Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Derûnnasî»Nspt – Nexweşiya Stresê Ya Piştî Trawmayê
Derûnnasî

Nspt – Nexweşiya Stresê Ya Piştî Trawmayê

Brahîm AlûcîBy Brahîm Alûcî03/11/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye18 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

(Ptsd – Post Traumatic Stress Disorder)

Trawma û Wateya Wê

Trawma (Trauma) peyva ku ji zimanê Yewnanî hatiye wergirtin, di wateya birîn, êş, azar, perçiqandin û ratekandinê de tê bikaranîn. Ev peyv di nav nexweşiyên derûnî de cihekî girîng digire û di warê tendirustiya derûnî de wateyeke berfireh bi dest xistiye. Trawma, ne tenê rûdaneke fizîkî ye, lê di heman demê de birîneke kûr a derûnî ye ku bandora wê dikare heta dawiya jiyanê berdewam bike û reftar û tevgerên mirov kontrol bikin.

Di warê saxlemî û tendirustiya derûnî (giyanî) de, trawma rûdanên dijwar û ziyandar in ku bandoreke kûr li ser derûn û laşê mirovan dikin. Ev rûdan dikarin di encama gelek sedemên cuda de pêk werin. Şer û pevçûnên çekdarî, yek ji sedemên herî mezin ên trawmayê ne. Di dema şer de, mirov rastî gelek rûdanên dijwar tên: Kuştin, îşkence, koçberî, birçîbûn, wendakirina mal û milkê xwe û herî girîng jî wendakirina takekesên xwe yên herî nêzîk. Ev rûdan dikarin di hişê mirovan de şopên kûr bihêlin û bibin sedema trawmayên giran û domdar.

Îşkence û tundî, du sedemên din ên girîng ên trawmayê ne. Takekesên ku rastî îşkenceyê tên, ne tenê ji aliyê fizîkî ve êşê dikişînin, lê di heman demê de ji aliyê derûnî ve jî birîndar dibin. Ev birînên derûnî dikarin demeke dirêj berdewam bikin û bandoreke neyînî li ser jiyana wan a rojane bikin û berevaniya derûnê lawaz bike. Tecawiz û destdirêjiyên zayendî jî di vî warî de bandoreke mezin li ser derûniya mirovan dikin û dikarin bibin sedema nexweşî û trawmayên giran.

Karesatên xwezayî yên weke erdhej, lehî, agir û bahozê jî dikarin bibin sedema trawmayê. Di van rûdanan de, mirov di demeke kurt de rastî wendahiyên mezin tên: Mal û milkê xwe wenda dikin, ji cihê xwe yê jiyînê dûr dikevin û carinan takekesên xwe yên herî nêzîk jî wenda dikin. Ev rewş dikare bandoreke mezin li ser derûniya mirovan bike û bibe sedema trawmayên domdar.

Qezayên trafîkê yên giran jî dikarin bibin sedema trawmayê. Di van qezayan de, mirov dikare rastî birînên giran were, kesên di nav qezayê de wenda bike an jî bibe şahidê mirina takekesên din. Ev rûdan dikarin di hişê mirovan de şopên kûr bihêlin û bibin sedema trawmayên derûnî.

Bandora Trawmayê

Bandora trawmayê li ser mirovan gelek berfireh û kûr e. Ev bandor di gelek waran de xwe dide der û dikare jiyana mirovan bi temamî vebiguherîne.

Bandora Derûnî

Trawma di warê derûnî de bandoreke mezin li ser mirovan dike. Piştî trawmayê, mirov dikare tûşî gelek bêpergalî, nexweşî û pirsgirêkên derûnî bibe. Tirs û saw yek ji van arîşe û pirsgirêkan e. Ev tirs û saw dikare bi awayekî berdewam di jiyana mirovan de bimîne û bibe sedema zor û zehmetiyên mezin. Mirov dikare ji tiştên herî biçûk bitirse, ji dengên bilind bireve an jî nema bikaribe bi tena xwe bimîne.

