestên wî, tûşî pêlîstin, guhertin û talanê bûye, ta ku di sala 1958an de, Mele Ehmedê Zivingî/ Miftiyê Qamişlo yê berê, bi alîkariya Mele Abdulselam Nacî yê Botî, ji nû ve, dîwana wî bi şirovekirineke bedew berhev kir û di çapxaneya Rafîdeyn (مطبعة الرافدين) de li Qamişlo, bi navê (Gerdeniya Gewherî), an (Ristika Cewheran di Şirovekirina Dîwana Melayê Cizîrî de) çap û belav kir. Û ji wê hingê ve dîwana wî bi çapeke bedew di Rojhilata Navîn de hat belav kirin. Di pey re çapên din hatin meydanê, ji wan; çapek bi şirovekirina Mele Abdulselam Nacî, yek bi şirovekirina Sadeq Behaeldîn Amedî..
Mela Ehmedê Zivingî (1893-1971) kî ye?
Ew Muftîyê Qamişlo bû, li gundekî girêdayî bi Sêrtê ve ji dayik bûye. Demekê jiyana xwe li Cizîra Botanê derbas kiriye. Li ber destên meleyên kurd yên mezin îcazeya xwe wergirtiye. Paşê derbasî binxetê bûye. Li Qamişlo rûniştiye û bûye Miftî. Digel zimanê Kurdî, wî bi zimanên Tirkî, Erebî û Farisî jî zanîbû. Mela Ehmed Zivingî dûyemîn kes e piştî Mela Abdulsalam Cizîrî ku dîwana Melayê Cizîrî şirove kiriye. Ew di 1971ê de li Helebê çûye ber dilovaniya xwedê û termê wî li Cizîra Binxetê, gundê Til-Marûfê hatiye veşartin. Dibêjin dîwanek helbestên wî jî bi zimanê Kurdî heye.
Di roja 6.12.2021an de, bi helkeftina derbasbûna 50 salî di ser koçkirina Mele Ehmedê Zivingî re û derbasbûna 63 salan di ser çapkirina wî ji dîwana Melayê Cizîrî (Gerdeniya Gewherî) re, min semînera li dor çapkirina wî ji dîwanê re û jiyana Melayê Cizîrî li Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, di cemawerekî mezin de, digel hin neferan ji malbata wî pêşkêş kir.
Hêja ye gotinê, dema ku Mele Ehmedê Zivingî dîwan çap kir nûsxeyek ji dîwanê diyarî serok Cemal Abdulnasir serokê dewleta Misir û Sûriyê di wê hingê de kiribû, serok Cemal jî di 20ê Nîsana 1960î de spasnameyek ji Mele Ehmedê Zivingî re sand.
Bi Kurt Kurmancî Jiyana Melayê Cizîrî: 1407 – 1481
Şêx Ehmed bi navê Melayê Cizîrî di nav gelê Kurd de hatiye naskirin. Ew helbestvanekî zor bi nav û deng e. Helbestên wî di kûrbûn û firehbûna wateyên xwe de, mîna ayetên Quranê ne! Hezkirin û evîndariyeke bilind ji nav gotinên helbestên wî difûre, hevgirêdana gotinên helbestên wî, mîna libên tizbiyê, bi dûv hev de rêz dibin û wek ava çemê Dicle diherikin!
Navê wî Şêx Ehmed e, hem jî bi naznavê (Nîşanî) di hin helbestên xwe de, xwe diyar kiriye, bi wateya (Nîşan) anku ew wek mertal bû ji tîrên evîn û hezkirinê re. Navê bavê wî Şex Mihemed e bi koka xwe ji hoza Bextiyan bû di herêma Botan de. Gelek dîrokzanan jiyana wî û heyamê ku têde jiyaye ne wek hev nivîsandine, belê Mele Ehmedê Zivingî yê ku dîwana wî çap kiriye, vê yekê zelal dike ku, ew di sala 1407an de li bajarê Cizîra Botan ji dayik bûye, di destpêkê de li ber destê bavê xwe Şêx Mihemed xwendina seretayî di Qurana pîroz de xwendiye, di pey re xwendina bilind li Amedê, Hekarê û Amadiyê xwendiye û wiha ta ku teza xwe di warê zanîna olî de, li ser destê Mele Taha, li gundê Strabas nêzîkî Diyarbekirê wergirtiye.
