Silav xwînerên ezîz.
Salên 90î di diroka me Kurdan de salên tarî û reş in. Tiştên nemayî hatin serê me. Kuştin, komkujî, zilim, zordarî, sirgun, revandin, qetlkirin û hwd. Nexasim li Bakûrê Kurdistanê. Ji nava civaka tirkan ku em bi hev re dijîn, ti dezgeh and saziyên ne kurd ji bo mafê kurdan têkoşîn nedan. Kurd her tim tenê bûn, tenê man. Lê belê kesek hebû ku li hember zilmê serê netewand, nebû kerr û lal. Ew jî Dr Ismaîl Beşîkçî ye. Ew bi deh salan ji bo mafê kurdan têkoşîya. Heta ji destê wî hat axivî, di her fersendê de piştevaniya gelê kurd kir, pirtûk nivîsand, li mehkeman li ber xwe da. Neheqî li wî jî hate kirin. Di hepsan de ma. Temenê wî êdî ber bi 90 salî ve tê. Lê hê jî di vê temenê xwe yê mezin de yek ji têkoşerên bêsekn e di doza Kurdan de. Lazime ku em qedrê vî kesayetê gewre hê di saxiya wî de bizanin, pesna wî bidin û behsa wî bikin.
Nivîskarê me Konê Reş dost û hogirê gewre yê Kurdan Dr Îsmaîl Beşîkçî bi hûrmet bi bîr tîne. Brêz Beşîkçî di meha yekem a sala bê de wê bikeve 87 saliya xwe. Mamoste Konê Reş jî bi vê boneyê li dor jiyana wî nivîsek amade kir: Gotinek Di 87 Saliya Rojbûna Dost û Hogirê Gelê Kurd Dr. Îsmaîl Beşîkçî De. Konê Reş wiha pesna sosyolog Îsmaîl Beşîkçî dide: Dr. Îsmaîl Beşîkçî; ev zanyar, civaknas û nivîskarê ku nêzîkî 40 pirtûkî û hezarê gotaran nivîsandine û gelek ji pirtûkên wî li Tirkiyê hatine qedexekirin. Hem jî di ser 100 salî re cezayê zindanê jê re hatiye birîn û gelek sal ji temenê xwe di zindanên Tirkiyê de derbas kiriye û her û her ew ji baweriya xwe nehatiye xwarê, xwe ji paş doza Kurdistanê û gelê Kurd nedaye alî..
Bi me jî xweş e ku di vê hejmarê de em bergê kovarê ji bo rêzdar Dr Îsmail beşîkçî veqetînin.
Nivîskar Rûmet Med vê mehê li ser berhemên Zanyar Yuval Nûh Hararî xebitî. Sernavê gotara wê jî wiha ye: Berhemên Zanyar-Ramangêr Yuval Nûh Hararî Û Wergerên Ji Bo Kurdî.
Di beşa psîkolojiyê de nivîskarê me Brahîm Alûcî vê carê li ser bîra mirov nivîsî: Bîr û Bîranîn Di Rewşa Kurdî De. Di vê analîza psîkanalîtîk de nivîskar wiha pênaseya bîrê dike: Bîr (memory) di qada derûnnasiyê de ne tenê mekanîzmayeke zindewerî ye, ew bingeha xwe û nasnameya mirovî ye, kevirê qorzîbir ê bingehîn ê ezî (ego) û “xwebûn”ê (self) ye.
Mijara nivîsa Dilazad Art vê mehê mijareke olî ye: Tîrêjên Ronahiya Pirtûka Pîroz.
Nivîskar Şerîf Çelebî jî li ser mijara olê gotarek pêşkeş kir: Di Pirtûkên Pîroz De Çareseriya Îddîayên Nakokiyan
Nivîskar Mihyedîn Nahrîn di çarçoveya rêzenivîsa Nameyên Derengmayî Yên Evînê de nameyeke din a evînê bi me re parve kir: Xwe Bi Xeyala Te Dixapînim
Di beşa danasîna pirtûkan de nivîskarê me Faîk Ocal ji me re Pirtûka Êş Landika Jînê ye ya Huseyîn Guclu amade kir. Herwiha pirtûkeke nû ya Faîk Ocal jî çap bû bi navê Çîrokên Axa Min. Em di vê hejmarê de bi kêfxweşî danasîna prtûka wî jî dikin.
Hejmara meha tîrmehê bi beşa Fotoşîrove diqede. Wênegir Dilazad Art ji me wêneyek xwe şand.
Wêne: Li Deşta Qubînê Bihar.
Hejmara 19an jî amade û li ber destê we ye. Hûn dikarin li ser malpera me www.theraisingofkurds.com hemû nivîsên vê hejmarê û hejmarên berê bixwînin. Her wiha hûn dikarin PDFa hemû hejmarên kovarê daxînin.
Bimînin dixweşiyê de.