Hestên bêçaretî û bêhêziyê jî kêşe û girîftên girîng in ku piştî trawmayê derdikevin holê. Mirov xwe bêçare û bêhêz hîs dike, nikare biryarên xwe bide û heta carinan nikare karên xwe yên rojane jî bike. Ev rewş dikare bibe sedema xemgînî û depresyonê.

Gelek caran mirov hestên sûcdariyê jî dijî. Ev hest bi taybetî di rewşên ku mirov ji rûdanê rizgar bûye lê takekesên din wenda kirine de xurt dibe. Mirov xwe sûcdar dibîne ku ew sax maye lê takekesên din mirine an jî xwe sûcdar dibîne ku nikarîbû alîkariya takekesên din bike.

Hêrs û acizî jî du hestên girîng in ku piştî trawmayê derdikevin holê. Mirov dikare li hemberî her tiştî û her takekesî hêrs bibe, nikare hêrsa xwe kontrol bike û ev yek dikare bibe sedema arîşe û kêşeyên mezin di têkiliyên civakî de.

 Bandora Fizîkî

Trawma ne tenê bandorê li ser derûniya mirovan dike, lê di heman demê de bandorê li ser laşê wan jî dike. Westanbûna berdewam yek ji van bandoran e. Mirov xwe herdem westiyayî hîs dike û nikare enerjiya xwe ya normal bi dest bixe.

Serêş û laşêşî jî arîşe û pirsgirêkên fizîkî ne ku piştî trawmayê derdikevin holê. Ev êş dikarin berdewam bin û bandorê li ser jiyana rojane bikin. Carinan ev êş bi awayekî psîkosomatîk (derûnlaşî) in, yanî ji ber pirsgirêk û bêpergaliyên derûnî û giyanî derdikevin holê.

Xwarina bêrêkûpêk jî arîşe û kêşeyeke girîng e. Hin takekes zêde dixwin, hin takekes kêm dixwin û ev yek dikare bibe sedema pirsgirêk û nexweşiyên tendirustiyê. Herwiha raketina bêpergal jî bêpergalî û pirsgirêkeke mezin e. Mirov nikare bi aramî û rehetî ranekeve, xewnên xirab dibîne û ev yek bandorê li ser jiyana rojane dike.

 Bandora Civakî

Bandora civakî ya trawmayê jî gelek girîng e û divê bi berfirehî were nirxandin. Piştî trawmayê, gelek takekes xwe ji civakê vediqetînin (social isolation). Ev veqetandin dikare ji ber çend sedeman çêbibe: Tirsa ji têkiliyên nû, wendakirina baweriya bi mirovan an jî hestên şermê.

Di danûstandinên civakî de jî gelek zor û zehmetî derdikevin holê. Mirov nikare bi rehetî bi takekesên din re têkilî dayîne, nikare fikr û ramanên xwe bi rehetî parve bike û ev yek dikare bibe sedema pirsgirêk û bêpergaliyên mezin di jiyana civakî de.

Wendakirina baweriya bi mirovan jî arîşe û pirsgirêkeke mezin e ku piştî trawmayê derdikeve holê. Bi taybetî di rewşên ku trawma ji ber kiryarên mirovan çêbûye de, ev kêşe û arîşe xwe bêtir dide der. Mirov êdî nikare bi rehetî bi takekesên din bawer bike û ev yek bandorê li ser hemû têkiliyên wî/wê dike.

Pêvajoya Trawmayê

Pêvajoya trawmayê bi qonaxên cuda derbas dibe û her qonax taybetmendiyên xwe yên cuda hene.

 Qonaxa Şokê

Qonaxa şokê, qonaxa destpêkê ya trawmayê ye û dikare çend saetan, çend rojan an jî çend hefteyan berdewam bike. Di vê qonaxê de, mirov rastî gelek hest û tevger û reftarên cuda tê.

Tirs û saw di vê qonaxê de xurt in. Mirov di rewşeke tirsê ya berdewam de ye û nikare xwe aram û rehet hîs bike. Hertişt dikare bibe sedema tirsê û mirov nikare vê tirsê kontrol bike.

