Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Giştî»Nameya Edîtor 7
Giştî

Nameya Edîtor 7

EditorBy Editor15/07/2025Updated:02/05/2026Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Silav xwînerên ezîz.

Bi boneya hejmareke nû ya kovara The Raising of Kurds ez vê nameyê dinivîsim. Hejmara 7an ango The Raising of Kurds Tîrmeh 2025 amade ye.

Vê mehê di bergê kovarê de me cî da proseya aşîtiyê ku niha di navbera hikûmeta Tirkiyê û Partiya Karkerên Kurdistanê, PKKê, de li serê danûstandin tê kirin. Hîndekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê Doçent Vahap Coşkun li ser pêvajoya niha gotareke berhemdar amade kir. Coşkun bi zimaneke zelal meseleyê vedibêje. Proseya niha pêvajoyeke çawa ye? Çima û çawa dewlet hate vê astê û bi Kurdan re danûstandin dike? Mecbûr ma an dixwaze mafê Kurdan bide? Çima MHP ya ku her tim li dijî çareseriyeke sîyasî bû, niha pêşengîya pêvajoyê dike?  Ferqa vê pêvajoyê ji yên berê çi ye? Ji bo bersiva van pirsan vê gotarê ji dest nexin.

Nivîskar Konê Reş li ser lehengekî kurd ku yek ji dixtorên ewil û pêşeng e di civaka kurdan de, Dr Ehmed Nafîz Beg Zaza, jiyana wî û hewl û xîretên wî ji bo sax kirin û dermankirina miletê xwe, gotareke xweş û bi hûrgulî amade kir.

Nivîskarê me yê Mûşî Ozan Serhedî li ser danasîna çanda bajarê xwe berdewam dinivîsê. Serhedî vê carî jî derheqê dawetên li herêma Milazgira Mûşê gotarek pêşkeş kir. Binêrin ka di çanda kurdên Mûşê de dawetên gelerî çawa ne? Heya biryara dawetê tê dayîn, çi merhale hene? Û dawet çawa dibe? Çi taybetiyên dawetan hene? Ji bo bêtir agahiyên fermo biçin malpera me û vê gotarê bixwînin.

Derûnnas Brahîm Alûcî di çarçoveya rêzenivîsên li ser derûniyê de vê mehê “Derûniya Kolonyalîzmê” nivîsê. Ev nivîs ji alîkî ve xebateke akademîk e. Hemû têgehên têkildarî mijara derûnnasîyê yek bi yek di nava gotarê de hatine vegotin.

Di vê hejmarê de ji Rojavayê Kurdistanê ji bajarê Kobanê nivîkarek me yê mêvan heye. Silatana Osman Eto ji me re nivîseke xwe rê kir. Di nivîsê de li ser wêjevanî û berhemên Dostoyevsky hûr bûye nivîskar û berhema wî ya navdar Sûc û Ceza şîrove dike û dibêje: Em Hemû Raskolnikov in.

Nivîskar Dilazad ART meha borî dest bi rêzenivîsa derheqê avabûna sînemayê kiribû û beşa yekem me weşandibû. Beşa duyem a vê rêzenivîsê jî made ye. “Ji Bo Jiyanê Pencereyeke Nû: Sînema”. Binêrin ka çawa fotograf veguheriye sînemayê û kî ne pêşengên sînemayê û çara pêşî li kîjan welatan dest pê kir û çawa belav bûye.

Di beşa danasîna pirtûkan de nivîskarê me Faîk Ocal ji me re pirtûka Ariya Giyanên Stewr A Sîdar Jîr amade kir. Ev pirtûkeke çîrokan e û di pirtûkê de neh çîrok hene. Ariya Giyanê Stewr di Avrêla 2004an de ji Weşanxaneya Bajerê derketiye.

Kovara me bi beşa Fotoşirove diqede. Wênegir Dilazad Art ji me re 2 wêne şandin.

Wêneya yekem: Şikeftên Heskîfê, Herî kêm 12 hezar sal berê cihê ku mirov lê dijîn.

Wêneya duyem: Kelha Heskîfê, Şûnwarên Şaristaniya Kurdan.

Hejmara 7an amade û li ber destê we ye. Hûn dikarin li ser malpera me www.theraisingofkurds.com hemû nivîsên vê hejmarê û hejmarên berê bixwînin. Her wiha hûn dikarin PDFa hemû hejmarên kovarê daxînin.

Bimînin dixweşiyê de.

 

 

 

 

Editorya Ji Edîtor Name Nameya Edîtor the Raising of Kurds 7
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Editor

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.