Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Edîtor»Nameya Edîtor-2
Edîtor

Nameya Edîtor-2

Erol BaşakBy Erol Başak11/02/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye4 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Di ser erheja Mereşê re ku di 6ê Sibata 2023an de pêk hatibû, 2 sal derbas bûn.

Bi 10 hezaran mirovên me di wê karesatê de canê xwe ji dest dan. Lê ya ku em êşandin ji erdhejê bêtir, bêxemiya sazî û dezgehên dewletê, nebûna planeke bi rêkûpêk ji bo derxistina birîndaran ji binê kavilan bû. Dewlet tune bû li wir. Xelk bê xwedî bû. Tenê mala wan bi serê wan de nehatibû xwarê lê dinya tewir xira bibû. Ne alîkarî hebû, ne rêya alîkariyê hatin vekirin, ne jî kesên alîkar û alîkarîkariyên hazir dihatin veguhestin li cîhên hewce. Sê roj, çi bi zanebûn çi ji ber nebûna organîzasyoneke bi rêkûpêk, bi hezaran însan ji alîkarîyan bêpar man. Peyv nîne meriv vê êşê, vê rewşê pênase bike. 2 sal derbas bûn di ser re. Birîn nekewiya. Tam nayê zanîn ka bajar ji nû ve avabûne an jî li gorî karesatan tevdîrên hewce hatine standin. Divê ev karesat û tiştên piştî erdhejê hatine serê gel neyên jibîr kirin. Bi boneya salvegerê vê me di bergê hejmara Sibatê de cî da erdhejê.

Endezyarê Bilind ê Jeolojîyê Umît Eke li ser erdheja 6ê Sibatê gotarek amadekir: Erdhej ne qederek Jeolojîk e, lê cezaya bê amadebûyînê ye. Bi hevkarîya zanist, endezyar û civakê, em dikarin vê cezayê betal bikin.

Vê mehê nivîskarekî nû tevli civata me bû. Derûnnas Brahîm Alûcî. Nivîsa mamoste Alûcî jî li ser Derûnnasiya Karesatan e. Di gotara xwe de nivîskar dest nîşan dike ku 6 qonaxên karesatan hene  û wana yek bi yek îzah dike.

Nivîsa mamoste Konê Reş di hejmara Sibatê de “Panoramayeke Dîrokî Li Dor Rola Jina Kurd Di Civaka Kurdî De” ye. Nivîskar dibêje; Di dawiya çerxê 19an û destpêka çerxê 20î de, navê çend jinên Kurd di Bakurê Kurdistanê de bi mêranî, merdî û cegerdarî hatine gotin û navê wan jinan û serboriya wan bi kurtasî vedibêje. Nivîsek bêhempa ye ji bo nasîna van jinên hêja.

Salomé Cizrawî çîroka Gul’ê nivîsî. Nivîsa wê wek rêwîtiyeke di nav mîtolojiyên yewnanî û îranî de. Nivîskara delal bi vê rewîtiya bi periyan re digihêje çawaniya afiradina Gul’ê. Gelo çima striyên vê çîçeka bêhnxweş hene? Di dîrokê de gul ji bo çi û çawa hatiye bikaranîn? Salomé dîsa xweş lê kiriye. Ez dibêm jê nemînin.

Nivîskarekî din ê ciwan bi nivîsa xwe ya yekem vê mehê di nav rûpelên The Raising of Kurds de cîhê xwe hilda. Siya Jandar li ser Hunera Hezkirinê nivîsî. Hezkirin çawa dibe huner, zanyar wê çawa pênasê dikin? Bersiv di vê gotarê de ne.

Sînema bi hêza xwe ya tesîrdar di civakê de têgeheke gelek girînge ji bo fêrbûn û fêrkirina nirxên mirovî. Nivîskar Mihyedîn Nahrîn berdewam li ser rola sînemayê sekinî vê mehê. Sernavê gotara wî “Di Fêrbûna Ked û Serkeftinê De Rola Sînemayê” ye.

Sînemazan Rûmet Med ji me re portreyeke jineke serkeftî di qada sînemayê de pêşkêş kir. Nivîs derheqê derhênera Macerîstanî Ildikó Enyedi ye. “Ildikó Enyedi, di fîlmên xwe de ziman û atmosfereke efsûnî û bandorker diafirîne û dikeve li pey çîrokên nepenî yên mirovan. Derhêner, di sînemaya Macerîstanê de zimanekî nû û vegotinên resen anîne”.

Nivîskar Dilazad Art piştî demekê dîsa bi me re ye. Vê mehê ji me re helbestek şand: Ji Dojehê Ber Bi Bihûştê Ve.

Di beşa danasîna pirtûkan de nivîskar Faîk Ocal pirtûka bi navê Bêbavî Ya Şêxo Fîlîk dide nasîn: Di pirtûkê heft çîrok hene. Bêbavî sala 2015an ji Weşanên Avestayê derketiye.

Kovara me vê mehê bi beşa fotoşîrove diqede. Dilazad Art ji me re 2 wêneyên xwe şandin.

Wêneya yekem: Detayek ji xaniyê kelpîçî

Wêneya duyem: Xalîçe (Merş) Hûnera Desta

The Raising of Kurds Sibat amade ye. Kovareke têr û tije li ber destê we ye. Jê nemînin!

Edîtor Giştî Name Nameya Edîtor RK HEJMAR 2 The Raising of Kurds 2
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Erol Başak

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.