Înkarkirina rûdanê jî di vê qonaxê de derdikeve holê. Mirov nikare rûdana ku qewimiye qebûl bike û hewl dide ku xwe wisa bawer bike ku ev rûdan neqewimiye. Ev mekanîzmaya berevaniyê ye ku derûniya mirov bi kar tîne da ku xwe ji bandora trawmayê biparêze.

Tevliheviya hişmendiyê jî di vê qonaxê de derdikeve holê. Mirov nikare bi awayekî zelal bifikire, nikare biryarên xwe bide û carinan nikare tiştên ku qewimine bi temamî bi bîr bîne.

 Qonaxa Berevanî û Parastinê

Qonaxa parastinê piştî qonaxa şokê dest pê dike û dikare demeke dirêj berdewam bike. Di vê qonaxê de jî mirov rastî gelek hest û tevger û reftarên cuda tê.

 Qonaxa Nûjenkirinê (Nûşiyan)

Qonaxa nûjenkirinê, qonaxeke girîng a pêvajoya trawmayê ye ku tê de mirov dest bi qebûlkirina rewşê dike û gavên pêşîn ên nûşiyan û başbûnê davêje. Ev qonax bi gelemperî piştî çend mehan dest pê dike, lê ji bo her takekesî dem dikare cuda be. Di vê qonaxê de, hêdî hêdî veguherînên erênî di rewşa derûnî ya takekesê trawmatîze de çêdibin.

Di vê qonaxê de, derûniya mirov dest bi vekirinê dike. Ew êdî dikare derbarê rûdanê de biaxive, hestên xwe parve bike û li ser serpêhatiyên xwe bifikire. Ev vekirina derûnî gaveke gelek girîng e ji bo başbûnê. Herçiqasî axaftina li ser rûdanê hîn jî dijwar be jî êdî ne weke berê ye ku mirov bi temamî ji rûdanê direve.

Hestên aramiyê jî di vê qonaxê de dest bi geşedanê dikin. Mirov êdî hîn baştir dikare xwe kontrol bike, hestên xwe nas bike û wan bişopîne. Ev aramî ne bi temamî ye û dikare carinan were veguhertin, lê dîsa jî nîşana geşedaneke erênî ye di pêvajoya nûşiyan û başbûnê de ye.

Di qonaxa nûjenkirinê de, mirov dest bi qebûlkirina alîkariya pisporî dike. Berê dibe ku mirov li hemberî alîkariyê berxwedanê bike an jî wisa bawer bike ku takekes nikare alîkariya wî/wê bike. Lê di vê qonaxê de, mirov dest bi qebûlkirina pêwîstiya alîkariyê dike û ev jî gaveke gelek girîng e di pêvajoya başbûn û nûşiyanê de.

 Qonaxa Hêrs û Berxwedanê (Berevanî)

Qonaxa hêrs û berxwedanê, qonaxeke girîng e ku piştî qonaxa nûjenkirinê tê. Di vê qonaxê de, hestên hêrs û kînê derdikevin pêş. Ev hêrs dikare li hemberî takekesên ku bûne sedema trawmayê be an jî li hemberî civak û pergalê be ku nekariye mirov biparêze.

Di vê qonaxê de pirsên weke “Çima ez?” gelek caran tên pirsîn. Mirov li sedemên rûdanê digere û hewl dide ku têbigihêje ka çima ev yek hatiye serê wî/wê. Ev pirskirin dikare bibe sedema hestên hêrs û neheqiyê.

Rexnekirina pergala civakî jî di vê qonaxê de derdikeve holê. Mirov dest bi rexnekirina sazî û dezgehên civakî dike ku nekarîne pêşî li rûdanê bigirin an jî piştî rûdanê alîkariya pêwîst nekirine. Ev rexne dikarin hem erênî bin û bibin sedema veguherînên civakî, hem jî dikarin neyînî bin û bibin sedema zêdebûna hêrsê.

