“ Her çend peyva îdeolojî di xwe de birge-peyva “logy” dihewîne, lê îdeolojî eql ji mantiqê vediqetîne. Ew bi kontrolkirina dîrokê û pêşbînîkirina wê re eleqedar e. Pêşî li ezmûn û fêrbûna nû digire ji ber ku her fêrbûneke nû ewê ji binî radike û wiha take kesan ji rastî û rasteqînîyê, vediqetîne. ”
Hannah Arendt (Ideology and Terror: A Novel Form of Government)
“Hindî ku navendîparêzî di partîyekê de hebe, tê de derew e ku jin bibêjin em azad in.” Joke Smit *
Belê, cara despêkê ku me “Porkurkirin” wek helwestek li dijî desthilatdariyeke serdest a mêran bi kar anîbû, me ew li dijî rêveberên mêr ên PKK encam dabû. Ango gelek salan beriya ku jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ewê tevgerê beramberî desthilata totalîter û teokrat a Îranê dest pê bikin. Wê sipêdeya payîzî ya sala 1999an em endamên jin ên kongreya heftemîn a awarte ya partîyê di rêzeke dirêj de “Porkurkirî” rawestiyayîn û ketine derê şikefta kongreyê. Eniyên me yên hêrsbûyî û stûyên me yên barîk li ser wan kûrsiyên kongreyê berçavtir xuya dikirin. Berî wê bi şevekê komek ji keziyên bedew yên keçên kurdan bi ser hev de li wir ketibûn.
Di sala 1999’an de dema Öcelan hat girtin, yekem tişta ku hat kirin ji alîyê Konseya Serokatiyê ve “rêveberiya nû ya PKK” di kongreya 6an de ku wê demê bi rê ve diçû ew bû ku tevgera jinê bi tevahî girêdayî rêveberîya xwe ya nû bikin. Lewma dixwestin partiya jinan ya ku rasterast girêdayî Öcelan bû, bê hilweşandin.
Em endamên jin yên kongreyê difikirîn ku berdewamiya vê yekê tê wê wateyê ku desthilatdarî dê li cihekî kom bibe û di nava rêxistinê de ew nîmçe demokrasîya ku hebû jî êdî berteref dibe. Di hevpeyvînên me yên taybet de ev hat destnîşan kirin ku ger em ji destpêkê ve tawîz bidin, PKK dê êdî nebe tevgereke azadiyê!
Ji ber vê yekê ji kongreya 6an ve ev helwesta jinan ya muxalefetê ya berçav bû. Dema em hatin kongreya 7an a awerte, em rastî helwesta bi biryar a rêveberiya nû ya rêxistinê hatin ku tevgera jinan bixe bin kontrola xwe ya teqez. Hêza me tunebû ku em pêşî li vê yekê bigirin ji ber ku ew piranî bûn û biryar bidest bûn. Lewma di kongreyê de weke komeke mezin a hevalên jin ên beşdarî kongreyê bûyîn, me civîneke veşartî li dar xist û me ev babet şirove kir. Wê demê hevaleke berê ya jin bi hizra “ porkurkirinê ” hat. Me bi biryara hevpar a hevalên ku beşdarî wê civînê û wek helwestek nerazîbûnê ev yek qebûl kir. Paşê, her wê hevala jin (ku niha jî xwedî berpirsyarîyek bala ye di partîyê de ) dema dît ku serkeftina hêza mêran mîsogertir e, xwe da alîyê wan û bîzzat kete nav wan kesan de ku hevalên jin ji ber vê kiryarê dadgeh kirin û siza dayin!
Tişta balkêş ew bû ku di wan rojan de jin bûne du beş, yên ligel û yên li dijî serhildanê, û têgeh û peyivên wek pîrek, pîrektî, sîxorên mêran ji hevre hatin gotin. Mixabin ku peyva “ Pîrek ” ku xwedî wateyên pîroz û kûr e bi şêweya ku sîstemên baviksalarî yê şêwandî û kirêt kirî, hate bikar anîn.
Piştî kongreyê ew jinên serhildêr hemû ji hev hatin belav kirin. Yên rêveber xistine tecrîtê û endamên din ji nû ve tev li perwerdehîyên nû kirin û ji erkên xwe daxistin û çînek nû yên jinên milkeç weke rêveber û endamên navenda jinan hatin damezirandin. Hincet jî mîna her dem amade bû “ Partî di demên hesas re derbas dibe û yêkrêzî û tebayî gerek e” û ew pêdawîstî, weke ku li her derê dibe, divê bi ser hestiyên jinan re û daxwazên wan yên nîmçe-azadîyekê re derbas bibe.
