Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Ol»Teorîya Valahîyên Di Wehyan De
Ol

Teorîya Valahîyên Di Wehyan De

Şerîf ÇelebîBy Şerîf Çelebî29/06/2026Şîrove tune ye8 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Loqman 31:27 “Eger birastî çiqas darên li erdê hene qelem bin, derya û bi qasî wê heft deryayên din jî hibra wan bin, (vêca gotinên Xwedê bi wan bên binivîsin) gotinên Xwedê dê xelas nebin. Bêguman Xwedê ‘Ezîz e, Ḥekîm e”

Kehf 18:109 “Bibêje: Eger ji bo peyvên Xwedayê min derya hibir bûna û me ew qasî din jî lê zêde bikira, beriya ku peyvên Xwedayê min biqedin ew ê derya biqediyana.”

Încîl/Yûhena 21:25 “….Heke(ger) her tişt yek bi yek hatibûne (bihatana) nivîsandin, kitêbên ê bihatane nivîsandin di dinyayê de bi cih nedibûn(Dinya ne bes bû ji bo hewandina kitêban…)…”

Di van ayêtan de em fam dikin ku heta “qîyameta kozmîk” jî, mirovahî ê bi kelecanî û bi meraqeke zêde li ser “kitêba kaînatê” û li ser “wehyê/wehyan” ê lêkolînan bikin. Çimkî Xwedê hunermendekî zêde mezin e. Û hunerên Wî jî zêde kompleks in û nûwaze ne.

Xwedê, kâînat xemilandiye û bi gelek hunerên ‘ecêb her tişt afirandine. Di kaînatê de bûjena(madde) tarî ℅22 ye û vejena(enerjî) tarî jî, ji ℅74 e. Ev gerdûna ku tê muşahedekirin ku ji atoman çêbûye, tenê ji ℅4 e.

Bêgûman rastî hemû bihevre bi Xwedê tenê re heye. Bi me mirovan re parçeyên rastîyê hene.

Maîde 5:101 “… Xwedê li wan(tiştên ku eşkere nebûne/nehatine gotin) boriye/wan ‘afû dike/wan tolere dike…”

 Maîde 5:48 “…Êdî bi ya ku hûn tê de bi hev ketine, ew dê we agahdar bike.”

Enam 6:67 “Ji bo her xeberekê (ku Qur’anê jê xeber daye) dema misogerbûna wê heye, hûn ê piştî demekê jê agahdar bibin.”

 Nîsa 4:164 “(Ya Muhemmed!) Me, hin pêxemberên din (şandin) ku me behsa wan ji te re

kiriye û hin pêxember jî me behsa wan ji te re nekiriye….”

 Mumîn 40:78 “(Rêsûlê min!) Sond be, Me beriya te jî gelek pêxember hinartine. Me

serpêhatiyên hinekan ji wan ji te re gotine û yên hinekan jî me ji te re qise

nekirine….”

 Li gorî van ayetan jî, Xwedê Te’ala hertişt ji me re negotîye. Tiştên ku ji me re negotîye jî, me tolere dike û me ‘efû dike. Xwedê Teala, ji tiştên zêde nebaş em men kirin e û tiştên zêde baş jî ji me re tavsîye û ferman kirine. Lê qadeke zêde gewr(grî) bi hêvîya me ve hêla ye. Tiştin hene ku şaristanî û zanist pêşve çû û tecrûba mirovahîyê zêde bû piştre werin fam kirin. Hinek mijarin hene ku nezelal in û bi şert û mercan ve girêdayî ne. Di van mijarên wisa de, em mirov xweser in.

Û dîse, ji van ayetan em fam dikin ku zanîna me wekî ji deryayê çend dilop av bin. Zanîna hinekan ji me dih dilop, ya hinekan hezar dilop… Çend dilop hebe bila hebe, ligorî ava deryayê netûtişt e. Yanî em hemû mirov nezan in. Ji bo cahiliya xwe em fam bikin divê em zêde lêkolînan bikin û zêde bixwînin.

Xebatên ‘ilmî, pêvajoyeke xweş e ku hem ta’mekî û rengînîyê dide jîyana mirov. Lêbelê divê em zanibin ku pêvajoyeke bi zahmet, berfireh û bêbinî ye jî…

Xûlase, ji hêla zanînê ve, divê em di heddê xwe de bin û dilnizm bin. Lê belê ev nayê vê ma’nê ku em aqlê xwe neşûxilênin. Çimkî di gelek ayetan de Xwedê ji me tefekkûrê dixwazê.

