Çîrokên, xwedawend, xwedawende û dijxwedawendan, ji mîtolojiya kevnare ya Yewnanî, resim û peyker û vir ve, di hunera hemçerx de ji sedsalan û pê ve di roman, helbest, lihîstik, musîk û hemû hunerên dîtbarî de her tim hat qalkirin û ji nû ve hat şîrovekirin. Di tarîxê de, ajal her tim pir qedirgiran hatin hesibandin, barên watedar ên kultirî û dînî li ser milên wan hat barkirin. Di vegotinên mîtolojîk de gelek caran qala transformasyona mirov-ajal; ajal-mirov tê kirin. Qazquling di mîtolojiya yewnanî de wekî ajaleke pîroz tê dîtin. Di heman katê de, wekî ajala ku rêşînasiya siwaroka xwedawenda evîn û xweşikiyê Afroditê dike, her weha ew yek ji wan ajalên xeberşandeya pîroz a wê ye.
Leda û Mîta Qazqulingê, Leonardo Da Vinci û Michelangelo, di serî de hunermendên wekî Antonio Allegri da Correggio, Jacopo Tintoretto û François Boucher û gelek hunermendên dîtir, li ser vê mijarê rawestane û wan ev şîrove kiriye. Her weha li ser pêkhatina mîta Yewnana Kevnare têgihên dîtir hene.
Li gor vegotinê keça Keyê Leda Etoliayê Thestios û jina keyê Spartayê Tyndareos e. Rojekê di çemê Eurotasê de bi awayekî tazî xwe dişo, hingê Zeus wê dibîne û dibe dilketiyê wê. Zeus ji bo ku bi vê jina bedew re bikaribe şa bibe plan çêdike. Xwe dixe rengê qazqulingekî hewçend xweşik ê ku bi perwaz û pûrta xwe hişê însên sermest dike û her weha bi Ledayê re şa dibe. Dîsa, li gor vê serbûriyê piştî vê pevşabûnê Leda avis dibe. Lê di heman rojê de bi mêrê xwe Tyndareos re jî dikeve têkiliya cînsî û ji wî jî avis dimîne. Ev mîtolojî ye, her tişt mumkun e. Digel du cêwikan tev de dibe xwedana çar zarokan. Zarokên Zeus Helene û Kastor; yên mêrê wê Tyndareos jî Klytaimestra û Polydeukes in.
Yek ji jinên navdar ên mîtolojiya Yewnanî Helen e. Homeros, di destanên Ilyada û Odesayê çêlî bedewiya wê dike û her weha bi vî rengî dibe navdar. Digel vê hindê ji ber vê evînê dibe sedemê şerê Truvayê û dikeve nav rûpelên tarîxê. Aha tabloya Rubens ji me re qala vê mîta Yewnanî dike. Kompozisyona resmê xwe bi xebateke wendayî ya Michelangelo ya ku di sedsala 16. de li ser Leda û Qazquling digihîne. Rubens biryar dide da ku biçe Romayê û li ser xebatên resamên navdar ên Ronesansa Italyayê kopyeyan û hunera Italyan bipêşvebirinê bixebite. Li Romayê pêrgî Leda û Qazqulinga Michelangelo tê. Û kopyayeke orjînal a vê berhemê çêdike. Rubens tabloyê du car tîne pê û ya rast herdu tablo jî varyasyonên dîtir ên vê tabloya Michelangelo ya wendayî ne.
Heke em bêne ser lêhûrbûna tabloyê:
Rubens di berhemên xwe de teknîkên Ronesansa Italyan bi bedewiya Barokê bihevand. Rubens di gelek berhemên xwe de, fîgurên dînî yên ku ji hestên tenik pêk tên û lewma jî dibin sedemê sahneyên dramatîk û her weha xwe dispart bûyerên tarîxî û mîtolojiyê. Li vir jî em wê serbûriya mîtolojîk ya ku em qal dikin, dibînin. Du sêwirîna erotîk de, Ledaya ku bi Qazquling re bûye yekpare serê wan ber bi hev ve ye. Leda wextê ku Qazquling ber bi xwe ve dikişîne, ew destê wê yê çepê yê ku qiloç bûye bi rengekî şehwetwarî berjêrbûyî ye. Leda bi temamî tipêtazî tê xuyakirin. Bi tenê bi taceke zêrîn hatiye xemilandin. Hemû fetlonek, qawîs û kevanekên laşê wê û masûlkeyên wê bi awaykî berbiçav tête pêşkêşkirin. Nikulê Qazquling hema çi bigire dike di lêvên wê bigere. Serê Qazquling bi awayekî nazenîn bi sînga wê ya tazî digere. Di resmê de mîna ku hîsa tevgerandinê hebe.
Ev yek taybetmendiya resmên serdema Barokê ne. Ev berhemên hunerî, bi hestên tenik ve dagirtî ne. Mîna ku di wexteke enerjîk yan jî bi tevger de were girtin. Lingên Ledayê ji erdê tên birrîn. Heçku Leda dike Qazquling hembêz bike, hingê tablo hatiye pê. Leda bi awayekî westiyayî dirêj dibe. Teknîka Rubens a sêwirînê ya rûzemînên cihê meseleya şebaşdayin û pîrozkirinê ye. Pûrta Qazquling a hûnik, tenê germ, bêpirtik dijîtiyê tîne pê. Kontrasta di navbera rengên vekirî û tarî de ne, siyên xurt ên nêzîk ên ku bala me lê vedigere pêk tîne.