Her wiha hin jinên ku berê di rêveberiya tevgera jinan de û di hilbijartinên komîteya navendî de bûn, bûne hedefa konseya serokatiyê û li şûna wan jî namzediya jinên ku heta niha bi konsey re rû bi rû nebûne qebûl kirin.
Ez –xwendekara zanîngehê ku tenê çend mehan li koleja yasa û zanistên siyasî de xwendî û xwendin berdayi û tev li bûye – ew tenê sal û nîv bû tev li rêzên gerîlla bibûm. Lê di wê heyama kurt de, ez şahidî yek ji qonaxên herî dijwar ên dîroka PKK bibûm. Ji alîyekî ve şerê navxweyî (Birakujî û xwûşkkujî) di lûtkeya xwe de bû, ji alîyê din ve jî operasyonên zebelah yên dewleta tirk berdewam bûn û bi ser wan de, girtina Öcelan jî çêbû û rê li alozî û nakokîyên mezin vekir di rêxistinê bi xwe de. Ji ber vê yêkê ew keçika 18 salî, ku yên mîna me gelek bûn, bi qasî temenekî din mezintir bibû û şahidî bûyerên dijwar ên li pey hev, çalakîyên leşkerî û ezmûnên û serpêhatîyên balkêş bibû.
Dem û gehiştina hizrî ku wêrekî jî pêre be, dihêle ku mirov rabirdûya xwe baştir binirxîne. Lewma dema piştî salan û piştî ezmûnên perwerdehîya akademîk, kar û jiyanê û xwendina bi dehan pirtûk û lêkolînan li ser ezmûnên jinan di partî û bizavên rizgarîxwaz de, li vê bûyerê meyize dikim û di ronahîya wê de rewşa tevgera jinan di PKK de berçav derbaz dikim. Dikarim çend xalên giring şirove û destnîşan bikim.
Di vê helwesta berhiliskar de, her çend xwestekek xwe-rizgarkirinê hebe jî ( rizgarkirinê, ne azadiyê ji ber ku her du têgeh ji hev cuda ne) lê ew daxwazek aloz û ne temam e. Ji ber ku armanca wê ne pêkanîna tevgereke jinan a azad û piştbend bi îradeyek serbixwe bû lê çalakîyek dûpatkirina pabendbûnê bû bi Öcelan re û li dijî desthilatdarî û mêrsalarî ya rêveberên nû yên PKK bû. Mîna ku rêveberê berê ku Öcelan bû, ji mêrek bêhtir êdî geha bû bilindahî ya xwedayek azadiyê! Ango weke ku wî îdia dikir “ Ewî êdî mêranîya xwe kuştiye, derbas kiriye û azad bûye! ”
Ew nizîkbûna çewaşekar pir dişibine nêrandin li pêxemberan, rêberên rûhî, avakerên ûmetan û qehremanan ku ewan mêranîya xwe derbaz kiriye û taybetmendîyên bilind di xwe de berceste kirine ku ev hemû nêrînên çewaşekarin ji bo mirovan bi giştî û boyî jinan bi taybetî. Ji ber ku eger bi xwedakirina mêrekî ji alîyê mêrekî din ve carekê koletî be. Ji bo jinan du caran koletî ye. Lewma jî Berde ku ew ne helwestek azad bû lêbelê ew di naveroka xwe de reftarek feodal jî bû. Ew pir dişibe helwesta jineke ku hemû jiyana xwe milkeçî mêrê xwe be û piştî nemana wî, ew li dijî ketina bin fermana birayên wî yên ku dixwazin hejmon û desthilatdarîya wî bi dest bixin, serî hilde!
