Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 2»Ji Edîtor 2
Hejmar 2

Ji Edîtor 2

EditorBy Editor01/02/2022Updated:02/05/2026Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Nameya Edîtor

01.02.2022


Merheba xwînerên hêja û dildarên zimanê Kurdî.

Bi jimara meha Sibatê kovara me The Hall Kurdî ji bo xwendinê amade ye û li ber destê we ye.

Di vê jimarê de mijara me ya sereke hunera NFTê ye. Me ev mijar kir berga kovarê. Lewra dinya bi lez û bez ber bi cihaneke nû ya sanal ve diçe. NFT ango hunera krîpto, trenda herî balkêş ya salên dawîn e. Herî zêde jî di sala 2021ê de derket pêş. Par di 11ê Adarê de Mike Winkelmann ku wek “Beeple” tê nasîn berhemeke xwe ya NFTê bi 69.3 milyon dolarî firot. Ev girîngiya vê hûnerê jî nîşan dide.

Ciwanên Kurd jî di vê qadê de bi hûnerên xwe ve balê dikşînin. Keçeke Kurd a jîr û jêhatî Koshe Salayî digel 2 hevalên xwe hesaba NFTKURD damezrandiye. Di vê jimarê de bi artîsta NFTê û damezrînera hesaba NFTKURDê Koshe Salayî re hevpeyvîneke me jî heye. Meraqdarên NFTê an jî kesên ku nû bi NFTyan dihesin dê bikarin ji vê gotara ku bi zimanekî zelal û têgihîştî hatiye nivîsîn hûrguliyên vê hunerê hîn bibin.  

Bûyerên li Qazaxistanê, yekem rûdana navdewletî ya sala nû bû. Bê guman herkes meraq dike ka sedem çi bû û dê piştre çi bê? Lê rewşa Kurdên li wir jî cihê meraqê bû. Loma me jî pirsên xwe ji xanima karsaz û çalakvana Kurd Narîn Nadirovayê re şandin. Wê jî bi bersivên xwe ji me re bi Kurdî û bi kurtî behsa meselê û rewşa Kurdên Qazaxistanê kir.

Dîsa di vê jimarê de hûn ê serpêhatiya du bijîşkên Kurd ên serkeftî bixwînin. Gezo û Îzzet Bozkurt bi Peymana Enqereyê hatine Îngilîstanê. Hedef û hêviyên wan, jiyana wan a li Amedê û serpêhatiya wan a li xeribiyê hêjayî xwendinê ye.

Di kovara meha Sibatê de projeyekê alîkariyê jî em didin nasîn. Daleel Hagy civanekî ji Rojavayê Kurdistanê ye. Wî projeyeke dar danînê hazir kiriye ji bo Bakurê Rojhilata Sûriyê û Herêma Kurdistanê. Daleel projeya xwe li Londonê daye destpêkirin û bi vê projeyê dixwaze alîkariyek bigihîne deverê û kesên ku ji warê xwe bûne û her wiha herêmê bike ciheke hêşîn.

Babeteke girîng û hêja jî nivîskar Necat Zivîngî nivîsand. Mamoste Zivingî di gotara xwe de balê dikşîne ser alîyekî din ê Melayê Cizîrî, behsa “Resmên Nü Yên Windayî Yên Cizirî” dike û Cizirînasiyê radike qonaxeke nû.

The Hall Kurdî vê mehê jî ji bo xwendinê têr û tije ye.

Bi Kurdî bixwînin, tehmê jê hilînin.  

Bimînin di xweşiyê de. 

The Hall Kurdî, Hejmara 2. Daxe
Editorya Hejmar 2 Ji Edîtor Nameya Edîtor The Hall Kurdî
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Editor

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.