“Gêrik” bi navên din “Mûrî,” “Morî”. Li ser rûyê erdê ji bilî parzemîna Antarktîkayê, li hemû parzemînên cîhanê dijîn. Tê zanîn ku van candarên piçûk di nava ajalan de digel mêşhingivan, candarên herî kedkar û jêhatî ne ku li erdnîgarîya cîhanê bi texmînî ji zêdetirî 20 katrilyon gêrik jiyanên xwe didomînin.
Li gorî hin agahîyên zanistî, gêrik qet nakevin xewê û di navberên kurt de bêhna xwe didin, hin lêkolînan jî dibêjin ji bo demeke kurt dikevin xewê. Gêrikan, candarên gelek bihêz in û dikarin tiştên ku ji giraniyên xwe 50 caran mezin in, rabikin û bar bikin. Gêrik li gel kolonîyên xwe dijîn, li axên dinyayê heta niha bi deh hezaran cureyên gêrikan hatine dîtin. (Li gorî hin çavkanî jî ev hejmar ji zêdetirî 13 hezar e.)
Rengên gêrikan cûr bi cûr in û navên cureyên wan ên herî zêde tê zanîn; Gêrikên Reş, Sor, Hingiv, Zer, Dartiraş, Şervan (Lejyoner), Agir, Palehî, Cûmker, Şivan, Pelbir, Fîrewn, Xemirî (Mor), Bibask, Gêrikên Mezin û gelek cureyên din hene. Van ajalên piçûk û jêhatî, ji bilî xwezayê bi bandorên jiyana nûjen jî îro di nava peyarêyan, rêkan, xanîyan û qatên herî jor ên balexanîyan jî dijîn. Li gor lêkolîn û xebatên zanistî yên herî dawî, mirovahî nêzîkî 12 hezar salan e hînî cotkarîya nûjen bûne, lê belê li gorî hin lêkolîn gêrîkan berî 30 milyon salan e dest bi cotkarîyê kirine û li gorî agahîyên nû jî 66 milyon salan e cotkarî dikin.
Gêrikan bi 66 milyon salan e cotkarî dikin
Li gorî lêkolîneke nû, gêrîkan bi 66 milyon salan e cotkarî dikin. Rijyarekê berî 66 milyon salan e ketibû li cîhanê û ji ber vê yekê jî 5emîn tunebûna girseyî pêk hatibû ku zanyaran dibêjin, piştî vê bûyerê gêrîkan dest bi hilberandina kuvarkan (kuv) kirine.
Ji ber tunebûna Kretase-Paleojen, cureyên dînozoran jî têde piranîya cureyên riwek û ajalan (Ji sedî heftê û pênc) ji navê rabûne û ev jî bûye sedema mezinbûna kuvarkan. Rijyarê ku ketiye cîhanê rê li ber fotosentezê digire û riwekan hizhizîne, çîroka gêrik û kuvarkan destpê dike. Gêrikan bi demê re di mijara hilberandina kuvarkan de pêşketine û berî 27 milyon salan e teknîkên pêşketî yên çandînîyê afirandine. Îro gêrikan di cotgehên bikontrolkirî de behçeyên kuvarkan ava dikin. Bi vî awayî hin cureyên gêrikan di avûhewayên ziwa de jî kuvarkan hilberandine.
Lêkolînekê di kovara Scienceyê de hatibû weşandin (Cotmeha 2024ê). Lêkolîn li ser bi sedan cureyên gêrik û kuwarkan hatiye kirin û ji van daneyên genetîk girtine. Bi saya vê darên peresanê yên gêrikan, hin agahî û kitekitên nû yên li ser têkilîya wan a bi kavurkan ve derketin holê.
