Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 10»Mûsa Anter (1918-1992)
Hejmar 10

Mûsa Anter (1918-1992)

Konê ReşBy Konê Reş01/10/2022Updated:11/10/2022Şîrove tune ye2 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Rojnamevan û nivîskarê bê westan barhilgirê derd û kulê gelê Kurd, şoreşgerê ku li dijî dijmin bi pênûs û xamê disekinî, şêxê nivîskarên Kurd, apê me (Mûsa Anter: Şêxo, Şeyhmus Almas: 1918-1992), yê ku berîya 30 salî, di şeveke kembax (20-21/9/1992) de, li Diyarbekirê di taxa Seyran Tepeyê de şehîd ket.

Helbet rola pênûsa wî ne kêmî rola tivinga pêşmergeyên serê çiya bû.. Ew, bi pênûsa xwe, li rex şoreşgeran disekinî û şerê dijminê gelê Kurd dikir.. Lê xuyaye ku ew mêranî li cem dijmin nebû ku xwe li ber tîrên pênûsa wî bigrin, vêca bi bêbextî ew dane ber çend gulleyên sor da ku hew bibêje:

(Divê em Kurd li benda xelkê nemînin kes lawê bavê me tune, dive em xwe derxin rûyê dinyayê..).

Di 22yê Sibata 1992yê de, dadgeha ewlekariya Tirkî li pey hev ew bi sê gunehan tewanbar kirin:

-Yek jê, jê re gotin: Çima di sala çûyî de,1991, dema hilbijartinan tu li çend bajarên rojhilatê (Kurdistanê) geriyaye û tu li ser daxwazên gelê Kurd axifiye?!!.

-Ya dudiyan, jê re gotin: Çima te gotarek di rojnameya (Yeni Ulke) de nivîsandiye li ser êş, derd û nexweşiyên (Rojhilatê: Kurdistanê) !.

-Ya sisyan, ew li ser pirtûka ku wî (Bîranînên min) ku bi zimanê tirkî nivîsî bû dane bersivdan.. Hingê Apê Mûsa ev bersiv li dadgehvan vegerandin û got:

(..Hakimo! salê li Tirkî bi hezaran kitêb derdikevin giş bi Tirkîne, û Kemalîst in, em deynakin, çi qewimîye min jî ji salan û caran ji bo Kurdan kitêbek bi Tirkî nivîsîye..? wê çi bi dewletê bê bi vê kitêbê, heger bi vê kitêba min dewlet bihedime tê xuyakirin ku ev dewlet tewşe..).

Mûsa Anter û yên wek Mûsa Anter ne yên jibîrkirinê ne.. ku ez û te wan bibîr neynin, wê kî wan bibîr bîne? Xwedê wan bi dilovaniya xwe şad bike û serê gelê Kurd sax be.

Cotmeh Hejmar 10 Konê Reş Mûsa Anter Şêxo Şeyhmus Almas
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Konê Reş

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.