Pêşnûmaya Aştîyê (2-3)

Ji aliyê Zana Zengenî – – Nûkirin: Şirove tune ye 1 deqe xwendin

Pêşnûmaya Aştîyê (2)
Şehîdê li ser axê paldayî,
di dilê xwe de got:
“Ger serfirazî têkbirina dijmin be,
wê gavê çima hîn dijminahî dewam dike?”

Pêşnûmaya Aştîyê (3)
Şehîdê li ser axê paldayî,
serê tilîya xwe di xwîna xwe de dadikir
û dinivîsî çend herf li ser kevir:
“hêvîya serfirazîya rastîn;
ne di şer de,
lê li dijî şer e!”

Qeyser Emînpûrê Lorî
Ji Farisî: Zana Zengenî, 2016