Her xwendevan dizane ku hîn pirtûk hene li ser mirov bandoreke mezin dihêle. Dema mirov wî pirtûkê diqedîne heya çendekî ji bin bandora wê dernayê û li ser wê gelekî difikire. Çima nizanim lê ew pirtûk mirov re dibe wekî mînakek wekî rêberekî. Ew qarakterên wî pirtûkê wekî ku di jiyana me de be, wekî ku bi me re bijî wisa nêzikê meriv dibe. Dema ku ez ê dest bi pirtûkeke nû bikim hêvî dikim ku ew pirtûk û ew qarakterên wî pirtûkê parçeyek ji jiyana min bibe. Lewma pirtûkek û qarakterên wî çiqas ku nêzikî jiyana mirov bibe ewqas jî li ser mirov bandoreke mezin dike. Heya niha gelek pirtûkên xweş hebûne ku min xwendine. Lê çend heb ji wan hebûne ku zêde zede li ser min bandor kiriye. Taybetiya van pirtûkan jî ew e ku serqarakterên wan pirr bala min kişandiye.
Ji nav qarakterên pirtûkan ên ku herî zêde bala min kişandine Martîn Eden û Înce Memed in. Martîn Eden serlehengê pirtûka Martîn Eden a Jack London e û Înce Memed jî serlehengê pirtûka Înce Memed a Yaşar Kemal e. Her du serleheng jî navên xwe dane pirtûkan jî. Min pirtûka Martîn Eden salek ewil xwendibû û pirtûka Înce Memed jî du meh ewil xwend. Niha jî ez ê berê xwe bidime pirtûka Înce Memed û binhêrin ka Înce Memed kî ye û çi kiriye.
Nivîskar:
Nivîskarê pirtûka Înce Memed Yaşar Kemal e. Navê wî yî esil Kemal Sadik Gokçelî ye. Sala 1926an de li Qadîrlî’ya Edene’yê ji dayîk bûye. Lê bi eslê xwe ji Ernisa Wanê ye. Ango Yaşar Kemal bi eslê xwe Kurd e. Dema Şerê Cihanê ya Yekemîn de malbata wî ji ber şerê Ûris ji cih û warê xwe dertên û koçê Qadîrlîyê dikin. Zaroktiya Yaşar Kemal pirr bi zehmetî derbas dibe. Ji ber şertên wî demê jixwe jiyan pirr bi zehmet bûye. Yaşar Kemal jî bi van zehmetiyan mezin dibe. Ew zehmetiyên ku wî ditiye ji wî re dibe mijar û li ser van mijaran jî helbest, çîrok û pirtûkan dinivîse. Yaşar Kemal di 20 saliya xwe de nivîsa xwe ya yekem dinivîse û di kovarekî de tê weşandin. Yaşar Kemal di jiyana xwe de gelek caran bi nivîsê xwe xelatan sitandiye û di wêjeyê de cihekî girîng girtiye. Yaşar Kemal carekî jî ji bo Nobelê bûye namzet lê xelata Nobêlê bi dest nexistiye. Piştî ewqas zehmetiyên ku kişand û berhemên ewqas biqîmet nivîsand, Yaşar Kemal 28ê Sibata 2015an di 89 saliya xwe de diçe li ber rehma Xwedê.
Pirtûk:
Pirtûka Înce Memed a Yaşar Kemal di nav berhemên wî de ya herî tê naskirî ye. Yaşar Kemal di sala 1955an de dest bi nivîsa vî berhema xwe kiriye û sala di 1987’an de qedandiye. Ango di nav 32 salan de nivîsiye. Romana Înce Memed ji çar pirtûkan pêk tê. Înce Memed I, Înce Memed II, Înce Memed III û Înce Memed IV. Roman di sala 1955an de tê weşadin û ew sal jî xelata ‘’Romana Herîbaş a Salê’’ distîne. Romana Înce Memed ne tenê di wêjeya Kurdî û Tirkî de herwiha di wêjeya cihanê de jî tê naskirin. Yaşar Kemal romana xwe bi zimanê Tirkî nivisandiye. Lê roman heya niha ji 40 zimanî zêdetir hatiye wergerandin û bi saya vê jî roman di hemû cihanê de tê naskirin.
