Sezona sêyem a “Silo”yê di navbera mehên Tîrmehê-Gelawêjê de weke 10 beşan derket li pêşberî temaşevanan û platforma dîjîtal AppleTv+yê ragihand ku beşa yekem a sezona çarem a rêzefîlmê dê di 9ê Tîrmeha 2027ê de bê weşandin. Sezona çaremîn di heman demê de weke sezona fînalê hate kişandin, ku ji rêzefîlmê fragmana nû û hin wêne hatin parvekirin. Çîroka sezona çarem ji romana “Dust”ê hate kişandin, ku dê razên kûr û pêwendîya di navbera rabirdû û îro de derbikevin holê.
Beşên sezonên rêzefîlmê “Silo” ji rêzeromana nivîskar Hugh Howeyî ya bi navê “Wool”ê, bi afirînerîya Graham Yost û bi derhênerîya Aric Avelino ve tê kişandin ku ji platforma Apple TV+ê têne weşandin. Çîrokên rêzefîlmê di gelek “Silo”yan de diqewimin, ku piştî bobelateke mezin bi hezaran mirov bi mecbûrî di binerdê de jiyanên xwe didomînin.
Çîroka rêzefîlmê “Silo”ê piştî bobelateke mezin diqewime, di pêşerojeke dîstopîk û nediyar de û di nava avahîyên mezin ên bi navê “Silo”yan de bi hezaran kes weke îzole jiyanên xwe didomînin. Civatên “Silo”yan ku bi dehan qat di bin erdê de dijîn, dixwazin ji talûkeyên rûyê erdê xwe biparêzin û hin endamên “Silo”yan jî erdnîgarî û hebûna Cîhanê mereq dikin, ku ji ber vê yekê dixwazin bi nepenî ji “Silo”yan ber bi axên Cîhanê ve biçin û agahîyên di derbarê rabirdûya xwe de hîn bibin.
Yek ji rêzefîlmên xeyalê zanistî yê herî balkêş û biserketî yê salên dawî “Silo” dê di sala 2027an de bi sezona xwe ya dawîn ve derbikeve li pêşberî temaşevanan. Sezonên sêyem û çarem ên rêzefîlmê li pey hev hatin kişandin û sezona sêyem di mehên Tîrmeh û Gelawêja 2026ê de li ser platforma Apple TV+ê derket li pêşberî temaşevanan. Sezona sêyem a rêzefîlmê ji pirtûka duyem a rêzeya “Wool”ê ya bi navê “Shift”ê û sezona çarem jî ji romana heman rêzeyê ya “Dust”ê hatin kişandin. Sêbareya “Wool”ê ji pirtûkên “Silo”, “Shift” û “Dust”ê pêk tê.
Wek lîstikvan Rebecca Ferguson, Rashida Jones, David Oyelowo, Common, Tim Robbins, Harriet Walter, Avi Nash, Rick Gomez, Chinaza Uche, Jessica Henwick, Ashley Zukerman, Reed Birney, Jessica Brown-Findlay, Matt Craven, Alexandria Riley, Shane McRae, Remmie Milner, Billy Postlethwaite, Clare Perkins di rêzefîlmê de cî digirin û hate ragihandin ku lîstikvanên wekî Laura Innes, Jessica Brown Findlay, Morven Christie, Colin Hanks jî beşdarî sezona çarem bûne.
Sezonên yekem û duyem ên “Silo”yê di salên 2023-2025an de weke 20 beşan hatin weşandin û li seranserê cîhanê elaqeyeke mezin dîtin. Platforma dîjîtal Apple TV+ê ragihand ku sezona çarem di heman demê de sezona fînalê ye. Pêvajoya post-produksiyonê ya sezona çarem didome.
Çavkanî:
https://kayiprihtim.com/haber/silo-4-fragman-tarih/
https://www.donanimhaber.com/silo-4-sezon-fragmani-ve-yayin-tarihi-paylasildi–210145
https://www.youtube.com/watch?v=8Yq7dvVINpY