Hewldana dîtina tawanbar û gunehkaran jî taybetmendiyeke vê qonaxê ye. Mirov hewl dide ku takekesên berpirsiyar ên rûdanê bibîne û wan sûcdar bike. Ev hewldan dikare hem aliyê erênî hem jî yê neyînî hebe. Ji aliyekî ve dîtina gunehkaran dikare bibe sedema edaletê (dad), lê ji aliyê din ve jî dikare bibe sedema mezinbûna hêrs û kînê.

 Qonaxa Vejînê

Qonaxa vejînê, qonaxa dawî ya pêvajoya trawmayê ye û tê de mirov dest bi avakirina jiyaneke nû dike. Di vê qonaxê de, veguherînên erênî yên mezin di jiyana mirov de çêdibin û mirov hêdî hêdî vedigere ser jiyana xwe ya siruştî (normal).

Di vê qonaxê de, mirov dest bi jiyaneke nû dike. Ev nayê wê wateyê ku trawma bi temamî ji bîr dike an jî bandora wê bi temamî diqede. Lê mirov hîn û fêr dibe ku çawa bi vê serpêhatiyan re bijî û çawa jiyana xwe bidomîne.

Stratejiyên serîlêdanê, di vê qonaxê de pêş dikevin. Mirov hîn û fêr dibe ka çawa dikare bi bîranînên trawmatîk re serî derxe, çawa dikare hestên xwe kontrol bike û çawa dikare di rewşên dijwar de xwe biparêze.

Xurtkirina têkiliyên civakî jî di vê qonaxê de dest pê dike. Mirov dest bi vekirina xwe dike ji bo têkiliyên nû, dest bi xurtkirina têkiliyên xwe yên heyî dike û hêdî hêdî vedigere nav jiyana civakî û xwezayî.

Plansaziya ji bo siberojê jî di vê qonaxê de dest pê dike. Mirov êdî dikare li siberoja xwe bifikire, plan û projeyên nû çêbike û ji bo pêkanîna wan gav bavêje.

Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê (NSPT)

NSPT (Post Traumatic Stress Disorder-PTSD), nexweşiyeke derûnî ye ku piştî rûdanên trawmatîk pêş dikeve. Ev nexweşî bi bandoreke dirêj û kûr a derûnî tê nasîn û dikare bandoreke mezin li ser jiyana takekesên ku rastî trawmayê hatine bike.

Di vê nexweşiyê de, rûdana trawmatîk bi awayekî berdewam di hişê mirov de ye û bandora wê li ser jiyana rojane heye. Mirov nikare xwe ji bîranînên rûdanê rizgar bike û ev bîranîn bi awayekî bêçaretî û bêkontrol di hişê wî/wê de dubare dibin.

NSPT bi gelek nîşanên cuda tê nasîn. Yek ji van nîşanan dubarejiyîna rûdanê ye. Di vê rewşê de mirov rûdanê her dem dubare dijî, çi di xewnan de be, çi di hişyariyê de be. Ev dubarejiyîn dikare bi bîranînên bêkontrol, xewnên xirab û kabûsan û dîmenên ji nişka ve (flashbacks) pêk were.

Rev û parêzkarî ji bîranînan (avoidance) jî nîşaneke din a girîng a NSPTê ye. Di vê rewşê de mirov hewl dide ku ji hertiştê ku bîranînên trawmatîk tîne bîra wî/wê dûr bikeve. Ev dikare cih bin, takekes bin, deng bin an jî rewşên taybet bin. Ev parêzkarî dikare bibe sedema veguherînên mezin di jiyana rojane de, ji ber ku mirov gelek caran dev ji çalakiyên xwe yên berê berdide da ku rastî van bîranînan neyê.

Hişyariya zêde (hyperarousal) jî nîşaneke girîng a NSPTê ye. Di vê rewşê de laşê mirov herdem di rewşeke hişyariyê de ye, weke ku herdem li benda metirsiyekê be. Ev rewş dikare bibe sedema bêpergalî û pirsgirêkên xewê, zehmetiyên baldariyê, hêrsbûna zû û bertek û reaksiyonên tirs û sawê yên zêde.

