Destpêk
Mirov hebûneke sosyolojîk e. Her mirov bixwaze nexwaze bi derdora xwe re tekîldar e. Ev tekîldayîn mirovan dinav civakê de bicîh dike. Seîdê Kurdî mirovekî ku bi pirsgirekên civakê re tekîldare nemimkûne ku di derbarê pirsgirekên civakêke raman û hêstên xwe neyne ziman. Ji xwe ji bo ku Seîdê Kurdî zanayekî dema xwe bû û civaka ku tê de dijiya civakeke têkçûyî û li ber hilweşandine bû, çênedibû ku bêdeng bimîne. Seîdê Kurdî dinavbera salên 1877 û 1960 jiyaye. Serdema Osmaniyan û serdema komara Tirkiye jiyaye. Şerê Cîhanê yê Yekem û yê Duyem dîtîye. Hilweşandina împeretoriya Osmanî, xîlafet û seltanatê dîtîye. Di hêla madî ve li hember şaristaniya ewropiyan têkçûyîna şaristaniya îslamê dîtîye. Mirovekî wek Seîdê Kurdî ku evqas bûyer hatibin serê wî nemimkûne ku vekişê quncikê û bibe temaşevanên van bûyeran.
Bêguman serê sedsala 20an de alava ragihandinê ya raya giştî rojname û kovar bûn. Seîdê Kurdî jî bi reya rojname û kovaran derbarê bûyerên rojanê de ramanê xwe bi raya giştî re parvekirine.
Emê di vê xebatê de nivîsên Seîdê Kurdî yên ku di rojname û kovaran de hatine weşandin li gor sala weşanê birêz bikin. Di derbarê nivîsan de agahiyên kurt bidin. Ji bo ku dema xwendevan bixwazê van mijaran berfirehî bikolîne dibe wek çavkaniyekê.
Nivîsên Di Rojname û Kovaran De
19 Mijdar 1908, Şûray-î Ummet Xazetesî, Li Ser Alayiyên Hemîdî Beyana Rastiyê
Di vê nîvîsê de li ser realîteya Alayîyên Hemîdîye dirawestê. Ji dêwla rakirina Alayîyên Hemîdîye terbiyekirin û serrastkirina wan dixwazê.
2 Kanûn 1908, Şerq we Kurdistan Xazetesî, Kurd Dîsa Muhtac in
Di vê nîvîsê de pêdivîyên kurdan têne ziman. Wek pêdivîya sereke vekirina dibistanên kurdî û nebûna perwerdehiyê dibînê.
5 Kanûn 1908, Kurd Teawûn we Teraqqî Xazetesî, Şîretên Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî (Ev nivîs bi Kurdî hatiye nivîsîn)
Di vir de li kurdan şîret têne kirin. Rewşa kurdan derdixê berçavan û bi vî awayî çend şîretan li kurdan dike. Îslamîyet, mirovatî û netewetîyê wek sê cewherên kurdan nîşandide. Dûvre xizanî, nezanî û dijberîyê jî wek sê dijminên kurdan nîşan dide. Di dawiyê de perwerdehiyê, yekîtîyê û xebatê wek sê şûrên elmasî ku wan dijminan ji meydanê rake nîşan dide.
12 Kanûn 1908, Kurd Teawûn we Teraqqî Xazetesî, Kurd Muhtacî Çi ne?
Di vê nivîsê de ji bo kurdan li ser yekîtî û perwerdehîyê diraweste.
19 Kanûn 1908, Kurd Teawûn we Teraqqî Xazetesî, Xîtaba Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ya Li Mebûsan
Di vê nivîsê de bangî parlementerên Meclîsa Mebûsan dike û ji bo serkeftineke ku bidome çend şîretan li parlementeran dike. Nêrîna ewropayiyan li cîhanâ îslamê, nebaşiyên medeniyata ewropiyan û tevliheviya cîhana îslamê wek sê darê zeqûmê dibînê. Dûvre yekîtîya giştî, şaristaniya dibin fermana şêrîatê de û dîndariyeke rast jî wek sê darê tûbaye ji bo serfîrazîya cîhana îslamê dibîne.
26 Çile 1909, Kurd Teawûn we Teraqqî Xazetesî, Xîtaba Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ya Li Mebûsan
Ev nivîs wek berdewana nivîsa beriya xwe didome. Li ser maf û kanunê diraweste. Sêdemên ku misliman li paş mane şîrove dike. Di dawiyê de hin pirsgirêkên gelê kurd yên sereke tîne ziman.
26 Sibat 1909, Kurd Teawûn we Teraqqî Xazetesî, Encama Nutqa Berê
Ev nivîs berdewama nivîsa berê ye. Ev nivîs li ser tekîlîyen mislimanan û nemislimanan diraweste. Cudahiyen navbera şaristaniya îslamê û ya şaristaniya ewropiyan destnîşan dike.
