Hejmara 21ê ya Kovara The Raising of Kurds, Îlon 2026 weşîya!
Hejmara nû bi berga Amesporê derket. Wekî tê zanîn piştî 6 hefteyan Amedspor bi 13 puanan niha di rêza yekem de ye. Tîm futbolek baş dilîze û bi me jî xweş e ku em lê temaşe bikin. Amedsporê bêguman rîtm û ahengek anî bajêr, kelecan anî taxên Amedê. Lîstîka Amedsporê kêfa alîgirên xwe tîne.
Nivîskar û babetên hejara 21ê wiha ne.
Konê Reş: Min Mehdî Zana Aşiqê Barzanî û Wek Darek Beriwên Kurdistanê Dît!
Siltana: Realîzma Efsûnî Di Wêjeya Kurdî De.
Dilazad ART: Rîsala Aborıyê (Beşa Yekem)
Brahîm Alûcî: Deriyê Derûnkolerî Û Ronîgiyanê, ‘Ziman Û Xwebûn’.Digikurd: Darbir: Endezyarên Xwezayê.
Rûmet Med: Sezona Çarem A Rêzefîlmê “Silo”Yê Tê
Faîk Ocal: Danasîna Pirtûka Xelat a Sedat Yurtdaş
Dilazad ART: Fotoşirove