Nehl 16:12 “Xwedê şev û ro, roj û heyv xistine ber xizmeta we. Stêr jî bi fermana Xwedê sernerm û misuxir in. Bêguman di van de, ji bo yên ku hişê xwe bixebitînin gelek nîşan hene.”

Yasîn 36:62 “Şeytan ji we, pir kes ji rê xistin. Erê ma hûn tênagihîjin?/aqil nagirin/fam nakin?”

Saffat 37:138 “…Ma hê jî hûn aqil nagirin?”

Peyamên kitêbên pîroz, wekî di rêyeke dirêj de mîna tabêlayên trafîkê ne, an jî mîna xerîteya/navîgasyona wê rêyê ne, an jî mîna fenera deryayê ye jibo keştîyan. Mirov tabêlayên trafîkê û navîgasyonê bêqîmet jî bibînê şaş e. Lê mirov vê jî îddîa bike û bêje jî şaş e:

“Di tabêlayên trafîkê û di nexşeya rê de hemû hûrgilîyên û taybetmendîyên rê hene.”

Nêrîna îdêal ev e. Tabêlayên trafîkê zêde girîng in. Çimkî di tabêlayan de gelek zanîn û rêberîyên krîtîk hene. Lê divê em qebûl bikin ku di navbera tabêlayan de valahîyên zêde mezin hene. Naxwe em wehyan/kitêbên pîroz bişibînin tabêlayên trafîkê di cihê xwe de ye. Jibo Xwedê bi lûtf û kerema xwe bi me re mûxetab bûye û pêyamên xwe di “pirtûkên pîroz” de ji me re şîyandîye, ev kitêb zêde girîng în. Rêber û ronahîya jîyana me ne. Lê em bi husn-u zannê vê îddîa bikin şaş e: “Di kitêbên pîroz de hemû zanînê kaînatê hene!”. Nêrîna rasttir ev e: “Kitêbên pîroz zêde muhîm in. Lê di nava wan de valahîyên zêde mezin hene û di gelek mijaran de qevastin pir hene!”.

Mînak:

 Tewrat/Afirandin 1:1-2 “Di destpêkê de Xwedê ezman û ‘erd afirand. Erd vala bû, çu rûyê erdê tune bû; bi tariyê ve hati bû. Ruhê Xwedê li ser avan digeriya.”

Di Tewratê de çaxê em dewama van eyetan dixwînin; piştî afirandina ezmanan û erdê, jibo sazkirina erdê di şeş rojên(dem) gerdûnî de afirandina tertîp kirine çêdibe. Lê aşîkar e ku di navbera van pêvajoyan de zêde zêde valahî û qevastinên demên afirandinê hene.

Carna, piştî demeke dirêj valahî tên dagirtin û tiştên veşartî eşkere dibin.

Mînak: Di Tewratê de yê ku Hz. Adem û Hawa xapandine, marek e. Lê piştî hezar salî di Încîlê de di beşa “Wehyê” de bi eşkere tê gotin ku ew mar Îblîs(Şeytan) e.

Di mînakeke din de(binêrin Tewrat/Danîel 12:4,8-10) wextê wehya ji Danîel Pêyxember hatîye, Hz. Danîel dibêjê melek: “Min ev gotin bihîstîn lê min tiştek fam nekir.”. Melek bersiv daye: “Ev gotin heta wextê dawî, yên veşartî û bi mohr kirî bin. Kesên nebaş ê tu tiştî fam nekin lê kesên qenc û zana ê fam bikin…”

Naxwe îddîayên ku tên gotin: “ Di kitêbên pîroz de her tişt heye!” ji ku tê? Mirovên ku van ayetên ku behsa kitêba ku navê wê “LEWHUL MEHFÛZ” e dixwînin; piştre bi wan re, ev zan û îmaj çêdibe ku qesta “lewhul mehfûz” kitêbên pîroz in. Lê ya rast ev e ku kitêba lewhul mehfûz ne li ser rûyê erdê ye, li cem Xwedê ye. Û hemû zanînê zahîrî, batinî, xeybî, zanînê di kaînatê de ji ezelê heta ebedê di nava xwe de di hewînê.

Burûc 85:21-22 “Bi rastî ew (a ku bawerî pê nedianî) Qurana Mecîd e (pîroz û qedirbilind e). (Ew Quran) di Lewhul Mehfûzê de parastî ye”

Yûnus 10:61 “…Ne li erdê ne jî li asîmên bi qasî giraniya zereyekê tiştek ji ber Xwedayê te winda nabe. Ji vê hê biçûktir û mezintir jî çi hebe, her ew di nivîseke aşkera (di Lewh’ul-Mehfûzê) de tomarkirî ye.”