Di pey re, di eynê herêmê de bûye Meleyê gundê Serba. Paşê li bajarê Heskîfê (Hesenkêfê) akincî bûye û gelek Mela ji ber destê wî derketine. Hin dibêjin li Heskîfê evînek Xwedawendî pêre çêbûye û dûrî mijûbûna zanîna beyan (Zahirî) bûye û tev mêla wî ketiye ser zanîna nebeyan de anku (Batinî) û di encam de, di rengê dînekî de vegeriya ye bajarê Cizîra Botan û bi texmîn di sala 1481ê de lê çûye ber dilovaniya Xwedê. Û niha gora wî di bin qebokê de ye, rex medeseya Sor hatiye veşartin. Roja îro gora wî cihê serdana keç û xortên bajarê Cizîrê ye û bi navê ziyareta Şêx Ehmed tê naskirin.
Hin dibêjin ku, ew hevçerxê Mîr Şeref Xan kurê Mîr Evdalê Azîzê Mîrê Cizîra Botan bû, li gor ku Şeref Xan Bedlîsî di Şerefnameya xwe de sala 1596an, behis dike û Mîr Şeref Xan e yê ku Medreseya Sor di rex sûra Cizîrê de, ji baxerb ve avakiriye. Mîr Şeref Xan bû yê ku ji bo xerciya mamostayên û şagirtên Medreseya Sor, gelek gund û zevî terxan kiribûn. Çiko xwendin, razan, xwarin û vexwarina wan ji kîsê medreseyê bû. Bê guman piştî ku Melayê Cizîrî ji Heskîfê zîvirîye Cizîrê, bûye mamoste di Medresa Sor de, gelek melayê pehlewan ji ber destê wî derketine.
Tê gotin ku, li bajarê Cizîrê hez ji keçekê kiriye bi navê Selma (an Sitiya bisk kesk), ji malbata Mîrekên Azîzan û gelek helbest di evîndariya wê de nivîsandine. Û dibêjin ku her roj diçû nav goristan bajarê Cizîrê, reserî koçka Selmayê, pişta xwe dida kêlekê û helbest di pesnê wê de dihûnandin. Hem jî dibêjin; ew kêl ku pişta xwe didayê ji heyecana evîna di hinavê wê de disincirî! Pîrek fêrî wê kêlê bibû, her ku Mela dizîvirî, wê pîrê hevîrê xwe bi wê kêlê ve vedida û nanê dipijiya.. Di serdanekê de, min ew kêl di hewşa medreseya Sor de dît..
Di van çend malikên xwarê de, M. Cizîrî pesinê Mîrê Cizîra Botan Mîr Şeref Xan dide, hem jî diyar dibe ku mamostetiya medreseya Sor kiriye û herwiha wî navê Kurdistanê du caran aniye ziman:
“Xef wan reşandin dilxweding
Teşbîhên tîrên Mîr Şeref..”.
Di cihekî din de wiha dibêje:
“Ne tenê Tebrîz û Kurdistan li ber hukmê te bin
Sed wekî şahê Xurasan defrewarê te bin..
Hem jî wiha gotiye:
Tenha ne Kurdistan didin
Şîraz û Yeng û Wan didin
Her yek li ser çehvan didin
Ji Espehan têtin xerac..”.
Hem jî, Melayê Cizîrî dixwest bajarê Cizîra Botan paytexta Kurdistanê be û Mîr Şeref Xanê Azîzî hakim be wek Îskenderê Romî, Fexfûrê Çînî û Şahê Farisî, dibêje:
“Ma Cizîre şubhî darê textê heft iqlîmi bit.
Hem bi hukm û seltenet Îskender û Fexfûri bî.
Ney tinê Tebrîz û Kurdistan li ber hukmê te bin.
Sed wekî Şahê Xurasanê diferwarê te bî..”.
Min ev helbest ji dîwana wî bijartiye. Wek diyarî ji xwendevanên me re pêşkêş dikim:
Xelkno li min kin şîretê Ew dilbera zerîn kemer
Min dî dihalê xifletê Hat der ji burcê wek qemer
Hat der ji burc û penceran Dil girt û da ber xinceran
Ev renge halê dilberan lew aşiqan xûn bû ceger
Qelb û ceger min bûne xwîn Lora ku nû derbûn birîn
Ay can were halêm bibîn Wer rûh ji qalib bîne der
Canê min erba ser cesed Mizgîn bi afaqan resed
Alem hemî pê bin hesed Însan û cin û canewer
Alem hemî têk bûne sef Seyrên li şahê min bi xef
Hatin temaşa car teref Şatir xumar tayên diber
Hat patîşahê pir sipah Qamet elîf dêm şibih mah
Dad û meded sed ah û ah Zilf û eqarib têne ser
Gez tême xelkno eqrebê Mestim ji şewqa xebxebê
Îro eqarib hate xwar Çû nêv baxê guledar
Ew bexçeya her lê buhar Lo bilbilan lê qal û şer..


