Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Giştî»Nameya Edîtor 1
Giştî

Nameya Edîtor 1

EditorBy Editor10/01/2025Updated:02/05/2026Şîrove tune ye4 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Silav xwînerên me yên ezîz.

Bi kêfxweşî dixwazim nûçeyek derbarê kovara me de bi we re parve bikin. Wekî ku di hejmara dawîn de min di nameya xwe de hinek behs kiribû, navê kovara me guherî. Navê nû “The Raising of Kurds” e. Hêvîdar im ev nav ji bo kovara me û ji bo me hemûyan bi xêr be.

Me çima navê kovarê guhert?

Navê berê baş bû. Lê navê nû navekî xurttir e.

The Hall kovareke bi îngilîzî bû. Me di bin banê The Hallê de kovoreke Kurdî derxist. Kovara Kurdî di bin sîya The Hallê de dima û ne dikarî bi tena serê xwe bibe kovareke Kurdî. Loma me xwest em van herdu kovaran ji hev cuda bikin.

The Raising of Kurds tê wateya Rabûna Kurdan. Hêvîdarim di vê sedsalê de Kurd ji xewê rabin û bihevrebûna xwe pêk bînin, bibin xwedî axa xwe û bibin destxilatê axa xwe. Û ev kovar jî her bixebite ku hesta Kurdistanî zindî bike û xizmeta çand û zimanê Kurdan bike.

Bi hatina sala 2025an li dinyayê guherîn û geşedanên mezin pêk tên. Şerê li Sûriyê ku dora 14 salan dirêj kir, di nava 12 rojan de bi dawî bû û rejima Baasê rûxiya. Ev rûdan digel xwe hin derfet hin jî talûkeyan anî herêmê. Lê belê ji bo Kurdan dibe ku deriyê xêrê veke. Kurd roja îro ji salên borî zêdetir bihevrebûn û yekrêzêyî divên.

Gelê Kurd 10 sal berê li Kobanê sembola berxwedan û yekbûnê nîşanê cîhanê da. Çeteyên hov yên DAÎŞê têk çûn. Hêzên kurdî hem axa xwe, Kobanê, rizgar kir hem jî cîhanê ji belayekê wehş parast. Di ser wê berxwedana pîroz 10 sal derbas bû. Bi boneya rizgariya Kobanê li Londona paytextê Brîtanyayê bernameyeke taybet hate lidarxistin. Komeleya Center for Kurdish Progress pêşengiya vê bernameyê kir. Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed û gelek endamên parlamana Brîtanyayê û endam û nûnerên civaka kurd û civakên din li Londonê beşdarî şîvê bûn. Cihê kêfxweşiyê ye ku meriv bêje dostên Kurdan gelek in li vir. Bi me jî xweş bû ku bi vê boneyê di hejmara yekem a bi navekî nû de em di bergê kovarê de cî bidin berxwedana li Kobanê ku bû sembola bihevrebûna gelê Kurd.

Nivîskar û mamosteyê me Konê Reş ku ji Rojavayê Kurdistanê ji Qamişlo ji me re dinivîse ji bo vê hejmarê li ser medya civakî gotarek pêş keş kir. Mamoste aliyên erênî û neyênî yên medya civakî di nav Kurdên Rojava de dide ber hev û dibêje li gor milletên din Kurd bêtir sûdê jê werdigrin: Sînorên ku di nav xaka Kurdistanê de hatine danîn, daye alî û di encam de Kurdistanî dikarin di rêka wan re hev nas bikin, hev bibînin, dengê xwe bigihînin hev û bilind bikin.

Nivîskar Rengîn Amêdî weke berdewama nivîsa xwe ya di hejmara berê de li ser neheqî û xirab nîşandina jinan a di warê edebiyatê de gotarek amade kir: Dîrok a Hilweşandina Hêmayekî; Dêwejinên Bê Rehm!

Nivîsa Salomé Cizrawî ya vê mehê li ser evîndarîyek e. Ev çîrok ya nivîskarê gewre yê Ûris  Dostoyevskî ye û behsa eşqa wî ya ji bo Polîna dike. Binêrin ka çîrokeke çawa ye, hezkirineke çawa di navbera wan de heye û ev evîn çawa tesîr li Dostoyeskî kiriye?

Babetên din û nivîskarên hejmara yekem a The Raising of Kurds wiha ne:

Nivîskar Rûmet Med li ser Jîyan û Mîtolojîya Sumeran nivîsî.

Nivîskar Mihyedîn Nahrîn li ser rola sînemayê ya di hezkirina mûzîkê de nivîsê. Mînakên wê ji fîlmên La La Land û Les Misreables in.

Nûçeyeke me ya din ji Londonê heye. Koma efsanewî ya Mûzîkê Koma Amed li Londonê konserek bi coş da. Berze Cody ji me re konser şopand, wêne kişand û nûçe nivîsî.

Digikurd li ser Greenlandê nivîsek amade kir. Gelo ev gîrava cemed çima gîrîng e û Dewletên yekbûyî yên Amerîkayê û Serokê nûbijartî Donald Trump çima dixwaze vê giravê bikire? Vê gotarê bixwînin hîn bibin.

Kovara me ya meha Çileyê bi beşa danasîna pirtûkan diqede. Nivîskarê me Faîk Ocal pirtûka bi navê Bahol a Çiya Mazî bi me dide nasîn.

Wek gotina dawî, ez dixwazim adresa nû ya malper û hesabên torên medya civakî yên kovara me The Raisin of Kurds bi we re parve bikin.

Malper: https://theraisingofkurds.com

Mail: theraisingofkurds@gmail.com

Instagram: @theraisingofkurds

Facebook: The Raising of Kurds

Twitter: @RaisingKurds

Editorya Ji Edîtor Name Nameya Edîtor The Raising of Kurds 1
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Editor

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.