Guherînên neyînî di raman û hestan de jî beşeke girîng a NSPTê ne. Mirov dikare dest bi fikr û ramanên neyînî yên berdewam bike, xwe sûcdar bibîne, hêviya xwe ji siberojê bibire û têkiliyên xwe yên civakî wenda bike.

 Çareseriya NSPTê

Çareseriya NSPTê, bi gelek rêbazên cuda pêk tê û divê li gorî rewş û pêwîstiyên her takekesî were plankirin. Çareseriya serketî ya NSPTê bi gelemperî kombînasyoneke çend rêbazan bi kar tîne.

 Çareseriya Derûnî (Giyanî)

Çareseriya derûnî, rêbazeke bingehîn a çareseriya NSPTê ye. Di nav vê de gelek cureyên cuda yên terapiyê hene ku her yek ji wan li gorî rewşa takekesê nexweş tê bikaranîn.

Trapiya reftarî venasînî (cognitive behavioral therapy) yek ji van rêbazan e ku herî zêde tê bikaranîn. Di vê terapiyê de, pisporê derûnî bi nexweş re li ser fikr û ramanên wî/wê yên neyînî dixebite û hewl dide ku van fikr û ramanan vebiguherîne. Armanc ew e ku nexweş fêr bibe ka çawa dikare bi awayekî erênîtir li rûdan û rewşan binêre.

Terapiya dûçarhiştinê (exposure therapy) rêbazeke din a girîng e. Di vê terapiyê de, nexweş bi awayekî kontrolkirî û di bin çavdêriya pisporê derûnî de, bi tiştên ku jê ditirse re rû bi rû dimîne. Ev rêbaz di demeke dirêj de dikare alîkariya nexweş bike ku hêdî hêdî tirsa xwe kêm bike û bi rewşên dijwar re serî derxe.

Nehestyarî û Veşiyaniya bi Tevgera Çavan (Eye Movement Desensitization and Reprocessing – EMDR) jî rêbazeke modern a terapiyê ye ku di çareseriya NSPTê de bi serkeftî tê bikaranîn. Di vê terapiyê de, tevger û reftarên çavan ên kontrolkirî bi bîranînên trawmatîk re têne kombînekirin. Ev rêbaz bi taybetî di kêmkirina bandora bîranînên trawmatîk de serkeftî ye.

 Çareseriya Bi Dermanan

Çareseriya bi derman (medication) jî beşeke girîng a çareseriya NSPTê ye. Gelek caran, derman di kombînasyonê bi terapiyê re têne bikaranîn da ku encamên çêtir werin bidestxistin.

Antîdepresan yek ji komên girîng ên derman in ku di çareseriya NSPTê de têne bikaranîn. Ev derman dikarin alîkariya kêmkirina nîşanên depresyonê bikin û rewşa giştî ya nexweş baştir bikin.

Dermanên dijî rageşî û aksiyeteyê jî dikarin werin bikaranîn, bi taybetî di rewşên ku tirs û saw gelek xurt in de. Lê divê ev derman bi baldarî û di bin çavdêriya pisporên tendirustiyê (derûnbîjîşk) de werin bikaranîn.

Dermanên din ên alîkar jî li gorî nîşanên taybet ên nexweş dikarin werin bikaranîn. Bo nimûne, dermanên xewê dikarin di rewşên ku bêpergalî û pirsgirêkên xewê hene de werin bikaranîn.

 Piştgiriya Civakî

Piştgiriya civakî di çareseriya NSPTê de roleke girîng dilîze. Ev piştgirî dikare ji çavkaniyên cuda were:

Malbat roleke sereke di piştgiriya takekesên bi NSPT dilîze. Têgihiştin û fêmkirina rewşa nexweş, guhdarîkirina wî/wê û hebûna di demên dijwar de dikare bandoreke erênî li ser pêvajoya dermankirinê bike.