Mijara din şêwaza çalakîyê bi xwe ye. Bi dîtina min Porkurkirin ne şêwazek erênî û berhemdar e. Ew bi awayekî din dîsa tolhildaneke bê çare bû ji beşeke esîl ya hebûna me ya jinane. Raste “Porkurkirin” kevneşopîyek kevnar a kurdan e. Dibe ku di kultura gelên din ên esîl de jî hebe. Dema ku jin bê çare dimînin û nikarbin rê li binpêkirina mafekê xwe bigrin, ew rê dibine ber jêkirina simgeyek xwe ya herî pîroz. Di şeran de eger jineke Kurd dest da ba biskên xwe û sund xwariba ew dihat wateya imzayek teqez. Di edebiyat û folklora kurdî de bi dehan helbest û stran hene li ser pîrozîya zolfê jinan. Lewma dema jinek cesaretê bike û kezîyên xwe kur bike ew tê wateya ku êş, itîraz û bêçarebûna wê gehaye hedê dawînê. Lê her çawa jî be, ew weke helwestek bê çarebûnê ye. Ew delîlê lawazîyê ye, nemaze dema ku ji alîyê jinên ku texmîn ji wan tê kirin pêşeng û hilgirên çareserîyan bin ji bo civakekî. Berovajî wê, helwêstê hişmandane û maqûl ewe ku em dest nehavêjîn kezîyên xwe û kur bikîn lê em sedemên ku me dibin ber bi porkurkirinê ji holê rabikîn û ji bo pêkhatina vê armancê, têkoşînek rastîn û rasteqîn bidin destpêkirin.
Ev bûyer, pirsên giring û hestiyar tîne pêşberî me. Divê jinên ku bi tevgerê re sempatî heye û tevger bi xwe jî van pirsan bi wêrekî û objektîf niqaş bikin:
Gelo jin di nava tevgera jinan a PKK de azad in ? Me di wan qonaxên dîrokî û dijwar de karîbû li ser dîrokê, jiyanê, civakî, şer û siyasetê dîtinek û perspektîvek azad û serbixwe ava bikin? Pirsa herî giring jî ew e ku me ew enerjiya û potansiyela muazam a ku me nîşan da çawa û bi çi xerc kir?
Diviyabû ev pirsên giring û çarenûssaz di civîn û kongireyên partîyê de bihatana gotûbêjkirin ku tê de jinên hemû beş, çîn û tiwêjên Kurdistanê beşdar dibûn. Lê qet ji wê derfeta giranbuha sûd nehat wergirtin ji bo avakirina hişmendîyek azad. Lê ezê hewil bidim û piştî demek dirêj ji têfikrîn, lêkolîn û xwendinê bersiva van pirsan bidim û encamên ez gehame bi mirovên azadxwaz û xwedî lêgerên rasteqîne re parvebikim.
Bi dîtina min Öcelan û hevalên wî texmîn û pêşbînî nedikirin ku tevgera jinên kurd bi vî awayê mezin pêş bikeve. Ewî û hevalên wî yên destpêkê, di bin bandora tevgerên çepgir û sosyalist ên herêm û cîhanê de, xwestin bizaveka jinan di partiyê de hebe. Lê taybetmendiyên Anthropologî û Ethnologî, kodên çandî û ceososyal, mîrasê dîrokî yê kevnar a desthilatdarî, wêrekî û bixwebawerbûn a jinên kurd ( Ku di notên piraniya rojhelatnas û gerokên li herêm û Kurdistanê de derbaz bûne hene û di buyerên dîrokî û turasê kurdan yê kultur de behsa van taybetmendîyan tê kirin ) hêşt lehîyek enerjî, wêrekî û potansielek awarte ya fêrbûn, adaptasyon a li gorî şert û û mercên dijwar ên erdnîgarîyê û tev lî bûneke rasteqîn di şer û çalakiyan de û disiplînek leşkerî û rêxistinî ya bilind derxin holê.
Lêbelê bi mixabinî dibêjin ew enerjî û hêza afirînerîyê hate çarçûr kirin di depo ya îdeolojîyek marjinal û rêberek totaliter de. Ji berku hêza jinan hat bikar anîn ji bo armancên ku di dawîyê de jî gelek ji wan jê paşgez jî bûn.
Di despêkê de di rojevê de mijara çînayetî hebû “ Dîrok birîtîye ji hevrikî yek çînî û tenê bi îdeolojîya Marksîst û bi hêza rêkxistina partîyê dikare mafên çîna bindest – di nav de jin – werin standin ” dihat dûbare kirin lê rastîyek tê piştguhavêtin ew jî ewe ku jin di hemû çîn û tiwêj an de bi awayên cuda tên çewisandin û ne tenê ew take riya çareserîyê ye.
