Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Dîrok»Şoreşa Sûriyê 14 Salan Dirêj Kir.  Di 10 Rojên Dawî de Biserket!
Dîrok

Şoreşa Sûriyê 14 Salan Dirêj Kir.  Di 10 Rojên Dawî de Biserket!

Konê ReşBy Konê Reş07/01/2025Updated:02/05/2026Şîrove tune ye5 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Wek ku diyar e, şoreşa gelê Sûriyê di roja 15ê Adara 2011an de, bi têkoşîn û berxwedana xelkên wê yên curbicur destpê kir. Piştî 13 salan, 8 mehan û 22 rojan, şoreş biserket. Belê di van salan de berdêlên pir mezin hatin dan wek; wêrankirina hovane ya hejmareke mezin ji bajar, tax û gundan, bi milyonan penaber û awareyan, bi hezaran kuştî, bêhejmar birîndar, nêzî mîlyonek girtî, revandî û windakirî.. Dawî, di 10 rojên wê yên dawî de ku di roja 27.11.2024an destpê kir û di roja 8.12.2024an de şoreş biser ket û qurbaniyên van her 10 rojan 910 kes bûn.

Di van her 10 rojan de, çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam bi serokatiya Ehmed El-Şeraa (Ebû Mihemed El-Colanî) û grûpên çekdar li Sûriyê ji Îdlibê destpê kirin û berê xwe dane Helebê. Gelek gund û bajarokên ku bi salane di bin destê rêjîma Sûriyê de bûn, piştî çend şerên dijwar kirin bin kontrola xwe. Bi rizgarkirina Helebê re serokê wan Ebû Mihemed El-Colanî bang li çekdarên xwe kir ku nêzîkî van herdu taxên kurdan (Eşrefiyê û Şêx Meqsûd), li Helebê nebin û ji Helebê berê xwe dane herêmên Kurdan wek Til Rifaat û Şeheba, ew jî kirin bin kontrola xwe û kurdên wan neçar kirin ku ji wan derkevin. Ji neçarî Kurdan herdu herêm li paş xwe hiştin û li gor banga Rêveberiya Xweser, berê xwe dan herêmên aram wek Reqa, Tebqa û Cizîrê.

Piştî ku hêzên opozîsyonê, bi serokatiya Ehmed El-Şeraa (Ebû Mihemed El-Colanî), Heleb rizgar kirin, berê xwe dane Hemayê û ji Hemayê Humsê û ji wir berê xwe dane Şamê. Bi derbasbûna Şamê re Ebû Mihemed El-Colanî bang li çekdarên xwe kir ku; nêzîkî saziyên giştî li Şamê nebin û tekez kir ku ew ê di bin çavdêriya serokwezîrê berê Mihemed Xazî El-Celalî de bimînin heta ku ew bi awayekî fermî werin radestkirin. Di tev bajaran de, dema ku hêzên opozîsyona Sûriyê diketinê, hêzên rêjîmê Beşar Esed jê direviyan.

Wiha ta ku di roja 08.12.2024an de, hêzên rêjîmê Beşar Esed û dezgehên ewlekariya wê ji hundirê Şamê vekişiyan û grûpên çekdaran derbasî Şamê bûn. Beşar Esed jî, bi rêya Firokxaneya Şamê ji Sûriyê derket. Di roja 08.12.2024an de, bi rizgarkirina Şamê re opozîsyona Sûriyê beyanameya bi hejmara 1 li ser kanala fermî ya Sûriyê belav kir û têde got:

Spas ji bo xwedê bajarê Şamê hate rizgar kirin. Rejîma Beşar Esed a dîktator hilweşiya û hemû girtî ku bê ku tewan kiribin û zulm li wan hatiye kirin hemû hatin azad kirin ku di girtîgehên wê rejîma dîktator de bûn.

Herwaha ragehand: Em daxwazê ji hemû cengaweran û xelkê dikin, tişt û avahî û cîhên hikûmetê biparêzin, bijî Sûriye û xelkê wê û Sûriye ji bo hemû Sûriyane bi hemû pêkhateyan ve. Belê ta niha, şer û pevçûnên dijwar li Minbicê û cihên din, di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û komen çekdarên bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê” berdewam in. Roja îro, kurdên Sûriyê, bi tevayî, ji encamên vê şoreşê bitirsin. Nizanin berê wan li ku ye?

Sebaretî Min û Rêjîma Esed/ Bav û Kur

Ji derbeya tevgera çaksaziya Hafiz Esed di Sûriyê de, meha Sibata 1971ê, anku ji berî 54 salan ve, hingî ez şagirtê dibistana navendî bûm li bajarê Hesekê, ji wê hingê ve, ez jî jana vê rêjîmê dikşînim. Di bin desthilatdariya vê rêjîmê û deng û basên şoreşa Barzaniyê nemir de mezin bûm. Di nav salan de wek kurdekî welat û zimanhez, min dest bi nivîsandina kurdî kir. Ew nivîsandina min î bi zimanê dayika min li haweyê rêjîmê nedihat û her pêlekê li min dipirsîn, ez dibirim û tanîm.

Di wan çûn û hatinan de sergêjek li min digerîye. Ji min dipirsîn; te çi nivîsandiye, tu çi dinivîsî, ji ku tu fêrî nivîsandina Kurdî bûyî, çima tu bi erebî nanivîsî.? Ka kopiyekê ji nasnameya xwe û wêneyekî xwe ji me re bîne? Gelek caran çûn diyar bû, lê hatin nebedî bû; kes nizanîbû, roj in, meh in an sal in. Zarokên min dibizdiyan, birayên min dikevin taya min de, dost û hevalên min pirsa min dikirin. Wiha roj derbas dibûn, tirs, sergêjekî û ne tebitbûn li min dibûn mêvan; Tevna xwe di ser huşê min re vedigirtin. Dawî, min xwe teslîmî qederê dikir û ji xwe re digot: Qey ev pêvajo nivîsandina bi Zimanê Kurdî qedera min e, di kure zirav dibe bela di wire biqete.

Sebaretî penaberiyên Efrînê berî çend rojan min ev gotin belav kiriye:

Welato! Ji çend rojan ve, serê min di ber min de maye tewyayî.

Di rewşa koçberên Efrînê de diponijim û di nav ramanan de mame girêdayî! Ken û girnijandin ji min dûr ketine, gotin û peyv ji min direvin!

Welato! Ji welatiyên xwe re bêje; ku ne em li hev rûnên, bi mejiyê di serê xwe de bifikirin, pirs û bersivên xwe, hawar û gaziyên xwe ji hev re bêjin û şanî hev bikin, em nagihêjin armancên xwe û wê halê me ev hal bimîne..

Vêca welato! Ji welatiyên xwe re bêje; yê ku rast û dûrist welatîkî dilsoz û xemxur be, ew berpirsyare.

Xelkên Efrînê! Dema ku we di reşa şevê de berê xwe da Tebqa, hêsir ji çavên min hatin xwarê.

Wa weylê çi bi serê we hat? Dilê min bi we re tê guvaştin.

Xelkên Efrînê! Gelo we xatir ji bajarê xwe xwest?

Dilê min bi dilê we re, bi ser buhişta we ve ye.

 

 

 

 

axa kurdan şerê navxweyî soreşa sûriyê The Hall Kurdî 32
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Konê Reş

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.