Hûn dibêjin qey di dema Şerê Psîkolojîk de, pêşbaziya pêlêkirina ewil a Heyvê Emerîkayê bi dest xist? Beriya wê gava girîng a Neil Armstrong, Yekîtiya Sovyetan wesayîta xwe ya bêmirov şandibû jî.
Di 20ê Tîrmeha 1969an de, li Houstona Emerîkayê danê êvarê derdora saet 10an de hemû îstasyonên televîzyonê, ji bo ku vê nûçeya dîrokî bidin, amadehiya weşanê dikirin.
Di ekranên televîzyonê de hevoka “ji Heyvê weşana zindî” derbas dibû. Li ser ekranê astronetek ji wesayîta fezayê ya li ser Heyvê peya dibe.
Paşê jî kamera, li ser erda Heyvê krater, quncal, çal û mirtikan nîşanî me dide.
Car caran dengê astronot jî tê bihîstin. Astronot, çend mîtroyan ji wesayîtê dûr dikeve û ji berîka xwe alaya ku çend qetan hatiye pêçandin derdixe û li ser erdê Heyvê dadiliqîne.
Alaya das û mêrkutê li ser erdê Heyvê ye… Ihtîmaleke mezin bû, yê ku cara ewil gav avêt ser Heyvê kozmonotekî Sovyet be.
Sibata 2026an salvegera 60an a vê gavê ye…
Wesayîda fezayê ya Rûsan Luna 9ê Sibatê di sala 1966an de, bi kontrolî daket ser axên Heyvê. Ev serkeftineke mezin bû ku dê him derbarê Heyvê de pirs bihatina bersivandin him jî dê rêwîtiya mirovan a piştî vê yekê dest pê bikira.
Kûratorê Fezayê yê Mûzexaneya Zanistê ya li Londonê Doug Millard dibêje, “Ji nîvê 1960an û pê ve him Emerîkayê him jî Yêkîtiya Sovyetan dixwest biçin ser Heyvê”.
Gelo rêwitiya ber bi Fezayê ve dê bandoreke çawa li ser laşê mirovan bike?
Millard dibêje, “Beriya em însanan bişînin divê em robotan bişînin ser Heyvê. ” Her wiha navborî dibêje “em serkeftinên Sovyetan ên di vî warî de jibîr dikin.
Luna 9 a 3 mîtroyan bilind, çar ling û gewdeyeke wê ya çargoşe hebû. Her wiha dişibiya Apolloyê jî. Li ser sîlîndireke berwarî heye û wek bikojên girtî yên kulîlka xuya dike.
Millard dibêje, ev ew beş e ku dadikeve erdê. Hêj dema mîtroyekê ji erda Heyvê dûr e ji gewdeyê vediqete û her çar pel vedibin û dadikeve erdê.”
Di 3ê Sibata 1966’an de, ji ajansan re ji xeynî agahiyên pêlêkirina Heyvê, wêne hatin şandin.
Xwendevanên rojnameyan ên wê demê digotin, Rûsya di pêşbaziya fezayê de wê Emerîkayê derbas bike. Di nûçeyeke BBC’yê de wiha dihat gotin: “Demeke dîrokî ye, ji bo însan jî dakevin ser Heyvê ev gava dawî ye.”
Ji xeynî şandina Luna 9ê wêneyên ji Heyvê seferên bêmirov jî dê bihatana kirin. Gelek pirsên di hişê mirovan de bi vê gavê hatin bersivandin. Ji ber ku li ser Heyvê quncalên tozê hebûn tirsa daketinê bi wan re çêbûbû.
Moşeka ku nikaribû bihata avêtin
Bi saya Luna 9ê hat tespîtkirin ku erda Heyvê cihekî ewle ye. Piştî vê agahiyê him ji bo Rûsan him jî ji bo Emerîkiyan, bernameyên seferên şandina wesayîtên fezayê yên bimirov dest pê kirin.
Alexei Leonovê Sovyet, endamê ewil bû ku li ser Heyvê meşiyabû. Di mûzexaneyê de wesayîta LK3 jî ku tê de perwerdehî dîtibû hêj tê nîşandan.
Lê bernameya Sovyetan, ji aliyê ewlehiyê ve ji Apolloya Emerîkayê xurttir bû. Ji xeynî motora zêde, ji bo ku beriya însên li ser Heyvê dakeve wesayîteke birobot jî hebû. Di dema rûdayîna pirsgirêkekê de ji bo kozmonot bi awayekî ewle vegere jî hatibû amadekirin.
Her tişt hatibû plankirin û ceribandin. Wesayîta Heyvê ya birobot a ewil Lunokhod 1 ku mezinahiya wê wekî tirimbelêke piçuk bû di sala 1970î de daket ser Heyvê.
Bêsiûdiyeke bernameya Fezayê ya Sovyetan ew bû ku roketa N1ê nikaribû bihata firandin ku dê Leonov bişanda ser Heyvê. Ji bo asta yekem a roketa 105 mîtro dirêj, 30 motor hatibûn pêvekirin.
Piştî mirina dîzaynerê roketan ê Sovyet Sergei Korolev N1 bi lez hat qedandin û di Sibata 1969’an de bê ceribandin hatibû şandin.
4 hewlên avêtina roketan jî bê encam man. Bi vê yekê Yekîtiya Sovyetan, bernameya şandina însanan a Heyvê di sala 1974’an de bi awayekî fermî betal kir.
Lê divê neyê jibîrkirin ku Rûsan wesayîta birobot a ewil şandine Heyvê. Piştî Gene Cernanê ku di Rêbendana 1973’an de şopa xwe li ser erda Heyvê hişt, robotê Rûsan ê duyemîn Lunokhod 4 mehan li ser Heyvê geriya û wêneyên ji hev çêtir şandin Cîhanê.
Ger bernameya roketa N1ê beriya çend salan dest pê kiribûya, dibûya ku Alexei Leonov bibûya însanê ewil ku pê li erda Heyvê kiriye.
Millard dibêje, “Ger kesê ewil ê ku pê li Heyvê kir Leonov bûya, alaya li wir daliqandî jî wê cuda bûya.”