Komên piştgiriyê jî çavkaniyeke girîng a piştgiriyê ne. Di van koman de, takekesên ku bi heman nexweşî û pirsgirêkê re dijîn dikarin serpêhatiyên xwe parve bikin, ji hev fêr bibin û hevdu bikin xwedî hêz.

Têkiliyên dostanî û civakî jî di vê pêvajoyê de gelek girîng in. Hebûna takekesên ku mirov dikare bi wan re biaxive û demên xweş derbas bike, dikare alîkariya başbûna derûnî bike.

 Lêkolînên Zanistî û Geşedanên Nû

Di warê NSPTê de, lêkolînên zanistî berdewam in û herdem geşedanên nû çêdibin. Ev lêkolîn hem di warê fêm û têgihiştina nexweşiyê de, hem jî di warê çareseriya wê de rê li ber geşedanên nû vedikin.

Lêkolînên li ser mejî nîşanî me didin ku NSPT dikare bibe sedema veguherînên fizîkî di mejî de. Ev zanîn alîkariya geşkirina rêbazên nû yên dermankirinê dike.

Teknolojiyên nû jî di warê çareseriya NSPTê de têne bikaranîn. Rastiya aşopî (virtual reality) yek ji van teknolojiyên nû ye ku di terapiya dûçarhiştinê de tê bikaranîn û encamên erênî dide.

Gen û bandora wan a li ser NSPTê jî mijareke girîng a lêkolînan e. Ev lêkolîn dikarin alîkariya fêmkirina sedemên ku çima hin kes bêtir li hember trawmayê zêdetir hesas (peljen) in bikin.

 Encam

NSPT nexweşiyeke cidî ye ku bandoreke mezin li ser jiyana takekesên trawmatîze dike. Lê bi çareseriya guncaw û piştgiriya civakî, gelek takekes dikarin bi ser vê nexweşiyê de bibin û jiyaneke siruştî û normal bidomînin.

Girîng e ku civak li hemberî vê nexweşiyê hişyar be û takekesên ku bi vê nexweşiyê re dijîn werin fêmkirin û piştgirîkirin. Herwiha, girîng e ku takekesên ku trawma derbas kirine zû dest bi dermankirinê bikin û alîkariya pisporî wergirin.

Di dawiyê de, divê were gotin ku herçiqasî NSPT nexweşiyeke giran be jî bi çareseriya guncaw û piştgiriya civakî, deriyê nûşiyan û başbûnê herdem vekirî ye. Takekesên ku bi vê nexweşiyê re dijîn divê bizanibin ku ew ne bi tenê ne û alîkarî herdem heye.

Çavkanî

American Psychiatric Association. (2013). Diagnostic and Statistical Manual of Mental Disorders (DSM-5).

Van der Kolk, B. (2014). The Body Keeps the Score: Brain, Mind, and Body in the Healing of Trauma.

Herman, J. L. (1992). Trauma and Recovery: The Aftermath of Violence.

National Center for PTSD. www.ptsd.va.gov

World Health Organization. (2019). International Classification of Diseases (ICD-11).

Friedman, M. J., Keane, T. M., & Resick, P. A. (2007). Handbook of PTSD: Science and Practice

 

Termên sereke

Trawma / Trauma Rûdaneke dijwar a ku bandor û tesîreke mezin li ser derûn û laşê mirov dike. Ev dikare ji şer, îşkence, qeza, karesat an jî rûdanên din ên dijwar çêbibe. Bandora wê dikare demeke dirêj berdewam bike û bibe sedema nexweşî û pirsgirêkên derûnî (giyanî).

Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê (NSPT) / Post Traumatic Stress Disorder (PTSD) Nexweşiyeke derûnî ye ku piştî rûdana rûdaneke trawmatîk derdikeve holê. Takekesên bi vê nexweşiyê re dijîn bi gelemperî bi bîranînên berdewam, xewnên xirab, tirs û parêzkariyê dijîn. Ev rewş dikare bandoreke mezin li ser jiyana rojane bike.