En’am 6:59 “Kilîtên cîhana nependî her li cem Xwedê ne, ji Wî pê ve kes bi wan nizane û li bejahiyê û deryayê çi hebin Ew bi tevan dizane. Çi peleke ku ji darê bikeve ew her pê dizane û çi liba di tarîtiyên zemînê de û çi tiştê ter û çi yê hişk her di kitêbeke diyar (Lewhul Mahfûzê) de ne.”

Tewrat/Danîêl 10:21 “Lê belê ya ku di Nivîsa Rasteqînîyê/Pirtûka Rastîyê(Levh-î Mahfûz?) de hatîye nivîsandin, ez ê te pê agahdar bikim…”

Encam

Xwedê te’ala bi me re bi navgîniya “kitêbên pîroz” mûxatab bûye. Û ev kitêp rêbêrîyê li jîyana me dikin û ronahîyê didin me. Loma, ji hemû çavkanîyan girîngtir in. Divê di lêkolîn û di xebatên ‘ilmî de û di jîyana me de di navendê de kitêbên pîroz hebin. Lê jibo di kitêbên pîroz de valahî û qevastin hene, gelek mijarên girtî û veşartî divê em bi çavkanîyên alîkar vekin û zelal bikin. Ev çavkanî, piştî ku ne li dijî pêyamên kitêbên pîroz bin, em dikarin ji wan îstîfade bikin.

Jibo famkirina wehyê û bidestxistina heqîqetan, gelo divê em ji kîjan çavkanîyan îstîfade bikin?

Divê nêçîrvanên rastîyê û mirovên lêkolîner xebateke hîbrît bikin û ji van çavkanîyan û dîsîplînan hemûyan îstîfade bikin: Kitêbên pîroz, zanist, hedîs, antropolojî, arkêolojî, etîmolojî, matematîk, astronomî, talmud-mîşna, helbest û pelgeyên kevin,…û h.w.d.

Her çavkanîyek parçeyekî û alîyekî heqîqetê şîrove dikê û di her ‘ilmekî  de valahî û kêm vegotin hene. Ji loma divê em ji hemû ‘ilman îstîfade bikin de em nêzîkî rastîyên mutleq bibin.

Jibo famkirina kitêbên piroz ev her du xal jî girîng in:

-Hinek mijar hene ku di pêvajoya nazîlbûna wehya peyxemberekî û kitêba wî de tamam dibin. Mînak: Pêvajoya qedexebûna vexwartina meşrûbatên ku serxweşîyê çêdikin(‘eraq) û herambûna faîzê û h.w.d…

-Hinek mijarin hene di pêvajoya nazîlbûna wehya peyxemberekî û kitêba wî de tamam nabin. Mînak: Pêvajoya mafên koleyan û jinan, agahîn derheqa mijarên zanistî û h.w.d…ayetên hê ne hatine keşfkirin hene.

Di encama vê lêkolînê de, bi kurtayî em dikarin vana bêjin:

Qismên di hemû kitêbên pîroz de û bi taybetî jî di Qur’ana Pîroz de ev stîla zanînê û agahiyan heye: Bi awayekî derve û hundirîn, bi awayekî eşkere û nepenî(meçhûl), bi awayekî sembolîk, her tiştê ku di her serdemê de derketiye holê û ê derkeve holê, di pêyamên wehyê de hene.

*ÇAVKANÎ

  • Boselî, Bedel, Çêbuna Gerdûnê Û Peydebûna Jıyanê, Raman, Topkapı-İstanbul, Kewçêr 2013, Çapa Yekemin
  • ÊSÎ, Mela Huseyn; Girdarî, Mela Se’îd; Bêrkevanî, Mela Muhammed, Wergera Qur’ana Pîroz Bi Zimanê Kurdî, Weşanên Bang, Tebax 2008 İstanbul, Çapa 1.
  • Êsî(Gündüz), Hüseyin, Mehmet Seyhan,Meala Qur’ana Pîroz A Kurdî,Weşanên Serokatiya Karûbarên Dîyanetê/Diyanet İşleri Başkanlığı Yayınları, İstanbul 2015, 1.Baskı
  • Kitêba Pîroz, Wergervan: Resûlê Qereqoçanî Û Seîdê Dewrêş, Komela Hêvî Û Jîyanê Postfach 101382.33513 Bielefeld-Germany, Mijdar 2011
  • Kutsal Kitap (Tevrat, Zebur, İncil), Yeni Yaşam Yayınları, Seoul/Republic Of Korea, Kasım 2011
  • https://sorularlarisale.com
Îslam Vahîy Wehy
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Şerîf Çelebî

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.