Silav xwînerên ezîz,
Kovara we The Raising of Kurds gihîşt hejmara 20î. Me di bergê hejmara nû de cî da lehengekî stran û mûzîka kurdî. Ew jî Aramê Tîgran e. Wekî tê zanîn Aramê Tîgran bi eslî xwe ermen e. Malbata wî ji şer filîtibûn û xwe spartibûn Rojavayê Kurdistanê. Aram di sala 1934an de li Qamişlo hate dinyayê. Wî xîzmeteke mezin kir ji bo mûzîka kurdî. Di repertuara wî de tê gotin dora 230 stranên Kurdî hebûn. Digel kurdî wî bi erebî, ermenkî, suryankî, yewnanî jî stran gotin. Di sala 1966an de bar kir çû Yerîvanê. 18 salan li radyoya Yerîvanê di beşa kurdî de kar kir, bi weşanên kurdî deng û awaza xwe gihand bi milyonan kurdan. Salên xwe yên dawîn li ewropayê li Atînaya Yewnanîstanê derbas kir. 17 sal beriya niha jî ji nav me koç kir.
Nivîskarê me Konê Reş li ser vî hunermendê gewre li dor bîranîn xwe nivîsek amade kir. Mamoste wiha dest bi nivîsa xwe dike: Wek rêzgirtin û wefadarî ji bîranîna wî re, bi min xweş e ku ez wî, wek ku min ew dîtiye û naskiriye, bi we bidim naskirin.
Dîsa kesayeteke din a gewre yê kurd di vê hejmarê de cîh digre. Nivîskar û lêkolîner Dilazad Art vê mehê li ser Bedîûzzeman Seîdê Kurdî nivîsî. Bedîûzzeman bû şahidê têkçûna dewleta Osmaniyan û damezrandina komara Tirkiyê. Wî pirsgirekên civakê gelek baş ditîbû û ji bo çareseriyan raman û hêstên xwe bi rêya rojname û kovaran anîbû ziman. Dilazad ev nivîs di vê gotarê de berhev kirin.
Nivîskara me ya hêja Rengîn Amêdî bi vê hejmarê vegeriya nav me. Amêdî derbarê fîlmê Odîseya derhêner Christopher Nolan de analîzek nivîsî: Hespê Troyayê, Helena Reş û Guharên Seqizî, Kîne Yên Çîrokê Vedibêjin?
Di hejmara 20î de nivîskar Siltana Eto jî heye. Siltan xan li ser romana Bîranînên Min Di Zindana Jinan de ya Newal Sehdawî (Nawal El Saadawi) nivîsî. Di vê nivîsê de hûnê hem jiyana Newal Sehdawî hem jî analîza karakterên romana wê bibînin.
Gotara di dorê de jî ji wêjeya cîhanê ye. Nivîskarê me Rûmet Med nivîskarekî gewre bi me dide nasîn. “Stêrkê Geş Ê Wêjeya Cîhanê: Edgar Allan Poe”
Nivîskar Şerîf Çelebî vê mehê mijareke li dor baweriyê bijart. Nivîskar analîza tezên derbarê peydabûna jiyanê dike û dipirse: Hizra Peresana Ateîstîkî Rast E, An Bawerîya Afirandinê Rast E? Binêrin ka nivîskarê me gihîştiye çi encamê.
Derûnnas Brahîm Alûcî psîkolojiya penaberan kir mijara gorata xwe ya vê mehê: Windahî, Şînûşûn Û Nasnameya Dabeşbûyî Di Jiyana Penaberan De.
Li cîhanê kêm cî mane ku mirov ne gihîştibin û dest lênedabin. Lê gelo ev çiqas e û rêjeya wê çi ye li ser dinyayê. Lêkolîner Digikurd meraqa vê mijarê kir û gihîşt bersiva van pirsan. Sernava nivîsa wî wiha ye: Deverên Destlênedayî Û Yên Ku Hêj Nehatine Talankirin
Di beşa danasîna pirtûkan de nivîskarê me Faîk Ocal danasîna Pirtûka Kendal A Kemal Yîgît dike.
Kovara me bi beşa fotoşîrove diqede. Wênegir Dilazad ART vê mehê 2 wêneyên xwe bi me re parvekirin.
Wêneya yekem: Şaredariya Bajarê Hannover
Wêneya duyem: Kelha Heidelberg
Hejmara 20an jî amade û li ber destê we ye. Hûn dikarin li ser malpera me www.theraisingofkurds.com hemû nivîsên vê hejmarê û hejmarên berê bixwînin. Her wiha hûn dikarin PDFa hemû hejmarên kovarê daxînin.
Bimînin dixweşiyê de.


