Silav xwîner û şopînerên The Raising of Kurds.
Bi boneya hejmara 16an, Nîsan 2026, ez vê nameyê ji bo we dinivîsînim. Milletê Kurd jiber erdnigariya xwe ya girîng bi sedsalan rastî êrîşan û dagirkiranan hatiye. Axir, sed sal berê Kurdistan hat perçekirin û axa me di navbera çar welatan de hate dabeşkirin wek ku Kurd û Kurdistan tune hate hasibandin. Lê dagrikerî, tune hesibandin, binpêkirina maf û azadiyan di sed sala dawîn de dijwartir bû. Her çend Kurdan berxwe da, dewletên serdest bi rê û rêbazên nû dagirkerîya xwe domand. Ev ne tenê dagirkirina axa me bû. Nivîskar û derûnnas Brahîm Alûcî ji hêla derûnkolînerîyê vê meseleyê wiha vedibêje:
Kurd, di sedsala borî de, ne tenê di warê siyasî û erdnîgarî de, lê di warê derûnî û zimanî de jî bi serdestiya dijwar re rûbirû maye. Kolonyalîzm ne tenê Kurdistan dagir dike — derûn û giyana kurdan jî dagir kir/dike. Dîroka kurd û Kurdistanê bi awayekî kûr û zûr nîşanî me dide: zimanê kurdî hat qedexekirin, nasname hat înkarkirin û hişmendiya civakî (social consciousness) hat şikandin.
Mamoste Alûcî di vê hejmarê de li ser vê mijarê sekinî û pênaseya gotara xwe dike: Di vê nivîsa kurt û kurmancî de, bi rêya çarçoveya derûnkolîneriyê (psychoanalysis) — ji teoriyên Freud, Jung, Winnicott, Fanon û Fromm — em ê hewl bidin ku rewşa derûnî ya kurdan dahûrînin. Pirsên bingehîn ev in: Rewşa dagirkeriyê çawa trawma û qeyrana nasnameyê afirandiye? Kurd weke kirde (subject) an jî heyber (object) di dîrokê de xuya bûne? Û riya rizgariyê ji kîjan derhişiyê (unconscious) derbas dibe?
Bi me jî xweş bû ku em di bergê kovarê de cî bdin vê meseleya girîng.
Di hejmara 16an de Mamoste Konê Reş lehengekî kurd û xweşhevalekî xwe ku di demeke nêzîk de çûye ber rehma Xwedê bi me dide nasîn: Ez û Helbestvan Ehmedê Huseynî. 40 Salîya Dostaniyê û 40 Rojiya Koçkirinê
Nivîskara me ya delal Salomé Cizrawî bi gotareke hunerî dîsa bi me re ye. Di vê nivîsa xwe de Cizrawî berhema bi navê Decameron ya Giovanni Boccaccioyî analiz dike û ji me re behsa çîroka Ghismonda dike. Êja ev çi çîrok e û çi peyaman dide me? Hezkir û meraqdarên hunerî werin vî alî.
Xelatên Akademiya Sînemayê ango Oscar meha çûyî hatin dayîn. Sînemazan Rûmet Med ji bo me nûçeyek li ser vê merasîma xelatdayînê û fîlm û lîstikvanên xelatgirtî amade kir.
Di vê hejmara meha Nîsanê de tabloyeke hunermendê kurd Mistefa Mihemed bi navê “Helbesta Welat” heye. Mistefa Mihemed xelkê Kobanê ye û di tabloya we de keçeke kurd xêz kiriye û ew di hembêza xwe de berxikek digre. Hunermend li ser vê wêneyê helbesta welat derxistiye.
Digikurd li ser xebateke hêja û serkeftî ya li dijî çolbûnê nivîsekê amade kir. Binêrin ka li bakurê Çînê, li herêma Mongolya Hundir, Çînîyan bi saya kîvroşkan çawa Çolistana Kubuqi vegerande Gulîstanek û li çolê hêşînayî çêbû.
Nivîskar Mihyedîn Nahrîn di çarçoveya rêzenivîsa Nameyên Derengmayî Yên Evînê de nameyeke din bi me parve kir: Heta Kengî Ez Ê Li Te Bigerim?
Di hejmara 16an de 2 helbest hene, yek ya Muqades Agirî ye: Em Rojek Bibin Zarok Dîsa
Û helbesta din jî ya Dilazad ART e: Newroz.
Di beşa danasîna pirtûkan de nivîskar Faîk Ocal Pirtûka Kirasşo ya Huseyîn Dildar bi me dide nasîn.
Kovara Nîsanê bi beşa Fotoşîrove diqede. 2 wêneyên Dilazad ART wiha ne.
Wêneya yekem: Ji listikên gelerî ‘Nehberk’
Wêneya duyem: Li ser kavilên bav û kalan
Hejmara 15an jî amade û li ber destê we ye. Hûn dikarin li ser malpera me www.theraisingofkurds.com hemû nivîsên vê hejmarê û hejmarên berê bixwînin. Her wiha hûn dikarin PDFa hemû hejmarên kovarê daxînin.
Bimînin dixweşiyê de.


