Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 24»Piştî Çûyîna Te Dayê
Hejmar 24

Piştî Çûyîna Te Dayê

Fatma EtoBy Fatma Eto01/12/2023Updated:07/12/2023Şîrove tune ye1 Min Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Ewran hêsir dibarandin
Mijek çêdibû ji bejn û bala te
Henûniyê xwe berdida ser
û bi dûr diketin
Mam li ber dîwaran
Jiyan ma bê wate
Liza jiyanê wenda bû
Çav li derî
Û her tim bi girî
Piştî çûyîna te
dilê min qefilî
Êdî nema dikariya bijiya
Mam bêheval û bêhêvî
Piştî çûyîna te
Bila ax bibarê
Û bila bêhn ji baranê werê
Ma tu nizanî
henasa te weke nefesa vî bajarî bû
Piştî çûyîna te
Dilê min lê nede
Lê çibikim?
Ku biçûyîna te re
ava zimzimê li ser lêvên min ziwa bûye
Û
Serê min giran bûye
Piştî çûyîna te
Xem xuya bûn
Dev zuha bûn
Şahî xirab bûn
Her tişt ku wiha nebûn
Wiha bûn
Gul cilmisîn
Baxçe fetisîn
Daristan pelisîn
Masî xeriqîn
Dile te firî wekî balinde
Ez mam û xemên mayînde
Gera ku bimînim
Di nav xemên xayîn de
Ken revî
Çavan jî xew nedî
Xeman dîsan ji min, yekî din çêkir
Tehmekî tal li welêt ma
Zevî hişk bûn
Ez mam bê hêvî

Fatma Eto Hejmar 24 Helbest Jimar 24 Kanûn 2023 Kurd Kurdî The Hall Kurdî The Hall Kurdî 24
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Fatma Eto

Helbestvan, Kobanê

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.