Melayê Bateyî demeke dirêj, wek helbestvanê sedsala XVem hatiye nîşandan. Çavkaniya vê nêrînê “Rîsaleya Şa’ir û Musennefên di Kurdistanê” ye ku ji aliyê Mela Mehmûdê Bazîdî ve hatiye nivisîn û ji aliyê Alexander Jaba ve di sala 1860î de li Lenîngradê hatiye çapkirin. Li gor vê rîsaleyê Bateyî, di navbera salên 820-900 (1417-1495)an de jiyaye.
Melayê Bateyî eslê xwe, ji gundê bi navê Bateyê yê girêdayî bajarê Colemêrgê ye. Bateyî ji êla Ertoşî ye. Gora wî jî li wir e.Tê gotin ku li bajarê Miksê, di Medreseya Mîr Hesenê Welî de, digel mîrê Miksê xwendiye.
Navê Melayê Bateyî yê rastînî ‘Husên’ e. Nivîskar û lêkolîner Belîc Şêrko, Emîn Zekî û Elaedîn Secadî jî di berhemên xwe de navê Husên nivîsandine.
Hostayê mezin di helbestên xwe de tenê mexlesa “Batî” bikar aniye. Lê belê di Mewlûda xwe de “Bate” bikar aniye û bi vê mexlesê wiha dibêje:
Bo cemî’ê muslêmîn û salîhe Bo feqîrê “Bate” yê el fatîhe.
Cîhê Melayê Bateyî Di Dîroka Kurdan De
Melayê Bateyî helbestvanekî girîng ê edebiyata Kurd a klasîk e ku, di dîroka vê edebiyatê de mewlûda yekem ji aliyê wî ve hatiye nivîsîn.
Bêguman hunermendiya Bateyî ne tenê di warê mewlûdê de ye, lêbelê mewlûda wî xwediyê hin taybetiyên xweser e.
Mewlûda Bateyî di tarîxa edebiyata Kurdî de nimûneya yekem a cureya xwe ye, heta roja me ji qîmetê xwe tiştek winda nekiriye û dikare bê gotin ku gihîştiye asta “berhemeke klasîk.” Di nav Kurdan de, kevneşopiya nivîsîn û xwendina mewlûdê, bi Melayê Bateyê dest pê kiriye.
Gelek Nusxeyên Berhemê Ji Me Re Mîras Mane
Wekî tê zanîn, mewlûda Bateyî jî di nav de hemû berhemên berê, ji aliyê nivîskarên xwe ve bi destan hatine nivîsîn, di qonaxa berî çapxaneyê de her bi destan hatine zêdekirin û di qonaxa çapxaneyê de jî li kêleka nusxeyên çapkirî zêdekirina wan a bi destan wek kevneşopiyekê dîsa dewam kiriye.
Di encamê de gelek nusxeyên wan ên destnivîs ji me re mîras mane. Di arşîva Alexsander Jaba de sê nusxeyên Mewlûda Bateyî hene ku yek ji wan di nav hemû nusxeyên ku tên zanîn de ya herî kevin e. Heta niha yazdeh nusxeyên Mewlûdê yên ku di qonaxa berî Şerê Cîhanê yê Yekem de hatine istînsaxkirin, tên zanîn ku sê heb ji van di arşîva Alexsander Jaba de tên parastin. Tesbîtkirina cihê van nusxeyan; berhevkirin, danasîn û analîza wan û herî dawî amadekirina metnên wan li gor rêbaza weşana metn a rexneyî wek qadeke girîng a dîsîplîna destnivîsariyê derdikeve pêş.
Mewlûda Bateyî Bi Zimanê Kurdî Tê Gotin
Edebiyata kurd a klasik, di dema xwe de li medrese, mizgeftan de hatiye nivîsandin pêşketiye û bûne stûntirîn bingehên edebiyata klasîk a Kurd. Mewlûda Bateyî di nav kevneşopiyên Kurdan de cihekî zehf girîng digire. Mewlûd, bi şiklê mesnewiyan tê nivisandin û mijarên jidayîkbûn, zarokatî û pesindayîna cenabê Mihemed pexember e. Mewlûda Bateyî, di nav civaka Kurdan de wekî kevneşopiyeke gelêrî di şîn, şahî, dawet, civîn û di rojên taybet de tê xwendin.
Mewlûda Melayê Bateyî an Mewlûda Kurdî, di hemû salvegera rojbûna Mihemed Pêxember de tê xwendin. Ev berhem dîrokî, olî û wêjeyî ye. Her neteweyek bi zimanê xwe mewlûd gotiye û ev mewlûd jî bi zimanê Kurdî ye.
Tê gotin ku Melayê Bateyî û mîrê Miksê destebirayê hevûdu bûne û sebra wan bêyî hev nehatiye. Ji ber vê yekê, her sal du sê mehan li cem hev diman û ev yek ji helbesteke wî jî tê zanîn. Li gorî lêkolînan, sala dawiya temenê xwe, wekî gelek caran, demeke dirêj li cem mîrê Miksê maye û di dawiya werza payizê de, ji bo biçe mala xwe xatir ji Mîr xwestiye û bi rê ketiye. Dema gihîştiye Zozanê Berçelan tê gotin ku berf û bagerê dest pê kiriye û li wir çûye ber rehma Xwedê. Termê wî heta biharê li wir dimîne. Biharê termê wî dibînin ku serê wî li ser kitêbên wî ye û ev helbesta jêrîn di berîka wî de derdikeve. Di helbestê de beşa ku hatiye xwendin ev e:
Ji çirya paşiyê pê da
Melayê Bateyê kanê
Sefer kêsa bi Miksê da
Li ser weqtê zivistanê
Zivistanê evî yolê
Evî beryê evî çolê
Mijê avête derdolê
Xwinavê girtî kêstanê
Berhemên Melayê Bateyî
Tê gotin ku Melayê Bateyî di gelek babetan de berhem nivîsîne û bi giştî 25 heb berhemên wî hene. Mixabin wekî her berhemên nivîskarên me yên edebiyata klasîk berhemên Bateyî jî gelek kêm gihîştine roja me ya îro.