Gelek ji wan jinên endamên partîyên sosyalist dikevin alozîyê û dipirsin gelo ma ne femînîzm bi sosyalîzmê ve girêdayî ye û qet jê nayê veqetandin û tenê ew rêgeçare ye? Lê têkoşîna li dijî zilma li ser jinê ne tenê bi sosyalîstan re sînordar e, belkî erka hemû partiyên demokratîk e. Ji bo min femînîst ew kes e ku neheqiya pêkhatî li ser jinan ji ber zayenda wan, qebûl nake û ji bo ji holê rakirina wê dixebite. Lewma ew bi ramanên ku adelatê di xwe de dihewînin tê çareser kirin, di kîjan partîyê de be bila bibe. Ya giring ewe ku li doza wekehevî yê weke mijareke bingehîn bê nêrandin û ne weke mijareke lawekî di jêr sêwana mijarên din de bê nirxandin.
Mijara duyemîn jî rizgariya netewî û azadkirina Kurdistanê ji kolonyalîzmê bû. Bê guman ev armanceke giring bû ji bo azadiya jinê jî, lê diviya bû di heman demê birêveçûna prosesa rizgarkirina netewî de gav bû bi cîkirina pirinsibên rizgarıya jinan jî bihatana avêtin û heta piştî rizgariyê nehatana hêştin. Ew yek bi niqaşkirin û hilberîna nêrînek şaristanî ya têkiliyên civakî di civaka nû de pêk tê. Bi gihiştina pênaseyeke nû ya evîn û jiyaneke hevbeş û wekhev bi mêran re, pênaseyeke nû ji bo malbata kurdî, ji bo parvekirina rol û kar û mafan di navbera herdû regezan de. Şirove kirina serbixwebûna ekonomî û rêkxistina van ramanan di qanûn û yasayên pêşerojê de.
Lêbelê, aloziya fikrî û teşwîşa ramanî ya ku ji damezrandina PKK û vir ve pêre hebûye û heta îro jî berdewam dike, derbasî wî biyavî jî bûye. Mixabin tevgera jinan li dor çembera not û komek ji hizrên ne hevgirtî yên ku ji aliyê serokê partîyê ve dihatin şandin dizivrîn û mîna pepagayan ew dubare dikirin. Bo mînak “Malbata kevin divê bê tunekirin!” Lê gelo alternatîfa wê çi be? Model li gorî Öcelan amade bû, li şûna wê malbata kevnar ya ku têkiliyên feodal ên paşverû di xwe de dihewîne, divê malbateke Apoçî bê avakirin, dê û bav bi roj ji bo rêkxistinê bixebitin û bi şev jî veguherin laboratuarek ji bo hilberîna şervanên keç û xort. Ku her kes tê de hiş, îrade û armancên xwe bişînin dojehê û hemû hebûna xwe teslîmî yêk mêşkê bilind bikin ji ber ku ew mêşkê herî pêşketî ye û me dibe ber bi rizgarîyê ve.
Yan jî “ Evîna kurdan, evîneke têkçûyî, bêkêr û zerermend e ku dibe sedema xiyanetek netewî û daşkandina wire û rûmeta mirovî û hemîşe bi teslîmbûnê diqede. ” Lê gelo alternatifa wê çîye? Li şûna wê divê Öcalan wek mînak were girtin ji ber ku ewî evîn bi rizgarkirina Kurdistan û jinê girêdaye!
Kî di dawîyê de Öcelan ji van hemû armancan paşgez bû û azadî û rizgarî ya netewî bi komara Ataturkî ve girêda, ku bi dehan hezar kur û keçên wan malbatên kurd ji bo rizgariyê ji vê komarê xwe feda kirin. Peyama wî ya dawî jî vê paşgezbûnê piştrast dike.
