Sê Daxwaz

Ji aliyê Muqades Agirî – – Nûkirin: Şirove tune ye 2 deqe xwendin

a niha vê esra dereng

ferişteyek bihata

asaya xwe ya bisêhr

ji nişkê ve li erdê bixista

dûxaneke zêrînî qiloz bûya

van ramanên xirtoşe

van welatên windayî

û geremoliya sibetiran

bela belayî bûya

mesela bipirsiya sê daxwaz ji min

pirs bikira miradê min

min ê bigota bibe teyreke baz

min bifirîne ji ser çemên zîvîn

çiyayên rewnaq

darên mewûjan

qefle bi qefle karxezalan

min ê bigota

mîrê dilê min

 

caran jîn caran jan e

caran xewn caran rast e

hema carek be jî bibînim

bi çavê vê dinyayê

awirê wî yê ji tîrê tûjtir

ji xenceran dijwartir

yê ku vêxistiye volkanên bengî

li nava dilê min ê nazenîn

min mêze bikira

ji sedsalan zêdetir

li şemla wî

germahiya çavên wî

hebûna wî ya efsûnî

min porê xwe yê hinekirî

belav bikira yek bi yek

li ber heybeta wî

bi çavên xwe yên melûl

vegota jê re koza eşqa wî

mesela bipirsiya ferişteyê

daxwaza min a din

min ê bigota wexta ku

 

mîrê min nas nekir mebesta min

ku hez nekir ji min

a wê çaxê

min veguhere qulingeke koçber

 

serê seheran bikevim

bikişim xerîbiyan

ji xemên bin aşîtan

ji xeyalên guldexwînên çilmisî

xewnereşkên nava rojan

dûr bikevim dûr bikevim

mesela bipirsiya ferişteyê

daxwaza min a dawîn

min ê bigota

min veguheze balîndeyek

ji ser qesran li ber konan

li nav dengê dergûşan

û loriyên dayikan

li ber dara daxwazên mirazxwezan

li ber gulistanên dildaran

û bilûra li ber garanan

 

ser tirbeyan li ber dêran

ji sînorên qedexeyan

bifirim bifirim

Muqades Agirî

Nivîskar,Brîtanya. Agirî. Muqades Agirî, li navçeya Dutaxê ya Agiriyê hatiye dinê. Heta Lîseyê li Dutaxê xwendiye. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa Ziman û Wêjeya Erebî di nîvco de hiştiye. Li Zanîngeha Yuzuncu Yil Beşa Karsaziya Turîzmê qedandiye. Di sala 2014an de, li Zanîngeha Anadolûyê beşa Karsaziyê bi dawî kiriye. Sala 2017an, li Zanîngeha Artûklûyê Lîsansa bilind a Ziman û Çanda Kurdî qedandiye. Di rojnameya Azadiya Welat de edîtorî kiriye. Li ser malperan gotar û nivîsan dinivîse. Niha li Birîtanyayê jiyana xwe didomîne. Berhemên wê: -Dilê Kûvî –Helbest, 2016 Weşana JJ/ Amed -Hestên Xalî -Helbest, 2021 Weşana Payîz/ Amed