Bi min xweş e ku, karibim ronahiyê berdim dor rola jinê di civaka Kurdî de. Rola jinê di mala kurdî de û vê gotina ku bav û kalên me gotiye: Jin stûna malê ye, biçesipînim. Erê rola mêr di civaka Kurdî de mezin e, lê barê giran li ser pişta jinê ye. Jin stûna malê ye. Belê jin nîvê civakê ye. Wek ku diyar e, di vê serdemê de guhdanek mezin bi jinê heye. Nexasim ji rex saziyên sivîl, dewletên demokrat û Netewên Yekgirtî ve. Ev dewlet û saziyên têvel bi hewildan in ku ew zilm û zora ji sedê salan ve li ser jinê dihat û tê meşandin, nemîne. Bêguman jina kurd jî, beşeke ji jinên netewên cîhanê, gelek zilm û zor lê hatiye kirin û hê jî dibe. Û zilm û zora ku li jina Kurd hatiye kirin û dibe, dubare ye; ji rexekî ve bindestiya ku gelê Kurd bi tevayî, ji rex rêjîmên kedxwar ve, tê re derbas bûye û dibe, ji rexekî din ve civakî ye, wek ya civaka cîhana gelên sisiya ye ji cehalet û paşketinê.
Di dawiya çerxê 19an û destpêka çerxê 20î de, navê çend jinên Kurd di Bakurê Kurdistanê de bi mêranî, merdî û cegerdarî hatine gotin.
Bandora wan li jinên derdora wan hatiye kirin wek:
Xatê; diya Silêmanê Mistê, ku jinek mêr bû di herêma Xerzan de. Şemê; diya Felîtê Quto, ew jî jinek mêr bû di herêma Pêncînaran de. Perîxanê; diya Omer û Emînê Perîxanê di herêma Rema û Bişêriyê de. Fesla Anter; Diya nivîskarê Kurd Musa Anter di navçeya Nisêbînê de. Dibêjin jinek wek axa bû û mixtariya gundê xwe Zivingê dikir. Durra; jina Hemê Mihê serokê eşîra Koçeka, dibêjin jinek nandan û sexî bû, deriyê wê ji mehcir, feqîr û fuqaran re vekirî bû. Sara Hesê; Jina Hesê Şemokî, ji mala Hesê Berekêt bû, dibêjin ew jinek zana, merd û şaraza bû, di herêma Hevêrkan de.
Tevî vê rewşa xerab ya ku Kurdistan tê re derbas bûye û dibe, gelê Kurd bi rûmet û rêzgirtinê li jinê mêze kiriye û derfetên berfireh di jiyana rojane de li ber vekirî hiştiye. Di encam de jina Kurd di gelek waran de xwe parastiye, serê xwe hildaye û nav û deng daye. Mirov dikare wan waran bi van xisletan bi nav bike: Merdî, mêranî, zanîn û huşmendî, wefadarî, deyax û cangorî..
Di destpêka çerxê bîstan û vir de nav û dengê Xensa Îbrahîm Paşayê Millî belav bûye.. Xensa Paşê an Xensa Xelecî: kebaniya Îbrahîm Paşayê Millî bû. Jinek jîr û jêhatî bû, xwedî kesayetiyek xurt û bi biryar bû. Di heyama mêrê xwe îbrahîm Paşa de û di pey wî re jî, wê karîbû zarok û êla xwe a Millan di deverên teng re bi serketin derbas bike. Ew bû ya ku di şerê Millan bi erebên Iniz û Şemeran de, nav di mêrên Millan, Xelecan û Kîkan de dida û ji wan re digot; Yaxên we yaxên guran e. Anku yaxên guran jî pezkujin, yaxên we jî mêrkujin. Ew keça Daoud Axa, pismamê Îsmaîl Axa serokê êla Xeleca bû. Lê bi navê Xensa Îbrahîm Paşa dihat naskirin an bi navê Xensa Paşa. Piştî ku di payîza 1908an de zilamê wê Îbrahîm Paşayê Millî li Sifeya, nêzîkî bajarê Hesekê û Kewkebê Millan canê xwe ji dest da û çû ber dilovaniya Xwedê û zarokên wî ji rex Osmaniyan ve li Nisêbînê hatin girtin. Xensa xatûn bi kar û barê êla Millan rabû û bi zîrekiya xwe zarokên xwe ji zindanê derxist. Xensa xatûn xwedî rêz û rûmet bû li cem axayên Kurdan û keyaxên ereban, nîşana rêzgirtina wê ku di hevdîtinan de serê wê maç dikirin.
Perîxana Remî, (Diya Emînê Perîxanê): Diya şêra bû, diya heft birayên ku bi destê tirkan hatin kuştin, diya Emînê Ehmed bû. Bêguman rola vê jina Kurd di herêma Bişêriyê, Heskîfê, Midyad û Xerzan de, ne kêmî rola Xanzade û Hefsexana Neqîb bû di herêma Soran û bajarê Silêmaniyê de. Lê zor û setema tirko ji hêza wê û zarokên wê mezintir bû. Ew jî, ji bo azadiya herêma xwe ket zindana Diyarbekir. Zarokên wê bi serê çiya ketin. Di Şîpê Rema de serê Samî Beg û Ziya Beg jêkirin û ji diya xwe Perîxanê re şandin. Û kurên wê yek bi dûv yekî de, li ber çavên wê, bi destê Tirko hatin kuştin. Perîxana Remî, diya Emînê Ehmed, an Emînê Perîxanê, keça Elî Begê Eskîfî bû ku bi koka xwe li malbata Selaheddînê Eyûbî vedigere, ew di sala 1943an de, li gundê Zaxora xatir ji dinyê xwest û di bin siya çend daran de hat veşartin.. Her sibeh çûk û çivîk li ser kêla ber serê wê datînin û strana “Hawer delal, Hawer delal” dibêjin.
