Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Wêje»Qesîdeya Azadiyê
Wêje

Qesîdeya Azadiyê

Dilazad ARTBy Dilazad ART28/03/2026Updated:02/05/2026Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Ey saqî, ji derdê hîcranê îro giryan im
Ji bihûşta yarê qewirîm nale nal im
Bi şeb û roz bixem û kulan im

Tasek ji şeraba efsûnî bide, ez bêmecal im

Ey saqî, dergeyê xerabatê mifte neke li min
Ji derba xala dîdara yarê perîşan im
Ji jehra her du marê afîtabê bêhal im
Ketim bextê te çareyek ji te dixwazim

Her du çawên te fitneyên axirzeman in
Di şebê reş tarî de wek şebçirax in
Can di qafesa bedenê de ji bo te esîr e
Ew awirên te her yek mîna şur û xencer in

Ey saqî, şeraba ji lêvê yarê bide me avdalan
Mutribê meyxanê ber bistirê bo çavxezalan
Perwane me digerim çar anasir û razan
Agir bedena yarê, ax sîng û ber e
Av lêv, hewa nefesa yar ê
Her çar anasir dibin yek li ser dîdar û xalan

Di her gavê de ez dibe şah, tu dibe mat
Ev çi listeke ve çi listikvana ez mam mat
Ji lêvê te zemzem û ava heyatê hat
Diniqûtî dile min, hîcran çû vuslat hat

Sîng û berê teyî nûranî
Ez qurbana wan lêv û vî zimanî
Şarab diherikê ji nav çem û kanî
Ey Pîr, de were serxweş nebe vî zemanî

Ey Dilo, ev çiye tu xêz dike resmê jinê tazî
Heyf nîne li ser wan helbestên kur û ji xwe razî?
Ey Mela, resm ji bo kesê amî û nezana ye
Helbest ji bo kesê rênas û hawas û zana ye
Ê nezan û kêmhiş li taziya jinê dikê seyran
Ê zana û têgihiştî li manaya helbestê dibê heyran

Derd û birinê ku van ereb û acem û tirkan vekirye
Sed lokman û hîpokrat û Ibnî Sîna nikarê derman bikê
Ne misk û enber ne jî ava heyatê dermanê me ye
Tenê qedehek ji destê yara xwinşêrin dermanê me ye

Ey dilber were carek pirske halê me
Bibîne bê ji bo eşqa te çibûye ji me
Dermanên Loqman û pifa Îsa çarê nadê me
Dojeh li me dibê bihuşt eger tu carek nezerkê li me

Ey Mela ev çi eşqa dilberaya ku kes jê têr nebûye
Bişev û roj li ser sîng û berê yarê bê tê bibejê qey nedîtiye
Çi cezbeye, ya ku hiş dibe, can dide ber talaniye
Ey Feqî, ew raz şaraba li meyxanêye ku eşq bi xwe ye

Sîng û berê te wek berfa li serê çiyayê Sipanê Xelatê spiye
Tahma lêvên te wek ava kaniyên welatê Serhedê xweş delal e
Qama te wek darên bifêkî ser ta piya şerava tiriyê Toreye
Çem û kanîyên welatê yarê ava heyatê ye
Li ba te ciwanî nabê pîr her dem diherike wek ava zelal e

dilazadart@gmail.com
Tîrmeh 2025

Dilazad ART Epîk Helbest Sirûd The Raising Of Kurds 15 Wêje
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Dilazad ART

Li ser çand û hûner û weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovar û malperên Kurdî û Tirki de hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê. Nivîs û lêkolîn û helbestên Dilazad A.R.T di kovarên Nûbihar, Çirûsk, Nûpelda, Pengav, Heftreng, Keskesor, Nûdem (Qamişlo), Folklora Kurdan, Çandname, Bernamegeh, Sînemaya Serbixwe, Temaşe, Zaningeh, Bûyer (Qamişlo), The Hall Kurdî, The Raising of Kurds, Utopya, Artos, Tigrîs, Ufuk Penceresi, Ortak Zemin, Dava, Gizli Azizler, Rengîn, Besni Ekspres, OkuYorum, YazıYorum, DüşünYorum, Kalemyâr, Ramazan 2022, Ramazan 2024, TigrisSophia û Kültür Atlası de hatine weşandin. Xebatên Dilazad A.R.T di malperên wek zaningeh.net, nucehaber.com, newroz.com, nubihar.com, thehallkurdi.com, theraisingofkurds.com, candname.com, niviskar.org, zehraportal.com, hurbakis.net, antoloji.com, edebiyatdefteri.com, de hatine (an têne) weşandin. Di bin siya Zanîngeh Akademi de xebatên dokumenterî, klîp û fîlman amade dike. Derhenêr Wekî dî di saziyên sivîl yên civakî de aktîv dixebitê. Heta niha 58 pirtûk weşandine. (1ê Gûlan 2026)

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.