Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 22»Stêrka Elegezê: Sûsika Simo
Hejmar 22

Stêrka Elegezê: Sûsika Simo

Muqades AgirîBy Muqades Agirî18/10/2023Updated:19/10/2023Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Di bingeha azadî û jiyaneke bi rûmet a civakê de bêgûman kedeke mezin a jinan heye. Jin ji bo mirovahiyê, ji bo pêşeroja civakê, kêşeyên xîzanî û netewperestiyê, di bin şert û mercên zor û zehmet de, hewldanên bêhempa dane û didin.

Jin, di şert û mercên ku li civakê tê ferzkirin de herî zêde bi bandorên neyînî re rû bi rû dimînin. Ev jî, berê wan dide hin guhertinên bingehîn. Wekî aştî, wekhevî, xwe parastin…

Ev guhertinên pergalên hişk, ne hêsan e. Jina ku van guhertinan dide ber çavên xwe, bêguman metirsiya sirgûn, girtîgeh, mirinê jî dide ber çavan. Ew dizane ku veguhertina pergalekî dişibe derguşekê ku neh mehan di zikê xwe de dihewîne û bi qolincan, tîne dinê.

Sûsika Simo (1925-1977)

Sûsika Simo li Ermenîstanê li herêma Elegezê li gundê Mîrekê ji dayik dibe. Piştî Sûsika Simo tê dinê, malbat koçî bajarê Lenînekan dike. Li vir perwerdeha xwe diqedîne û piştre li nexweşxaneyekî  4 salan hemşîretiyê dike.

Di vê demê de ew hin kêmasiyan di jiyana xwe de hîs dike û dide dû lêgerînan. Ji bêrê de mêla wê li ser kilaman bûye û ew dest bi rêwîtiya xwe ya hûnerê dike.

Di wê serdemê de di nav civaka Kurd de hunermendeke jin nedihat qebûlkirin. Sûsika Simo bi van astengiyan re têdikoşe û di rêya armanca xwe ya hûnerê de dimeş e.

Sûsika Simo, ligel têkoşîna bi civakê re dibe yekemîn dengbêja Kurd ya li Sovyeta Berê. Di sala 1946’î de bi cilên xwe yên kevneşopiya Kurdan, derdikeve ser dikê û kilamên bi Kurdî û Êrmenkî dibêje.

Bi Kûlya Neftalyan re dixebite û ne tenê li Ermenistanê, li seranserê  welatê Sovyetê, ji bo hûnera xwe pêşkêş bike digerin.

Sûsika Simo, jineke Êzîdî ye û Kûlya Neftalyan jî Ermenî ye. Li gorî baweriya Êzdiyan nedihat ecibandin ku ew bi kesekî Êrmenî re bizewiciya. Civak li hemberî zewaca wê jî derket… Lê belê Sûsika Simo, wekî çawa ku xwe bi zanebûn û hunerê,  bi civaka Kurd dide qebûlkirin, di zewaca xwe de jî biserdikeve.

Dengbêja Kurd, kilama xwe ya bi nave Lo lo Miho ve di nava Kurdên kafkasyayê de dibe navdar. Di sala 1945an de ew kilam got û  bi dengê xwe yê zelal ve di nava gelê Kurd de bû dengbêjeka nemir.

Jina Kurd a dengbêj, pişt re komeke muzikê ava dike û bi koma xwe di filarmoniya Ermenîstanê de cih digre.

Sûsika Simo ne tenê li Ermenîstanê her wiha li Gurcistan û di gelek welatên Sovyetê jî tê nasîn. Ji bilî kilamên Kurdî her wiha dîlan û lîstikên Kurdan jî li Qafyasyayê dide nasîn. Sûsika Simo bi xebatên xwe, di pêşketina hunera Kurdan de roleke girîng lîstiye.

Dengbêj Sûsika Simo bi strana xwe ya Gulîzerê ve di sala 1955an de di Radyoya Êrîvanê de jina ewil bû ku stran got. Di sala 1965an de konser da û deng û navê wê di hemû erdnîgariya Sovyetê de belav bû. Her wiha Sûsika Simo rêya dengbêjî, stranbêjî û karê hunerê di nava jinên Kurd ên Sovyetê de vedikir û hêz dida jinan.

Di arşîva Radyoya Êrîvanê de gelek qeydên wê hene. Ji ber şert û mercên serdemê wê nikaribû bant derxe lê gelek kilamên wê yên wekî Zilfanê, Sînê, lê lê lo min, Peyayî, hatiye qeyîdkirin.

Sûsika Simo di sala 1977an de  hê 52 salî bû jiyana xwe ji dest da. Di pey xwe ji hûnera Kurdan re mîrateke mezin û ji jinan re cesareteke mezin hişt.

Cotmeh 2023 Hejmar 22 Jimar 22 Kurd Kurdî Muqades Agirî Sûsika Simo The Hall Kurdî 22
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Muqades Agirî

Nivîskar,Brîtanya. Agirî. Muqades Agirî, li navçeya Dutaxê ya Agiriyê hatiye dinê. Heta Lîseyê li Dutaxê xwendiye. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa Ziman û Wêjeya Erebî di nîvco de hiştiye. Li Zanîngeha Yuzuncu Yil Beşa Karsaziya Turîzmê qedandiye. Di sala 2014an de, li Zanîngeha Anadolûyê beşa Karsaziyê bi dawî kiriye. Sala 2017an, li Zanîngeha Artûklûyê Lîsansa bilind a Ziman û Çanda Kurdî qedandiye. Di rojnameya Azadiya Welat de edîtorî kiriye. Li ser malperan gotar û nivîsan dinivîse. Niha li Birîtanyayê jiyana xwe didomîne. Berhemên wê: -Dilê Kûvî –Helbest, 2016 Weşana JJ/ Amed -Hestên Xalî -Helbest, 2021 Weşana Payîz/ Amed

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.