Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Giştî»Nameya Edîtor 15
Giştî

Nameya Edîtor 15

EditorBy Editor28/03/2026Updated:02/05/2026Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Silav xwînerên hêja.

Beriya me mizginiya biharê, Newroz e. Alimê gewre Ehmedê Xanî di Mem û Zîna xwe de wiha pênaseya newrozê dike: Mersûmê qedîmê Kurdistanî. Îsal Newroz dê bi coştir bê pîroz kirin. Bi taybetî Kurdên li dîasporayê amadebaşiya organîzasyonên gewre dikin. Wisa dixuyê ku Newroza herî mezin îsal li bajarê Bonn ê almanyayê be. Bi vê boneyê me xwest em di hejmara 15an de bi newrozê dest pê bikin. Ji ber girîngiya mijarê me biryar da ku emê nivîsa lêkolîner û nivîskar Necat Zivingî, “Newroz û Serdala Dil” ku 4 sal berê nivîsandibû, dîsa biweşînin.  Mamoste Zivingî di nivîsa xwe de bi peyvên Xaniyê Nemir behsa Newrozên bi sedsalan berê li Kurdistanê dike û bi risteyên Xanî me dibe wan demên şad. Ji loma ev nivîs lazime dubare bê xwendin bo têgihêştina Newrozê. Helbet, mijara bergê kovara me jî vê mehê Newroz e.

Hejmara meha Adarê ji hejmarên berê tijetir e. Bi kurtasî dixwazim behsa nivîskarên din yên vê hejmarê û nivîsên wan bikim.

Mamoste Konê Reş vê mehê derheqê lehengekî gewre yê kurd Mela Mistafe Barzanî de nivîsî. Nivîskar wisa dest bi nivîsa xwe dike: Meha Adarê, bi rojên şîn û şadiyên kurdewariyê dagirtîye. Ji wan yek rojbûn û yek koçkirina Barzaniyê nemir e. Wekî tê zanîn Mela Mistefa Barzanî di 14ê Adara 1903an de hatibû dinê û di 1ê Adara 1979an de jî çûbû ber dilovaniya Xwedê.

Di vê hejmarê de beşa duyem ya teza nivîskar Muqades Agirî heye. Sernava teza Agirî “Di Dîwana Melayê Cizîrî De Felsefeya Wehdetu’l- Wicûd” bû. Di beşa duyem de nivîskar li ser “Nêrîna Mela Li Wehdetu’l- Wicûd” disekine.

Di çarçoveya rêzenivîsa “Nameyên Derengmayî yên Evînê de” nivîskar Mihyedîn Nahrîn nameyeke din bo kovara me şand: Agirê Evînê, Te Di Dilê Min De Pêxist.

Di beşa derûniyê de nivîskarê me Brahîm Alûcî li ser têkiliya sînema û derûniyê sekinî: Bikaranîna Sînemayê Di Terapiya Tendirûstiya Derûnî De.

Nivîskar û sînemazan Rûmet Med nûçeyek ji sînemayê bo me amade kir: Yek Ji Destanên Antîk, Epîk Û Mîtolojîk A Herî Qedîm “Odysseia” Weke Fîlmê Sînemayê Derdikeve Li Pêşberî Sînemahezan

Digikurd vê mehê kete cîhana ajalan û ji me re lîsteya Ajalên Herî Bijehr pêşkeş kir. Binêrin ka çi cure mar û dupişk û ajalên din hene ku xwedî jehra bandortirîn in.

Di beşa danasîna pirtûkan de nivîskarê me Faîk Ocal Pirtûka Şaneşîn a Bawer Ronahî bi me dide nasîn. Ev pirtûkeke çîrokan e û di sala 2012an de ji Weşanên Avestayê derketiye.

Di hejmara 15an de helbestek jî heye. Dilazad ART hejbestekê xwe bo xwînerên me parve kir: Qesîdeya Azadiye

Hejmara Adarê bi beşa Fotoşîrove diqede. Di vê beşê de 2 wêneyên wênegir Dilazad ART cîh digrin.

Wêneya yekem: Mizgîniya Biharê

Dîmenek ji bihara Kurdistanê

Wêneya duyem: Mizgîniya Adarê

Dîmenek ji meha Adarê ya Kurdistanê

Hejmara 15an jî amade û li ber destê we ye. Hûn dikarin li ser malpera me www.theraisingofkurds.com hemû nivîsên vê hejmarê û hejmarên berê bixwînin. Her wiha hûn dikarin PDFa hemû hejmarên kovarê daxînin.

Bimînin dixweşiyê de.

 

 

Editorya Ji Edîtor Name Nameya Edîtor The Raising Of Kurds 15
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Editor

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.