Dubarejiyîn / Re-experiencing Rewşeke ku tê de mirov rûdana trawmatîk cardin dijî, çi di xewnan de be, çi di hişyariyê de be. Ev dikare bi bîranînên bihêz, hestên laşî û derûnî re derkeve holê û weke ku rûdan niha diqewime were hîskirin.

Rev û Parêzkarî / Avoidance Hewldana dûrketina ji hertiştê ku bîranînên trawmatîk tîne bîra mirov. Ev dikare dûrketina ji cih, takekes, çalakî an jî rewşên ku bîranînên rûdanê tînin bîra mirov be. Gelek caran ev dibe sedema veguhertinên mezin di jiyana rojane de.

Hişyariya Zêde / Hyperarousal Rewşeke ku tê de laş û mejî herdem di rewşeke hişyariyê de ne. Mirov di vê rewşê de zû aciz dibe, bi hêsanî ditirse û bertek û reaksiyonên tund nîşan dide. Xew û aramî (rihetî) jî dikare di vê rewşê de zor û zehmet bibe.

Trapiya reftarî venasînî (TRV) / Cognitive Behavioral Therapy (CBT) Rêbazeke terapiyê ye ku li ser veguherandina raman û tevger û reftarên neyînî dixebite. Ev terapi alîkariya mirovan dike ku bi awayekî nû li rûdanên trawmatîk binêrin û bi wan re serî hildin.

Terapiya Dûçarhiştinê / Exposure Therapy Rêbazeke terapiyê ye ku mirov bi awayekî kontrolkirî bi tiştên ku jê ditirse re rû bi rû dimîne. Ev terapî bi dîsîplîn û bi merheleyî tê meşandin û armanca wê kêmkirina tirsa ji rûdanê ye.

Dîmenên ji Nişka ve / Flashbacks Bîranînên bihêz ên trawmayê ne ku ji nişka ve tên û mirov hîs dike ku rûdan niha diqewime. Ev dîmen dikarin gelekî rastîn xuya bikin û bibin sedema tirseke mezin.

Antîdepresan / Antidepressants Dermanên ku ji bo kêmkirina nîşanên depresyonê û anksiyeteyê têne bikaranîn. Ev derman dikarin di dermankirin û kontrolkirina nîşanên NSPT de jî bibin alîkar.

Komên Piştgiriyê / Support Groups Komên ku takekesên bi heman nexweşî û pirsgirêkê re dijîn tê de dicivin û serpêhatiyên xwe parve dikin. Ev kom dibin alîkar ku mirov xwe bi tenê hîs neke û ji serpêhatî û tecrubeyên hev sûd werbigire.

Terapiya EMDR Nehestyarî û Veşiyaniya bi Tevgera Çavan / Eye Movement Desensitization and Reprocessing Rêbazeke terapiyê ye ku tevger û reftarên çavan bi bîranînên trawmatîk re têkildar dike. Ev derûnterapî bi taybetî ji bo kêmkirina bandora bîranînên trawmatîk tê bikaranîn.

Xewnên Xirab / Nightmares Xewnên tirsnak ên têkildarî rûdana trawmatîk in ku şeva mirov tevlihev dikin. Ev xewn dikarin bibin sedema xewrevînî û westaneke mezin.

Piştgiriya Civakî / Social Support Alîkarî û piştgiriya ku ji malbat, heval û civakê tê wergirtin. Ev piştgirî di pêvajoya dermankirin û başbûnê de roleke girîng dilîze.

Bêçaretî / Helplessness Hesta ku mirov nikare tiştekî bike û di rewşeke bêçare de ye. Ev hest piştî trawmayê gelek caran derdikeve holê û dikare bibe sedema kêmbûna baweriya bi xwe.

Şoka Derûnî / Psychological Shock Rewşa derûnî ya destpêkê piştî rûdaneke trawmatîk e. Di vê rewşê de mirov dikare tevlihev, şaşwaz û bêhest xuya bike. Ev rewş dikare demeke kurt an dirêj berdewam bike.

 

Derûnî NSPT Psîkolojî The Raising Of Kurds 11
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Brahîm Alûcî

Derûnnas

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.