Lêbelê heta eger ew doz bi ser ketiban jî gelo çarenûsa tevgerek jinan a girêdayî partîyeke xwedî desthilatek navendî dê çi bûya? Ewê çiqasî kariban xwe serbixwe birêxistin bikin û ligor hişmendîya xwe û nêrandineke jinane biryar û destpêşxerîyan pêşbixin! Bi dîtina min, tişt dê gelek neguherana. Ewê biryar wek berê ji komek mêran derbiketa û jin neçar diman wan bişopînin. Raste ku renceke bê hempa xeric dikin lê ji ber ku ew ked û xebat nakevin di xizmeta çareserkirina pirsgirêkên jinan de, lewma hewlên wan bi heder diçin weke ku di gelek tevgerên jinan de di qonaxên rizgariya niştimanî de an jî di dema şerên çarenûssaz de bûye. Ew di dema qeyranan de çalak bûne, lê mîsyona wan bi dawî bûye piştî ku astengî çareser bûne. Ew jin hemû vedigerin civakek qet nehatî guherandin yan jî mîna burxîyên zengar girtî di makîne ya partîyek navendperest de dizivrin.
Rast e gavek li pêş e lê ne tevgerek azad e!
Gelek wiha hesab dikin ku hebûna jinan di qadên şer, cugrafîyên sext û di peywendîyên rekxistinî de bi serê xwe azadî ye?
Lê ew ne analîzek rast e. Raste, tevgera jinan di PKK de bi berawird kirin bi tevgerên din ên jinan li Rojhelata navîn û di nava partîyên din ên kurdî de, gavek li pêş e. Ew jî ji ber gelek taybetmendîyên ku di xwe de berceste dike weke: hêza xwe ya rêxistinî ya mukum, tevlîbûna ( ji dil ) û bi hejmarên mezin û ji hemû beşên Kurdistanê, disiplîn, tevlîbûna bi tevahî di xebatên leşkerî, perwerdehiyê û rekxistinî de, bi tevahî xwe spartina hêza xwe ya zatî di hemî karên praktîkî de – Avakirina kempan, kulana rê û banan, parastin, çavdêrî, keşifa erdnîgarîyê, dermankirin û rakirina birîndaran – xwe adapte kirin ligel erdnîgarîya sext û diyardeyên xwezayi yên dijwar, tevlîbûnek rastîn (nek rûkeşî mîna ku di partîyên din de tê çavdêrîkirin) di şer û çalakiyên leşkerî de.
Bê guman, û guman tune ku ezmûnên weha xwedî nirxek perwerdehiyê ne. Di wan jinan de baweriya bi xwe û bi şiyanên xwe pêş dikeve û di mêrên ligel wan de jî bawerî bi şiyanên jinan yên xwe birêvebirinê û xwe parastinê pêş dikeve. Lê ev hemû ji sînorê ( Diyardeyeke sembolîk û macereke bilîmetkarî ) derbas nabe dema ku ligel vê enerjîya muaazam, hiş û biryara kolektîf ya jinan û nêrîna wan ya felsefî û fikrî tê de berceste nebe û ew hiş û ezmûn ne dakeve di nava prosesek yasayî- civakî de bûyi çareserkirina pirsgirêkên jinên kurd di piraktîka jiyana rojane de. Pêdivîya me bi hiş û îrada me heye bo bidestxistina azadiyê û ew mixabin tûne bû û hê tûne ye di PKK de.
Ramana min di vê mijarê de ji ya Aletta Jacob*, Virginia Woolf * û Joke Smit* ne cûda ye. Heya ku jin di derbarê rewşa xwe de tiştek neguhezînin, û heya ku jin nebin xwedî hêzek rastîn û dîtinek jinane ji bo meselan û biryaran di derheq siberoja xwe nedin, herwiha bi rengê xwe yê jinane pênase ya dîrok, siyaset, diplomasî, leşkerî yê, têkilîyên civakî hwd ji nûve nekin, ew hemî enerjiya winda ye û tenê dibin rûkeşek ku serokatîyên mêr yên sîtemkar û diktator pesna demokratîkbûna xwe ya derewîn pê bidin.
Mêrên rêveber di PKK de, mîna exleb mêrên di partîyên soyalist de, ne sosyalîst in, ne jî di mesela jinan de mafperwer in. Û ji bo ku pozîsyona xwe ya desthilatdariyê biparêzin gelek caran Jinên hêja ku dengê xwe bilind dikin tûşî sizayên giran kirine û egoizma xwe di bin navê parastina partîyê û berjewendîyên netewî de parastine.
Mîna bi gelemperî partîyên mêran ewan jî berendamên jin yên jêhatî nedixwestin. Pîvana jêhatîyê li gor ideolojîyê dihat diyar kirin. Te çend hêza ezberekirina hevokên Öcalanî heye, tu çend di hemo şert û mercan de û di hemo guherandinan de dîsa wan hevokan bikartînî, ( ku gelek ji wan hizir û têgehên nakok in ) tu ewqas bilîmetek îdeolojîkî, ewqas jî azadî!