9 Sibat 1909, Kurd Teawûn we Teraqqî Xazetesî, Îfadeya Meramê
Ev nivîs li ser rewşa xweyî sirûştî nivîsandiye.
10 Adar 1909, Volkan, Rastî
Ev nivîs li ser hêz, maf, dad û kanûnê diraweste. Hêz divê di kanûnê de bê, wek destureke sereke hatiye nivîsîn.
14 Adar 1909, Volkan, Her Bijî Şerîeta Pak û Ronak
Ev nivîs bangî parlementeran dike. Li ser yekîtîya cîhana îslamê dirawestê.
18 Adar 1909, Volkan, Bijî Şerîeta Ehmedî
Ev nivîs bangî rayedaran dike. Nakokiyên di navbera civakê de tîne ziman.
24 Adar 1909, Volkan, Fihrîsteya Armanc û Bernameya Wan Ramanên Bedîuzzeman Kurdî
Di sala 1909an de Mijarên ku di Rojeva Bedîuzzeman Seîdê Kurdî de ne; Îslamiyet, Perwerdeya Îslamî, Zanîn, Xwendekar (Talebe), Zana (Alim), Osmanitî, Xelîfetî, Yekîtîya, Muhemmedî (Îttîhadî Muhemmedî), Kurdîtî ye. Seîdê Kurdî yek bi yek van mijara şîrove dike.
27 Adar 1909, Volkan, Dengê Rastiyê
Ev nivîs li ser îttîhadî Muhemmedî hatiye nivîsîn.
31 Adar 1909, Volkan, Redda Wehm û Dilwaswesan
Ev nivîs neh gumanên ku li ser îttihadî Muhemmedî têne gotin yek bi yek têne şîrovekirin û bersivên hêja têne dayîn.
7 Nîsan 1909, Volkan, Ronahiya Rastiyê
Ev nivîs jî li ser pirsên derbarê îttîhadî Muhemmedî de hatiye nivîsîn û ji bo her pirsekê bersivên ronak têne dayîn.
11 Nîsan 1909, Volkan, Biriqîna Rastiyan û Hilanîna Gumanan
Ev nivîs jî li ser pirs û gûmanên derbarê îttîhadî Muhemmedî de hatiye nivîsîn. Di dawiya nivîsê de ji Derwîş Wehdetî re peyamek heye.
17 Nîsan 1909, Volkan – Serbestî – Mîzan (15 Nîsan), Ji Leşkerên Me yên Qehreman re
Ev nivîs bangî leşkeran dike. Wazîfeya leşkeran bi wan dide naskirin.
18 Nîsan 1909, Serbestî, Ji Birayên Min ên Leşker re
Ev nîvîs li ser leşkêran ku xwe ji sîyaseta rojane dûr bigrin hatiye nivîsîn.
20 Nîsan 1909, Serbestî, Ji Tev Zabitên Me re
Ev nivîs wek berdewama nivîsa berî xwe ye.
20 Nîsan 1909, Volkan – Mîzan (17 Nîsan), Banga li Leşkeran re
Ev nivîs jî li ser wazîfeyen leşkeran dirawestê.
20 Nîsan 1909, Volkan, Ji Komeleyan re Daxuyaniyeke Girîng
Ev nivîs ji bo tekîlîyen komelaya Îttîhadî Muhemmedî û hukûmetê hatiye nivîsîn.
Encam
Di vê xebatê de hate diyarkirin ku Seîdê Kurdî bi mijar û bûyêrên serdema xwe ve tekilîyeke xurt daniye. Bi taybetî li ser maf û daxwazên kurdan rawestiya ye. Wek mijareke dî ya girîng li ser avakirina komelaya Îttîhadî Muhemmedî rawestiya ye. Gumanên mirovan yên derbarê Îttîhadî Muhemmedî de bi awayekî zelal eşkere kiriye. Mijarê seyêmîn daneberheva şaristaniya ewropîya û ya îslamî ye.
Wek dî Seîdê Kurdî bi tev mijar û bûyêr ku di serdema wî de bihûrîne li ser wan ramanê xwe diyarkirine. Ev jî nîşaneya entelektûelîya Seîdê Kurdî – ku ji nav çiyayê Kurdistanê derketiye – diyar dike. Di vê xebatê de diyar bû ku Seîdê Kurdî tenê di navbera salên 1908 û 1909an de di rojnameyan de nivîsê xwe weşandine. Dawiya Osmaniyan û piştî têkçûyîna Osmaniyan derfetên çapemeniyê li ber Seyda têne girtin lê belê Seyda tev xebat û raman û zanîna xwe dibin navê Risalêyên Nûr de weşandine.