Her çiqas Yaşar Kemal bi eslê xwe Kurd be jî û kurdî dizanibûye jî vê berhema xwe ya bêhempa bi zimanê Tirkî nivisîye û bûye berhemek ji wêjeya Tirkî. Lê dibe ku nivîskar ji ber şertên wî çaxê nikaribûye bi Kurdî binivîsîne an jî Kurdî ya wî têra nêvîsa vê berhema hêja nekiribe. Lê xem nake, mesele jî ne ev e. Jixwe dema mirov vî romanê dixwîne mirov dibine ku mijarekî resen e. Jiyana qarakteran dişibe jiyana me û qarakter jî dişibin me. Ango her kesek dikare xwe nezîkê van qarakteran hîs bike. Her kesek dikare perçeyek ji jiyana xwe di vê romanê de bibîne. Mînak mijara vê romanê bala hemû kesan dikşîne lewma mijara wê rastiyeke jiyanê ye. Di romanê de qala gelek meseleyan tê kirin û her kes jî li gorî xwe têştek tê de dibîne. Yaşar Kemal vê berhema xwe pirr biqîmet dibîne, dibe perçeyeke jiyana wî. Lewma Yaşar Kemal zaroktiya xwe de çi dîtibe, çi bihîstibe û çi kişandibe ji xwe re dike çavkanî û dike mijara vê berhema xwe ya hêja.
Mijarên Romanê:
- Serîrakirina Li Hember Feodalîteyê(Axatiyê)
Di romanê de nivîskar li ser gelek mijaran disekine. Ji van mijaran ya ku herî zêde derdikeve pêş mijara serîrakirina li hember feodalîteyê ye. Nivîskar feodalîteyê li ser sîstema axatiyê rexne dike. Di romanê de axayekî bi navê Evdî axa heye û ev qarekter feodalîzmê temsil dike. Evdî axa zilmê li gundiyan dike û tu heqekî jî nade wan. Lê zilma wî heya dawiyê berdewam nake. Lewra lehengekî bi navê Înce Memed dertê û serî li hember zilma wî axayî radike. Înce Memed serlehengê romanê ye û di romanê de qehremantiyê temsil dike. Memed hê di zaroktiya xwe de zilmê dibîne û ev jî jê re dibe derdek. Lê wexta ku mezin dibe û dibe xortek êdî vê zilmê qebûl nake. Di xortaniya xwe de ji gund direve û xwe diavêje hembêza çiyayan. Memed cara ewil tevlî koma eşqiyayên Delî Dûrdû dibe. Delî Dûrdû serokê vê koma eşqiyayan e. Wekî ku ji leqeba wî jî tê zanîn, Dûrdû kesekî heta bêjî nebaş e. Eşqiyayekî dîn û zilimkar e. Qet kêfa Memed ji wî re nayê lê ji ber neçariyê li ba wî dimîne û digel wî tev digere. Lê Memed tu caran nebaşiyê li kesî nake. Jixwe çendek şûn de ji koma wî vediqete.
Sedema tevlibûna komên eşqiyayan a Memed neqebûlkirina zilma Ebdî axa ye. Bêguman Evdî axa di vir de temsîliyeteke, qarektereke e. Temsîliyeta feodalîzmê dike. Memed ne tenê li hember Evdî axa herwiha li hember hemû axayan û zilimkaran serî radike. Ev mijara sereke ya romanê ye. Nivîskar zêdetirîn li ser vê mijarê disekine. Di vir de jî tê fehm kirin ku vê mijara hanê li ser nivîskar ango Yaşar Kemalî pirr bandor kiriye.