Li gundê Batê gelek destnivîsên Melayê Bateyî ji aliyê neviyên wî ve bi pêşk û baldariyeke hêja tên parastin. Şênî û melayê gund diyardikin ku ew esehiya berheman ji nifşekê heta nifşekê hatiye ragihandin û niha ew wan destnivîsan di cihên taybet de diparêzin. Berhemên Melayê Bateyî ji bo şêniyên gund pîroz tên qebûlkirin û qîmeteke berbiçav ji bo berheman tê nişandan.
Wisa dixuye ku di dema xwendina medreseyê de, li gelek medreseyan geriyaye û ji gelek seydayên zana û dilovan ders girtine. Di helbestên wî de diyar dibe ku ew li gelek deveran geriyaye û welatê xwe û cîhan baş nas kiriye.
Melayê Bateyî, di berhemên xwe de, kurmanciyeke gelek têkûz û bêçewtî bikar aniye. Bi qasî ku tê zanîn, berhemên hostayê mezin Melayê Bateyî, ev in:
- Mewlûda Pêxember Eleyhî Selat û Weselam
- Dîwaneke Helbestan
- Destana Zembîlfiroş
Helbest: Qiblegaha Aşiqan
Subh û êvarî şeva tarî şemala kê yî tu
Leyletul qedr û berat in nûra mala kê yî tu
Çîçeka baxê îrem şûx bejn û bala kê yî tu
Bo xudê key bêje min kanê şepala kê yî tu
Dêm kitêb e zulf e haşî şerhê xala kê yî tu
Dilbera gerden şefîf î danuwa durra ‘eden
Nazik û mewzûn letîf î nexliya selwa çîmen
Gullîbas î, gulqiyas î, gulenî gulpîrehen
Ahûya deşta tetarê rehzena aska xeten
Horiya baxê beheştê çav xezala kê yî tu
Çavkanî:
- Prof. Dr. Abdurrahman Adak; “Destnivîsên Mewlûda Melayê Bateyî di Arşîva Alexander Jaba de: Nasandin û Analîz”
- https://idealonline.com.tr/IdealOnline/pdfViewer/index.xhtml?uId=65658&ioM=Paper& preview=true&isViewer=true#pagemode=bookmarks
- Feqî Huseyîn Sagniç; Dîroka Wêjaya Kurdî
- Nivîskar Ziwer Îlhan; Mewluda Mela Huseynê Bateyî; Metnê Rexneyî û Lêkolîn
Beşek Ji Mewlûda Bateyî
Hemdê bêhed bo Xudayê ‘alemîn
Ew Xudayê daye me dînê mubîn
Em kirîne ummeta xeyr-ul beşer
Tabi’ê wî muqtedayê namiwer
Ew Xudayê malikê mulkê ‘ezîm
Daye me mîrasa Qur’ana Kerîm
Dînê me kir kamil û nî’met temam
Ye’nî da me Ehmed û dar-ûs-selam
Ew Xudayê bênezîr û zulcelal
Bêmîsal û bêheval û bêzewal
Raziqê bê dest û pa û mar û mûr
‘Alimê sirra negotî der sudûr
Karîsazê bende û sultan-î-can
Rehîm û Rehman, letîf û mîhrîban
Asîmanê bêsitûn wî kir pedîd
Sûretê ba xal û xet wî aferîd
Hêvîdar in em ji te Şahê Kerîm
Îhdîna ya Reb sîrat-el-musteqîm
Nê ji me sûc û xeta tên û sîtem
Lê ji te îhsan û xufran û kerem
Ya Reb îmanê dixwazîn em mudam
Jêrê alaya Muhemmed wesselam
Ger divêtin hûn ji narê bin necat
Bi ‘işq û şewqek hûn bibêjin esselat
Ber tu bada her zeman û an û hîn
Ey Muhemmed sed hezaran aferîn
Ey şefî’ê darûyê her ‘îlletê
Dîde û bînahiya vê ummetê
Destigîr û mustexasê her dû kewn
Bo gunehkaran penah û puşt û ‘ewn
Sellî ya Rebbî ‘ela xeyr-îl-beşer
Ta hebin teyr û bixwînin ber şecer
Ew hebîbê rohnîya heft asîman
Her dû ‘alem qalib, ew ruh û rewan
Xak-î-payê Ehmed ew Beyt-ul-Heram
Lew şerîf in Zemzem û Rukn û Meqam
Sellî ya Rebbî ‘ela xeyr-îl-wera
Ma tesîrûş-şemsû fîs-seb’-îl-‘ûlla
Fexrê Îbrahîm û Îsmaîl û Nûh
Mustefayê bawefa yê bafitûh
“Ma remeyte îz remeyte” goşidar
Destê wî destê Xuda der kar û bar
Sellî ya Rebbî ‘ela xetmîr-rusul
Ma yemûc-ûl ‘aşîqûne fîs-subul
Ew kelîmê xweşnewayê çerx-î-tûr
Daxîdar im bo wî sîmayê binûr
Ey şefî’ê sahibê alayê hemd
Min hene bê hed guneh, nisyan û ’emd
Lê mi hêvî wasiq e dê ez feqîr
Jêrê alaya te bim roja ‘esîr
Ger divêtin hûn ji narê bin necat
Bi ‘işq û şewqek hûn bibêjin esselat


