“Erdhej ne qederek Jeolojîk e, lê cezaya bê amadebûyînê ye. Bi hevkarîya zanist, endezyar û civakê, em dikarin vê cezayê betal bikin.”
“6ê Sibatê 2023ê, ne tenê du erdhejên mezin bûn, lê îqazeke jeolojîk ji bîra erdê ya Anatolyayê bû ji me ra şand”
Ev erdheja ku li ser vî fay a pêkhatî li herema Rojhilata Anatolyayê da derbas dibe. Di encama erdheja mezin da nêzikê 7m çep û rastê fay ê cîh guhartin.
Ev xeta fay (DAFZ) salê di navbera 10-15 mm kaş dibe.
Hinek lewhe hev çewisandin, hinek lewhe şemitîn û hinek jî cîh guhartin.
Ev erdhej avahîya xirab kir, li ser axê hinek cîh çirîyan, li hinek deveran hezek çêbun, rê xirab bûn, avahîyên bingehî xesar girtin, têkilî qut bû, hwd.
Ev erdhej bû sedema ku Îhtîmala veguheztina stresê ber bi Fay a Bakurê Anatolyayê çûye.
Taybetîyên Erdheja 6ê Sibatê
Dîrok û Saet: 6 Sibat 2023, 04:17 (Erdheja Yekem) û 13:24 (Erdheja Duyem)
Mezinahîya (Tundî) Erdheja: Erdehaja Yekem MW= 7.7, Erdheja Duyem MW= 7.6
Kurahîya Erdheja: Bazarcix 8,6 km û Elbistan 7,0 km
Navenda Erdheja: Erdheja Yekem Bajarê Mereşê Navçeya Bazarcixê, Erdheja Duyem bajarê Mereşê Navçeya Elbîstanê
Bajarên Di Bin Bandora Erdhejê Da Bûn: Mereş, Hatay, Dîlok, Meleti, Semsur, Osmaniye, Amed, Riha, Adene.
Mezînahîya Bandorê: 11 bajêr û 14 milyonê zêde însan.
Avahîyên Xerabûn: 160.000’î zêde avahî xirabûn û xesar dîtin.
Mirî û Brîndarî: Li gorî hejmarên fermî 50.000 zêde mirî û 100.000’î zêde brîndarî.
Jeolojî û Tektonîzma Erdheja 6ê Sibatê
Ev erdehej li ser xeta fay a Rojhilata Anadolîya qewimî. Ev xet, wek sînoreke di navbera lewha Anadol û Ereb da. Tektonîzma di navbera van herdu lewha da li ser vî xeta çalakîyê tîne holê.
Cureyê Fayê, Tevgera fayê ya alîyê çepê ya rasterast hat dîtin. Li ser fayê tevgerê rasterast çêbû.
Ji ber ku zemîna (ax, erd, xwelî, xak) bajaran sist û nerm bû, bandora erdhejê li ser avahîya zêdetir bû. Di çêkirana bajar û avahîya da teknîki, zanistî an kêm an jî qet bi karnaynin. Kêmasîya zagonan, rêznameyan, standardan, zanistîyan, pisporan dibe sedama ev bobelatan.
Erdhejên Paşber, piştî erdhejê, bi hezaran paşber paşê çêbûn. Paşberên herî mezin gihîştin 6.5 mezinahiyê.
Veguhestina Stresê, erdhej, di beşên din yên fayên herêmê de zêdebûna stresê çêkir, ev jî rîska erdhejên pêşerojê zêde kir.
Erdhejên Dîrokî, Zona Fayê ya Rojhilata Anatoliyayê, di dîrokê de jî mazuvanê erdhejên mezin bûye. Wek mînak, di salên 1513, 1893 û 2020an de erdhejên girîng qewimîn.
Çalakiyên Sîsmîk, Herêm, ji alî erdehejê va di Tirkîyê da heri cihê çalak e.
Ji 6’ê sibatê 2023’an vir ve, li herêmê zêdetir ji 50.000 erdhejên paşîn çêbûne. Ev erdhejên paşîn, nîşan didin ka çalakiyên sîsmîk yên herêmê çiqas bihêz in. Erdhejên paşîn dikarin piştî sermaweza sereke heta çend mehan, bela heta çend salan berdewam bikin. Herçend hejmara erdhejên paşîn û mezinahiya wan bi demê re kêm bibin jî, rîska erdhejê ya herêmê berdewam e.

Wêne 1: Bandora Cîhê Erdehej a 6ê Sibatê (USCS)
Analîza Erdhejên 6ê Sibatê 2023ê yên Tirkiye
Erdhej bi veguheztina tansiyona Coulomb tansiyon ber bi fayên cîran ve birin. Modelan nîşan didin ku li hin beşên DAFZ-yê, Pergala Fay a Deryaya Mirî û herêma Hatayê tansiyon zêde bûye (ev yek di 20ê Sibatê 2023ê de bi erdhejek M6.3 bi dawî bû).
Li ser qirşê şikestî sîhên tansiyonê (kêmbûna rîskê) hene, lê ev herêm dikarin dîsa bi salan ve tansiyon berhev bikin.
Beşên DAFZ-yê ku hê neşikestîne (nêzî Semsur, Meletî).
Erdhejên Paşîn, Dikarin salan berdewam bikin, lê frekansa wan kêm dibe.
Erdhejên Tetîkkirî: Veguheztina tansiyonê, rîska qirşên girtî yên nêzîk (mînak Fay a Bakurê Anatolyayê) zêde dike.
Valahiya Sîsmîk, Erdhejên dîrokî (mînak Antakyaya 1513ê) nîşan didin ku her 300–500 salan carek erdhej tê; dibe ku erdhejên 2023ê vê çerxê ji nû ve dest pê bike.

Wêne 2: Hêlên Kaşbûyîna Li Ser Xeta Fay
Wêne 3: Hêlên Ku Erdhej Bi Bandore û Xesar Çêbuye
Pêşniyar
Avahîyên nêzîkê xetên faya bên zexim kirin.
Avahîyên ku nû çêdikin li gorî zagona, rêbaza, zanyara û teknikî were çêkirin.
Materyalên ku di avahîyan da bikartînin dibe ku li gorî standarda be.
Zemîn/Ax a ku avahî li ser çêdikin divê ku etûdên wan bê kirin. Zemînê zexim her dem ji bo erdhejê avantajek mezin e.
Pêşî li pergalên hişyariyê û perwerdehiya gelê herêmî were dayîn.
Ji bo Rîska Erdhejê dîbê 4 gav bê avêtin. Nexşeya Faya → Analîza zemîna → Xurtkirin → Perwerde.
Encama Avakirina Bajêran
Heta niha 201.580 heb avahî hatî çêkirin û teslim kirin.
Ji bo 11 bajêran divê ku 680.000 avahî bê çêkirin.
Nexweşxane, Dibistan, Avahîyên bingehîn yên ku xesar girtine ew têne çêkirin.
Kavilên avahîya piranî ji nav bajêran paqiş kirin.
Li belê di encamê da mixabin ev çalakî, ava kirin, çêkirin ji bo pêdivîyê pir kêm e.
Di derheqê erdhejê da perwerdehî hêjî pir kêm e. Di vî alî de ti pêngav nehatîye avêtin.
“Erdhej ne qederek Jeolojîk e, lê cezaya bê amadebûyînê ye. Bi hevkarîya zanist, endezyar û civakê, em dikarin vê cezayê betal bikin.”