Jixwe dema mirov piçûktiya Yaşar Kemal dinhêre; mirov dizane ku wî çaxê ev sîstema axatiyê hebûye. Axatî ne tenê di nav Kurdan de herwiha di nav Tirk, Çerkez, Ereb û hwd. de jî heye. Li herêma Çuxurovayê jî ev sîstema xirab hebûye. Axayên van deveran jî piranî Tirk bûne. Erê di nav wan de Kurd jî hebûne lê wekî ku me got piranî Tirk bûne. Lê axa axa ye, çi Tirk be çi Kurd be.
Di romanê de nivîskar vê mijara axatiyê bi temsîliyeta Evdî axa û hin axayên din dide xwendevanan. Wekî ku di romanê de jî tê fehm kirin neyarê Memed ê herî mezin Evdî axa bixwe ye. Evdî axa wekî ku me di serî de got kesekî zilimkar e û her tim zilmê li gundiyan dike. Helbet li Memed û diya wî jî zilmê dike. Lê Memed li ber vê zilmê serî berjêr nake û ji gund direve, xwe dispêre çiya û komên eşqiyayan. Di hişê Memed de tenê tolhildana xwe ji Evdî axa bistîne, heye. Jixwe di dawiya romanê de Memed; Evdî axa dikuje û vê mebesta xwe tîne cih.
- Di romanê de rola jinan
Di romanê de sê qerekterên jin derdikevin pêş. Xetîce: ( Hatçe ) Dildara Memed e. Iraz: Jina ku di zindanê de bi Xetîceyê re dibe heval û alîgêrê wê. Done: Diya Memed e. Ev hersê jin di romanê de qehremantiya jinê temsîl dikin. Helbet mijara romanê ya sereke ne qehremantiya jinan e. Her çiqas nivîskar vî mijarê zêde dernexistibe pêş jî; mirov têderdixe ku qehremantiya jinê jî heye.
Me got Done diya Memed e. Bi zor û zehmetî, bê mêr kurê xwe Memed mezin dike. Jineke kedkar e, xwedîrûmet e. Her çiqas bêmêr be jî, li kurê xwe xwedî derdikeve û wî mezin dike. Helbet wekî hemû gundiyan diya Memed jî zilma axê dibîne. Lê dema kurê wê hinek mezin dibe û diçe digêhêje eşqiyayan, ew jî hinekî ji zilma axê xilas dibe. Lê di dawiyê de Evdî axa wê dide kuştinê. Diya Memed ango Done; di romanê de temsîliyeta jineke kedkar û derdkêş dike.
Iraz qarektereke berbiçev e. Rêhevalê Xetîceyê ye. Jineke jehatî, baş û xwedîrûmet e. Mêrî wê jî tê kuştin û ew û kurê xwe tenê dimînin. Piştî waxtan kurê wê mezin dibe û dewa mafê xwe dike. Lê kurê wê jî tê kuştin. Dûre Iraz ji bo tola kurê xwe hilde, agir berdide mala kujerê kurê xwe. Piştî vê bûyerê ew jî tê bindestkirin û dikeve zindanê. Di zindanê de jî ew û Xetîce dibin heval û dostê hevdu. Iraz alîkarî û piştgiriyeke mezin dide Xetîce’yê. Dûre Memed Iraz û Xetîceyê ji zindanê direvîne, wana dibe ser çiyê. Iraz li wir jî alîkeriyeke mezin dide Xetîceyê û miqatê kurê wê jî dibe. Piştî ku Memed bi leşkeran re dikeve şer, Xetîce tê kuştin. Piştî mirina Xetîceyê Iraz kurê wê hildide ba xwe.