Dr. Ted Schultz wê demê yek ji sernivîskarên kovara Scienceyê ye û dibêje, “Gêrikan, berî hebûna mirovahîyê dest bi cotkarî û hilberandina kavurkan kirine. Em dikarin hin tişt ji serkeftina 66 milyon salên dawî yên gêrikan hîn bibin.” Li parzemîna Amerîkayê û Giravên Karîbê bi nêzîkî 250 cureyên gêrikan hiberandina kuvarkan kirine. Gêrik, li gorî stratejîyên cotkarîyê di 4 beşan de hatine dabeş kirin. Gêrikên pelbir yek ji mînakên herî pêşketî ne ku bi riwekên teze hilberandina kuvarkan kirine û kuvarkan jî bi xurika bi navê “gongylidia”yê ji bo kolonîyên ku ji bi milyonan gêrikan pek tê, bûne xwarin. Gêrik, bi paqijkirina bakterî û kuvarkan, her wiha bi miselyumên saxlem wan xwedî dikin. Gêrikan li dijî nexweşîyên ku êrîşî kuvarkan dikin têdikoşîn û li dijî bakterîyan antîbîyotîkan hildiberînin. Schultz radigihîne, “Di nava 66 milyon salan de nexweşîyên di mehsûlên xwe de kontrol kirine û di mijara antîbîyotîkên bibandor û domdar de pêşveçûne. Em kêmtirî 100 salan e herbisit û antîbîyotîkan bikar tînin, ku di mijara laşparastî û antîbîyotîkên nû de rastî pirsgirêkên nû tên.”*
Dr. Ted Schultzî di sala 2017ê de li Muzeya Dîroka Xwezayê ya Netewî ya Smithsonianê weke riweknas dixebite û dibêje, “Ger dîtina we ya tîrêjên Xê hebûya û ger hûn li daristana baranê ya tropîkal a şil binêrîya hûn ê bibînin ku tevahîya binê erdê bi cotgehan tije ne.” Schultz û hevpîşeyên wî, bi berawirdkirina genên 78 cureyên gêrikan ku cotkarîya kuvarkan dikin û genên 41 cureyên gêrikan ku cotkarîya kuvarkan nakin, agahîyên balkêş derxistin holê. Gêrikên ku cotkarîya kuvarkan dikin, bi îhtimaleke mezin berî 60 milyon salan li daristanên baranê yên Amerîkaya Başûr ji heman cureyê hatine. Di nav 30 salan de gêrik bûne du komên cotkar, yek ji van cotkarîyeke pêşketî û tevlîhev kiriye ku bi îhtimaleke mezin kuvarkên xwe ber bi avûhewayên hişk yên wekî çol an jî deştên fireh ve bar kirine. Li wir gêrikan bi cotgehên xwe mijûl bûn û bi kuvarkan pêşketin. Civata dî ya gêrikan jî cotkarîyeke hêsantir kiriye û bi piranî di daristanên tropîk de jiyanên xwe domandine ku “kuvarkên ji zevîyên xwe direvin” û “bi tena serê xwe dijîn” xwedî kirine. Ted Schultz, “Dema guncav û avûhewayên hişk ji bo cotkarên gêrikan ên tevlîhev û kedîkirina kuvarkan şert û mercên îdeal pêk anîne ku vê jî ji bo parastina nemê, odeyên kûrtir kolandine an jî bi saya bikaranîna fêkî, riwek û avên nemên sibehê germahîyê kontrol kirine.**
Çavkanî:
https://rumetmed.blogspot.com/2018/08/beri-bi-30-milyon-salan-cotkari_5.html
https://gazetekarinca.com/karincalar-insanlardan-30-milyon-yil-once-tarima-baslamis/
*https://www.indyturk.com/node/746258/bi̇li̇m/karıncaların-66-milyon-yıldır-tarım-yaptığı-ortaya-çıktı
**https://www.evrensel.net/haber/322810/karincalar-insandan-milyonlarca-yil-once-tarim-yapmis
Wêne: https://nhmu.utah.edu/articles/fungus-farming-ants
https://arkeofili.com/dunyada-kac-karinca-yasiyor/
https://ku.wikipedia.org/wiki/Morî
https://tr.wikipedia.org/wiki/Karınca
https://en.wikipedia.org/wiki/Ant


