Realîzma Efsûnî Di Wêjeya Kurdî De 

Ji aliyê Siltana Eto – – Nûkirin: Şirove tune ye 5 deqe xwendin

Realîzma efsûnî di wêjeya Kurdî de, bê guman xwedî hebûneke pir kûr û dîrokeke pir dirêj e. Weke gelên din di nava folklora kurdan de, em rastî şopên realîzma efsûnî tên, wek ew çîrok û efsaneyên di wêjeya gelêrî ya kurdan de ku ji aşop, efsûn û ecêb hatine ristin, wek Dêwê Heftserî, pîra mirovxwar, beranê reş û spî, masî û hwd… û di wêjeya nûjen de jî xuya dibe, ku ew jî ji ber rewşa civaka kurdan bû.

Şopên realîzma efsûnî di çanda devkî ya kurdî de tên dîtin. Weke berê jî hatibû gotin ev bizav gelek caran kokên xwe ji fabl, mîtan û alegoriyê digre. Zarokatiya gelek nifşên kurdan bi xebroşk û çîrokên kal û pîrên wan derbas bûne. Xebroşkên gur û roviyan, yên dêw û hûtan, pîrebocikan, mirovên xwedî hêzên ser-sirûştî di bîra kurdan de cih girtine. Piştî ku hêvî ji modernîteyê hat birîn, di lêgerînên alternatîf de îro tevgerên polîtîk gelek girîngî didin mîtolojiyê; dîskûrên xwe yên siyasî, nêrîna jiyanê û texeyyula civakê bi mîtolojiyê ava dikin. Di nav civakekê de ku fabl, mît û alegorî ew qas di nav jiyanê de bin helbet gelek e ku di edebiyatê de jî pêla realîzma efsûnî bibandor be. Ya duyem, li gor Îsmaîl Hamalaw û Houzan Mahmoud, di salên 80yî de bi tesîra şoreşgerên latînî yên wek Che Guevara û bi wergerên nivîskarên latînî yên wek Marquez û Borges kurdan rastiya xwe di realîzma efsûnî de dîtin. Şer, xizanî, kuştinên li her du erdnîgariyan, têkoşîna jinan û zordariyên ku li gel dihat kirin dişibiyan hev. Dibe ji ber van sedemên girîng hin nivîskarên kurd ên weke Helîm Yûsiv, Eta Nehayî û Bextiyar Elî bi vê teknîkê berhemên xwe nivîsandibin. (Sağir, (?), rr. 22- 23)

Li aliyê din di salên dawiya 1990î û vir de romana kurdî di nava xwe de guhertin ava kirin, ew jî ji ber du sedeman, a yekem ku piştî partiyên siyasî yên sereke ku PDK û YNK di sala 1991ê de desthilatdariya kurdistana Iraqê bi dest xistin bi wê kurdan xweserî bi dest xistin, vê jî di romanê de guhertinek da avakirin. Ya din romannûsên kurd ên li Diyasporayê, demeke dirêj li dûrî welat bûn, bi awayekî nostaljîk di romanên xwe de qala welat kirin. (Ahmedzada, 2011, rr 31-33). Lewra li başûrê kurdistanê berhem bi rêbazê realîzma efsûnî derketin, ji ber ku nivîskar ji ber sedemên bimaf ev rêbaza wêjeyî bi kar anî, wek B. E ku li Kurdistana Iraqê zehmetiyên kurdan tecrube kiriye û zilma Sadam Husên û êrîşa Enfalê û hwd…ku ew jî dibe ku bişibe ya Amerkaya latînî.

Gava behsa realîzma efsûnî di wêjeya Kurdî tê kirin, zêdetir nivîskarên wek B. E, Helîm Yûsif,  Eta Nihayî, Jan Dost, Şerzad Hesen, Fawaz Husên û wek wan  tê bîra mirovan. Wek mînak: Di romana Fawaz Husên ya bi navê “Barê Şevê” behsa çar lehengên penaber ku her yek ji parçeyekî kurdistanê ye, berê xwe didin parîsê û gelek bûyerê derxwezayî bi wan re diqewime, ji xwe navê lehengê romanê navê lehengê destan û efsaneyên kurdan e. Bavê lehengê Sîno bi niviştê debara xwe dike û bi gel dide bawerkirin ku bi cin û pîrebokan re dide û distîne. Bi vî awayî rûyên realîzma efsûnî diyar dibin, her wiha em di hemû romanên B. E de rastî realîzma efsûnî tên, wek di romanên “Apê min Cemşîd Xan ku her tim bê ew li ber xwe dibir, Êvara perwaneyê û Hinara dawî ya dinyayê.  Di ya Cemşîd de ew zilamekî komunîst û çep e ji aliyê Basayê ve tê girtin, ji ber şkenciyê lawaz û sivik dibe, ba wî ji zindanê difirîne û her carê deverekê dadixe û ew jî her cara ku şiyar dibe ji bîr dike û di romanên din de jî teswîrên wiha der dikevin. Di heman demê de gava em berê xwe didin rojava, em rastî berhemên bi realîzma efsûnî tên ku zêdetir Helîm Yûsif pê tê naskirin ji xwe serenavên romanên wî diyar dibe wek ” Gava Ku Masî Tî Dibin,  Wehşê di Hundirê min de, Tirsa bê Diran û Mirî Ranazin. Hemû roman û çîrokên Helîm Yûsif  bi teswîrên aşop, efsane û rasteqînî hatin ristin wek di romana ” Tirsa bê diran” de çîroka welatekî ku bi temamî ji aliyê tirseke bê diran ve hatiye dagirkirin, vedibêje, bê guman ew aşop û efsûnê di nava xwe de dihewîne. Lewra weke gelên din di wêjeya Kurdî de jî realîzma efsûnî vedigere wêjeya gelêrî, kokên xwe ji dîrokê digire, lê dema ku ew bûyer û rûdanên di civaka kurdan de qewimîn, niviskaran bi xwe şahid û tecrube kirine, ji bo ku niviskarên wek Helîm Yûsif û B. E û yên wek wan, wan bûyeran vebêjin, serî li vê rêbazê dan û romanên xwe bi teswîrên realîzma efsûnî ristin ku bi wê behsa ew rastiyên civaka xwe kirin.

Çavkanî

  • Ahmedzade, H. (2011). Romana kurdî û nasname. (Werg. F. Adsay). Stembol: Avesta.
  • (Sağir, (?). Realîzma Efsûnî Weke Rêbazeke Edebî Ya Postkolonyalîst: Xwendina Berawirdî Ya Gabriel Garcia Marquez Û Bextiyar Elî. Zıngıl.

 

 

Siltana Eto

Nivîskar , Kobanê