Xetîce qerektera jin a sereke ye. Dildara Memed e. Xetîce heya dawîya emrê xwe gellek zehmetiyan dikşîne. Dema wê bi destê zorê didine xwarziyê Evdî axa Xetîce vê zilmê qebûl nake û bi Memed re direve. Jixwe ku bi Memed re revî êdî jiyana wê bêtir zehmet dibe. Lewra ew û Memed dibine neyarê Evdî axa. Piştî waxtan Xetîce jiber bêbextiya axê bi îftîrayekî tê girtin û dikeve zindanê. Di wir de bi Irazê re dibe heval. Piştî hinek wextan Memed wê û Irazê ji wir direvîne. Berê wan dikeve çiyê. Li çiyê Xetîce kurek tîne dinê. Lê mixabin hê têr bi zaroka xwe re şanebûye, tê kuştin. Piştî mirina wê Iraz kurê wê hildide û lê xwedî derdikeve.
- Mijara eşqiyatiyê
Mijareke din jî eşqiyatî ye. Ev mijar di romanê de cihekî girîng digire. Di romanê de behsa gelek eşqiyayan dike. Ji van eşqiyayan yên baş jî hene û yên nebaş jî hene. Eşqiyatî di wî waxtê de gelekî zêde bûye. Li herêma Çuqurovayê li ser her çiyayê eşqiya hebûne. Yên ku ji zilmê reviyane, yên ku ji leşkeriyê an jî ji zindanê reviyane xwe avîtine serî çiyayan û bûne eşqiya. Memed jî ji zilma Evdî axa direve, diçe li ser çiya û digêhêje komek eşqiyayan. Memed li wir gelek tiştên xirab dibîne. Ji zilma axa direve lê li wir jî rastî zilma sereşqiya tê. Sereşqiya mêreke zilimkar e, hertim zilmê li milet dike û bi zora çekan diziya malê milet dike. Memed vî zilma eşqiyayan dibîne lê vî zilmê qebûl nake û serî li hember wan eşqiyayan jî radike. Piştî vî jî êdî Memed di nav gel de zêdetir tê naskirin û bi navê Înce Memed dibe lehengê gel.
Encam
Înce Memed pirtûka herî navdar a Yaşar Kemal e. Her wiha di nav wêjeya cîhanê de jî xwediyê qedrekî bilind e. Her çiqas roman bi zimanê Tirkî hatibe nivîsandin jî di her rûpelê de tehma Kurdî jî jê tê. Ji ber ku nivîskarê romanê ango Yaşar Kemal Kurd e, hiş, hîs, fikir û dilê wî jî Kurdî ye. Dema mirov pirtûkê dixwîne, mirov mijar, qerekter, cîh û bûyerên wî dinhêre mirov dibîne ku tehma Kurdî jê tê. Wek mînak qarekterê sereke yê pirtûkê Înce Memed bi mêrantî, başbûn û xortaniya xwe temsîliyeta qarektereke Kurd dike. Memed ji biçûktiya xwe heya xortaniya xwe gelek zehmetiyan dîtiye. Bi gelek zehmetiyan, êş û eleman, xizanî û belengaziyan ve mezin dibe.
Dema mirov jiyana qarekterê bi navê Memed dinhêre mirov dikare bibêje jiyana wî hinek dişibe nivîsakrê romanê ango jiyana Yaşar Kemal. Lewra Yaşar Kemal jî di biçûktiya xwe de gelek zehmetiyan dikşîne. Dema zaroktiya wî de jî ew sîstema axatiyê hebûye û vê rewşê jî li ser Yaşar Kemal bandoreke mezin kiriye. Kesên wê çaxê yên ku dewlemend û xwediyê erdan xwe wek axayan hesibandine. Carinan bi mal û milkên xwe carinan jî bi zora çekan zilmê li ser millet kirine. Vê rewşa xirab jî bandoreke mezin li ser Yaşar Kemal kiriye. Ji bo vê yekê ye jî Yaşar Kemal romanekê bi vê mijarê nivîsiye. Dibe ku nivîskar bi vê romana xwe kula dilê xwe aniye ziman. Her wiha ev roman rexneyek e jî. Rexneyeke li dijî feodalîzmê ye ku nivîskar li ser hîn mijarên xirab sekiniye û bi saya romana xwe rexne kiriye.