Rola Jina Kurd Di Tevgera Civakî, Rewşenbîrî Û Siyasî De:
Bi min xweş e ku ez navê çend jinên kurd yên ku navê wan bi welatperweriyê derketiye; tevlî tevgera Kurdî bûne, li kêleka mêrên kurd tekoşîn kirine û bûne piştgir ji siyasetmedarên kurd re bînim ziman. Di sala 1920an de, keç û jinên Bedirxaniyan li Stenbolê, komelek bi navê jinan ji bo mafê xwe yê windayî ava kiriye. Di nîvê çerxê 20î yê pêşî de Hefsexana Neqîb, nav û dengekî bilind di Başûrê Kurdisanê de daye û Hefsexana Neqîb wek pêşewaya Silêmaniyê hatiye naskirin. Hem bi çalakiyên xwe di ber jina kurd de û hem bi bervedêriya xwe di ber mafê gelê kurd de. Mala vê şêrejina kurd li Silêmaniyê wek dibistanekê bû ji jinên kurdan re û çendî car wê hawar û gaziya kurdan gîhandiye Ewrûpa û ew bû ya ku komara demokrat li Mehabad pîroz kiriye.
Di salên 1927-1930î de jî, navê Yaşar xanim, kebaniya qehremanê kurd Îhsan Nûrî Paşa di nav gel de bi mêranî hatiye belav kirin û bi saya wê gelek jinên hoza Celaliyan beşdarî şerê Romê bûne. Di sala 1946an de, Mîna Xanim Qazî, kebaniya Pêşewa Qazî Mihemed roleke berz di şiyarbûna jinên Mehabadê de lîstiye, hem jî qencî jê re ye ku wê bingehê yekîtiya afretên komara Mehabadê danî ye.
Sebaretî rola Rewşen xanim Bedirxan (1909–1992), wek rewşenbîrek Kurd a jin, wê roleke berz di şiyarbûn û tevdana hestê netewî de lîstiye, nemaze di warê rewşenbîrî de. Ew yekemîn jina kurd e ku bi elfabeya Kurdî latînî nivîsandiye û di vî warî de alîkarî bi kurmamê xwe Mîr Celadet Bedirxan re kiriye. Nexasim di derhênan û weşandina herdu kovarên wê (Hawar û Ronahî) de. Hem jî bi navtêdan û dehifdana wê û Mîr Celadet nivîskarên wek Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can hatine holê. Piştî koçkirina Mîr Celadet di roja 15.07.1951ê de, Rewşen Xanim di sala 1955an de, digel Dr. Nûreddîn Zaza, Osman Sebrî, Hemîdê Derwêş komeleyek bi navê Komeleya Vejandina Çanda Kurdî, li Şamê damezirandiye û bi rengekî aktîv karê rewşenbîrî kiriye.
Ji Jinên Beriya Mêrdînê Yên Ku Karên Siyasî Kirine:
Tevî jiyana gundîtiyê, cehalet, nexwendin û perîşaniya ku civaka kurdên Beriya Mêrdînê tê re derbas dibû, Jina kurd li kêleka mêrê xwe berxwedaneke bê rawestan kiriye û dike. Digel mêrê xwe qonaxên cetin û dijwar, bi wefadarî derbas kiriye. Tevî ku zimanê erebî li pêşberî xwendina zarokên wê astengek mezin bû, wê ew asteng bi vîn û deyaxeke mezin li pêş xwe hişt û nehişt ku zarokên wê dûrî zimanê bav û kalên xwe bikevin. Hezkirina zimanê xwe bi zarokên xwe re çand. Roja îro, bi saya wê, bi dehan ji mamoste, parêzer, bijîjk û endazyar di nav malbatên Beriya Mêrdînê de têne dîtin, tev bi Kurdî xeber didin û şerim dikin ku bi hev re bi zimanên biyanî xeber bidin. Di vê derbarê de dikarim navê çend jinên Kurd ku di Beriya Mêrdînê de, li kêleka mêrê Kurd karên siyasî kirine, bînim ziman.
Fatma Şernexî; vê jina kurd wek kurdperwereke dilsoz gelek caran endamên Partî yên ku ji asayîşê direviyan xwe li mala wê digirtin û vedişartin. Wê, wek endamek partî xebat di nav tevgera niştimanî kurdî de li bajarê Qamişlo dikir û herwiha jinên wek Stîya Mele Ehmedê Şûzî; Wezîra Têllo, Meqbûla Têllo, Sînem keça Cegerxwîn, Emîna Çelengî… van jinan jî wek wê xebata kurdewariyê dikirin û dikarim bêjim ku ev jinên han û ji bil wan ve jî hene ji pêşengên jinên kurd bûn di Beriya Mêrdînê de di warê hestê netewî yê kurdî de.
Li gor xwendin, xepartin û serwextiya min ji civata kurdî re û ji gelek rexan ve, mêze dikim ku jina kurd li gel mêrê kurd rolek berçav lîstiye. Belê ji ber gelek sedeman ve, navê wê di tariyê de maye, hêj ew ronahiya pêdivî nehatiye berdan ser kar û xebatên wê.