Herwiha hemû berendamên jin yên navanda jinan ji alîyê Öcalan ve dihatin pesend kirin ku li gor pîvanên wî yên fîzîkî, aqlî, idolojî bûn û ya herî giring girêdana wan bi şexsê wî re bû.
Qet jinek nikarî bû ji derveyî ferman, hizir ankû demogokî ya Öcalan derbikeve. Yên derveyî wê derdiketin û hişê xwe dişuxulandin û nakokiyên xwe eşkere digotin ji erk û goravan dihatin avêtin, raport jê dihatin xwestin û diketin rewşên girtin û tecrîtan de. Di encamê de tûşî şerek piskolojîk dibûn ku tê de navûdengê xwe û rûmeta xwe ji dest didan. Ji ber ku bi dîtina rêveberên mêr yên partîyê ev berhiliskari ye dubendiyên ideolojîk drûst dikin lewma gelek endam bi sûcê tesfiyetê hatine girtin û jinavbirin.
Diyarkirina stratejî û taktîk teqez di destê mêran de bû. Hemû biryar ji navendeke ku mêr têde xwedî peyiva despêk û dûmahîyê bûn derdiketin. Heta lîsteya pêşniyarên merkezê jinan despêkê ji cem Öcalan dihat piştre ji cem rêveberîya giştî dihat ku ew jî mêr in û çend jin têde ne ku ji axaftina mêran dernediketin û dernakevin. Raste jin û mêr di partîyê de di erk û işleyişê de wekhev in lêbelê, biryar di dest mêran de ye û ev di jiyana rojane de bêtir eşkere dibe.
Encam ev e ku PKK mîna hemû partîyên din ( yên sosyalîst jî di nav de ) hîn jî jinan bi çavê civaka baviksalarî dibînin. Di rastiyê de, wan tu îtiraz li hember mayîna jinan li kêlekê tune ye. Jin hene dema tê xwestin lê biryar, desthelat di dest mêran de ye û li ser jinan ewe tenê pêkbînin.
Ev diyalog di navbera min û hevaleke kevn ku yêk ji damezrênerên partîyê bû, pêk hat. Ez û wê di rewşa tecrît û raport nivîsandinê de bûyin. Êvarê ew dihat û bi kaxezên xwe re, beramber min rûdinişt û meraq dikir çi di hişê minê genc û ne teslîm bûyî de di qewime..
- Ma hûn jî nabînin ne mimkûne ku bi hişên kole azadî bê bidest xistin?
- Koletî û disîplîn du tiştên cuda ne. Peyv û têgehan guncaw bikar bîne.
- Dema ku mêşk bi hişê xwe nexebite, ew mêşkek kole ye.
- Ji bo ku em bigehîn armanca xwe, divê em hemû hişê xwe radestî îdeolojiya partiyê bikin. Take çareserî ew e. Ger te hişê xwe bi kar anî (Pênûsa xwe nêzî eniya min kir) dê tu piştî demekê xwe ji derveyi dozê bibînî.
Çareserî çî ye?
Ew weke beşê duyem ê babetî tê belav kirin.
Not: Ev Babet ku wê ji du beşan were weşandin, diyarî giyanê ewan jinên ku bi dirêjahî ya dîrokê hiş û rihê xwe teslîm nekirin û di bin navên cuda de hatin tesfiyekirin, dikim.
Nîşe:
- Aletta Jakob (1854-1929): Yekemîn doktora Hollandî, û yek ji pêşengên herî berbiçav ên pêla yekem a femînîzmê ku di destpêka sedsala bîstan de ji bo bidestxistina mafê dengdanê ji bo jinan şer kir.
- Virginnia Woolf (1882- 1941): Nivîskareke înglîz a mezin ku wekî îkoneke edebiyata nûjen a sedsala 20an tê hesibandin.
- Joke Smit ( Johanna Elisabeth) ( 1933-1981): Hişmend û siyasetmedareke feminist a Holandî ye, xwedî gelek babetên giringe mîna “Ka jinên hişmend”, “Sinorên siyasî yên dilê dilovan” û htd…


